6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJK-E amadekariya qonaxa 3’emîn a kampanya ‘Azadiyê’ dikin

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan, diyar kir ku di çarçoveya kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çarseriya prisgirêka Kurd de 16 hezar û 803 name ji CTP’ê re şandin û ji bo xebatên hiqûqî û dîplomatîk amadekariya asta sêyemîn dikin.

Di 10’ê cotmeha 2023’an de dostên gelê Kurd kampanya ‘Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin û kampanya didome. Heta aniha gelek çalakî pêk hatin û asta yekem açalakiyê temam bû derbasî asta duyemîn hat kirin.

Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan der barê kampanyayê de ji nûçegîhana  JINNEWS’ê Melek Avci re axivî û agahiyên nû dan.

Aytenê destnîşan kir ku nameyên şandine ji CPT’ê re dehezar derbas kirine û hefteya pêş wê encambê bigirin. Ayten Kaplan, da zanîn ku wan heta niha 16 hezar û 803 name kom kirine û dê di 4-5 rojan de bişînin.

Aytenê  diyar kir ku di dema nû de wê ev hemû li ber çavan bên girtin û nexşerêyek bê amadekirin û wiha pê de çû: “Parlamenteroya Ewropayê hilbijartina nû kir û parlameterên nû hatin. Wê endamê konseya Ewropayê jî biguherin. Di vî alî de hedefên me yên nû dema ku endam zelal bibin, wê ziyaret bên kirin û dosya bên teslîmkirin. Ji bo pêşxistina diyalogê û bi hevkariya diyalogê wê bibîrxistin bên kirin. Di jeman demê de kampanyayek me ya din ku dimeşe heye.  Kampanya “hezar jin yek deng”. Em ê wê jî di 10’ê cotmehê de temam bikin û bi çapemeniyê re parve bikin.”

 Ji bo asta 3’emîn amadekarî

Aytenê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Me civîna dema navberê kir. Me hedefên xwe yên salekê yên li pêş xwe nîqaş kirin. Me got em di asta 3’emîn a kampanyayê de dikarin çi bikin û gelek pêşniyar hatin. Me nîqaş kirin. Me biryar da ku komîsyonên van pêşniyaran bên avkairin û ji bo xebatên siyasî û hiqûqî bê meşandin biryar hat dayîn. Em girÎngiyê didin vê.  Ewropa dibêje welatekî demorkatîke lê  demorkasî keta ku ye, çima sînor tên danîn çima tê xetimandin. Divê ev bên deşifrekirin. Em ê konseptekê ava bikin û bi rayagiştî re parvge bikin. Em ê hem CPT û hem jî Konseya Ewropayê îqnqa bikin. Em dê di van aliyan ji bo naskirina parlametneran bikevin hewldanan û hevdîtinan bikin.”