1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TUAY-DER: Li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin

TUAY-DER’ê 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Rêveberên TUAY-DER’ê xwestin tecrîd bê şikandin û banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kirin.

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) li navçeya Sûrê bi tevlîbûna sedan kesan 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Ji girtiyên jin re azadî” û “Heya tecrîd bê şikandin em ê meşa xwe ya azadiyê bidomînin” daliqandin. Hevserokên MED TUHAD-FED’ê, Hevserokên MEBYA-DER, Parlementera DEM Partiyê, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Amed û navçeyên wê, dayikên Nobeta Edaletê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl tevlî kongreyê bûn.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat ewil bal kişand ser Mehmet Yildirim ê ku leşkeran ew li navçeya Liceyê qetil kir û şermezar kir. Canpolat behsa tekoşîna li zindanan jî kir û diyar kir ku girtiyên siyasî ji bo pêşeroja wan li ber xwe didin û divê ew jî li wan xwedî derbikevin. Canpolat anî ziman ku tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune û çalakiyên li welat û derveyî welat tên lidarxistin bi bîr xist. Canpolat, banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir.

Ji dayikên di çalakiya Nobeta Edaletê de Edalet Afîfe Kartal jî diyar kir ku divê ew bi têkoşîna xwe tecrîdê bi dawî bikin û got: “Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Heta dawiya xwîna xwe em ê li dû doza zarokên xwe bin. Em tevek di tecrîdê de ne û divê em xwedî li çalakiyan derkevin. Xwedî li zindanan derbikevin da ku darbest jê dernekevin.”

Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç jî beşdar, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtî silav kir û got, dê xwedî li keda girtiyan derkevin. Kiliç da zanîn ku dê di 9’ê Hezîranê de li Eywana Dawetan a Kaplan City ya li navçeya Peyasê bi malbatên girtiyan re bicivin û banga tevlîbûnê kir.

Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat jî hêvî kir ku kongre bibe wesîleya azadî û aştiyê. Polat daxuyand ku ji dîroka komarê ve girtîgeh her tim cihê pirsgirêkan bûn û got ku divê têkoşîna li dijî vê were mezinkirin. Polat, bi lêv kir ku gelê kurd îro tecrîdkirî ye û wiha got: “Gel li dijî vê li ber xwe dide. Heta tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tê rakirin dê têkoşîna me û girtîgehan bidome.”

Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî qetilkirina Yildirim şermezar kir û berxwedana li zindanan silavk ir. Yaray got ku Kurd di qonaxa serkeftinê de ne û ev yek jî bi tifaqê pêkan e. Yaray anî ziman ku divê her kes xwedî li girtiyan derkeve, divê tecrîd were rakirin, dengê girtiyan li cihanê bê belavkirin û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya beşên civakê dike.

Piştî axaftinan raporên xebatan hatin xwendin û rêveberiya nû hate diyarkirin.

Yeter Eren Tuna, Cîhan çîçeklî, Azad kaya, Încî Guler Altindal, Nerîman Aydin, Eşref Yaşa, Mizbah Mûnar, Nûriye Kaya, Şaban Yegîn, Mehmet Ayder, Ferhat Koçeroglû, Huseyîn Okkan, Remziye Odungît, Alî Riza Kiyar, Osman Bulent Guler û Bekir Aydin weke rêveberiya nû hatin hilbijartin.

Hevserokên nû dê di rojên pêşde ji hêla rêveberiya nû ve bên ragihandin.

Kongre bi silavdayîna rêveberiya nû bi dawî bû.