17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TUAY-DER: Bingeha hemû bêhiqûqiyan tecrîdkirina Ocalan e

Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, der barê girtiyên ku di demên dawî de di girtîgehe de jîyana xwe ji dest dane û tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan, li ber avahiya xwe daxuyanî da. Endam û rêveberên DBP, HDP, MED-DER, OHD, MEBYA-DER, MED TÛHAD-FED û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Gunduz diyar kir ku ji ber polîtikayên antî demokratik ên di girtîgehan de her ku diçe binpêkirina mafan zede dibin. Gunduz anî ziman ku desthilatdar bi sepanên bêhiquqî girtiyan bi mirinê re rû bi rû dihe girtiyan sirgunî bajarên dûrî malbatan dikin.

Gunduz, diyar kir ku bingeha van hemû pirsgirekan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e, xwest tecrîd bi dawî bibe û wihagot:

“*Kesen ku ji wan mirinên ku bi guman qewimîne re berpirsyar in bila li pêşberî dadgehê hesab bidin.

*Bila pêşiya zext, tundî û îşkenceyên li girtîgehê bê girtin.

*Bila qedexeyên ku li gorî dile girtîgehe tên kirin, bên rakirin.

*Bila mafê girtîyên nexweş ên bên derman kirin bi awayekî mirovî pêk were.

* Ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareser bibe çi ji destê me were em ê bikin. Em ê heta dawî li pêy şopa van pirsgirekan bin da ku bi dawî bibin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtîyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.