18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûnelên jiyana azad

Cîger Dilşad

Li Zapê gerîlayên azadiyê ne bi tenê bi çekan li ber xwe didin ji çekan bi sed qatî zêdetir bi vîn, bawerî û zanebûna ku ji felsefa Rêber Apo girtine şer dikin û destana serkeftina vîn û baweriya bi serkeftinê dinexşînin.

Îro bi hezaran keç û xortên kurd, ereb û ji netewên cuda cuda di kelehên ku di bin her çiyayekî; tûnelên jiyanê de bi kedeke bêhempa hatine çêkirin li ber xwe didin. Ew keç û xortên lewend ne bi tenê  çarenûsa netewekê diyar dikin. Ew çarenûsa Rojhilata Navîn û mirovahiyê diyar dikin. Ji ber ku ne yek keleh ava kirina di bin her çiyayekî de çend keleh hatine çêkirin û ev bû zêdetirî du salan ku dewleta tirk a faşist ku di hilfa NATO’yê de xwedî artêşa duyemîn e, nikare kela Zapê derbas bike. Bi taybetî jî piştî ku gerîlayên azadiya Kurdistanê teknîka xistina firokên bêmirov bi dest xwe ve anîn, hew dikare tiştekî bike.

Bêguman ev 40 sal in ku li çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê şerê rigarkirina vîna kurdan didan. Lê îro bi baweriyeke bêhempa destana serkeftina gelan dinexşînin. Ji lewra jî roj bi mişeqeteke mezin derbas dibin.

Keleha Dimdim destana berxwedanê nivisand, li tûnelên wekî kelehan destanên serkeftinê têne hûnandin. Bi sebrek û baweriyeke Apoyî, bi vîna Egîdan, Zîlanan tê hûnandin.

Li Katoyê di tûnelekê de tam 53 rojan li ber xwe didin. Tevî ku her roj çend caran neyar çekên kîmyawî bi kar tîne jî, bi qasî serê derziyê jî gumana wan bi serkeftinê çênabe. Çend caran leşkerên faşîst dixwazin têkevin tûnelê, lê her carê gerîla derbên giran li wan didin û bêyî ku li paş xwe binêrin, cendekên xwe li pey xwe dihêlin û baz didin. Gerîla betaniyan şil dikin û xwe bi wî rengî ji çekên kîmyawî diparêzin. Di nava wê sermayê de agir pênaxin, bi tenê ji bo hinekî oksîjen çêbibe, hinek av datînin ser agir û bi wî awayî li ser lingan dimînin.

Pênc gerîlayên leheng bi gotinan hêsane, tam 53 rojan di bin erdê de, êrîşên neyar qet ji ser wan kêm nabin û ji hemû derfetan mehrûm li ber xwe didin, gava neyar hewl dide ku têkeve tûnelê li ber derî çend heban ji wan li erdê dirêj dikin û di dawiyê de ji nava lepên neyar bi serkeftî derdikevin.

Belê, çend şoreşger bi hêza birdoziya Rêber Apo li ber xwe dan! Çend gerîlayên Modernîteya Demokratîk li hember artêşa pêşeng ya Modernîteya Kapitalîst di tûneleke jiyanê de li ber xwe dan û hemû teknîka neyar vala derxistin!

Beriya salan Rêber Apo gotibû; “Çeka herî mezin, herî xurt mirov bi xwe ye.” Ev gotina Rêbertî her roj di tûnelên berxwedanê de deh caran tê peytandin.

Êdî pir zelal bûye ku, artêşa faşist ya şefê tirk Erdogan li hember vîn û baweriya gerîlayên azadiyê têk çûye, lê nizane çi bike. Lê gerîlayên azadiyê pir baş dizanin wê çi bikin; wê wan û şolekrên wan xayînên mala Barzanî ji ser axa pakîze ya Kurdistanê biavêjin û bihûşta gelan, Kurdistana me ji qirêjiya wan paqij bikin.

Dûrbûn û nêzîkbûna wê rojê di destê keç û xortên Kurdistanê û hemû azadîxwaz û yên xwe demokrat dibînin de ye. Çiqasa xwe bi rêxistin bikin û tev li nava refên şoreşê bibin, wê temenê faşîstan li Kurdistanê ewqas kurt bibe.