21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TUHAY-DER’ê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî lidar xist

Li Wanê di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn û hate destnîşan kirin ku tecrîd belavî hemû civakê bûye

Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê bi dirûşma “Bi vîna civaka azad, em ê tecrîdê bişikînin” 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Gelek kes tev li kongreya ku li eywaneke dawetê lidarxistin bûn.

‘Tecrîda li Imraliyê sîstematîk e’ 

Kongre piştî ku dîvan hate avakirin bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Di kongreyê de Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Mehtap Işik, peyama piştevaniyê ya Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter şandî xwend. Di peyamê de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin hate dayîn.

Işik, diyar kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê sîstematîk bûye û wiha got: “Tecrîda Îmraliyê ya sîstematîk bûyer bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Di serî de li girtîgehan tecrîd di hemû beşên civakê de bi awayekî berbiçav tê hîskirin. Tevî ku weke OHD û 700 parêzeran me têkildarî tecrîdê serlêdana fermî kir jî me li dijî blokên faşîst tu bersiv negirtin. Em hemû baro, parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan vedixwînin ku balê bikişînin ser tecrîdê.”

Baran: Wisa hesan nikarin ji holê rakin

Dû re Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran axivî û qala tecrîda li Îmraliyê kir. Baran, diyar kir ku tecrîdê ji girtîgehan dest pê kir û bandor li hemû destkeftiyên kurdan dike û wiha got: “Ev ew ên ku ji bo destkeftiyên kurdan ji holê rakin sond xwarî ne. Lê bila ji bîr nekin ku ji bo van destkeftiyan ji holê rakin li dijî kesên sondxwarî ciwan û malbatên wan ên 30 salan zêdetire di zindanan de li dijî pergalê li ber xwe didin hene. Bila kes nefikire ku wê bi awayekî hesan van destkeftiyan ji holê rakin. Ewladên vî gelî yên ku 30 sal in di zindanê de li ber xwe didin û têdikoşin wê rê nedin tu kesî  ku derbas bin.”

Piştî raporên xebat û maliyetê hatin xwendin di hilbijartinan de Edîbe Babûr û Çetîn Ûyar weke hevserokên nû hatin hilbijartin.