1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Uçar: Em vê yekê qebûl nakin û ji bîr nakin

Şandeya TJA’yê li herêma şewatê lêkolîn kir û daxuyanî da. Hevseroka  Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgun Uçar li Gundê Kelekê axivî û wiha got: “Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin. Em vê yekê qebûl nakin û ji bîr nakin.”

Şandeya Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Tobinî û Herberê yên navçeya Xana Axpar a Amedê û çoltarê gundê Kelekê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê ku şewat lê derketibû lêkolîn kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, siyasetmedar Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel jî di şandeyê de cih girtin. Jin, piştî lêkolînê li gundê Kelekê daxuyaniyê dan.

Peker: Li Kurdistanê şerê taybet heye

Ewil aktîvîsta TJA’yê Harika Peker axivî û wiha got: “Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet heye. Ev bûyer bi şerê taybet ve girêdayi ye. Ji ber politikaya şer gelek welatî mexdûr dibin. Polîtîkaya şerê taybet herî zêde xwezayê talan û wêran dike. Daristana Kurdistanê dişewitînin. Ev bûyera îro li Şemrex û Çinarê pêş ket jî ne ji rêzê ye. Ji ber di dema xwe de mudaxale nekir, gelek can ji nava me girtin. Em li vir bang dikin. Em ê bi şopa bûyerê bikevin. Em ê têkoşîna xwebidomînin.”

Uçar: Ev şewat li bajarekî Tirkiyeyê pêketa ew qas mirov nedimirin

Hevseroka DBP’ê Çigdem Kiliçgun Uçar li vir axivî û helwesta  hikûmetê şermezar kir. Uçar anî ziman ku ev şewat vegeriya ye komkujî û cînayetê û wiha got: “Em ji gundê Kelekê ku herî zêde mirov lê jiyana xwe ji dest dan bang dikin. Me gelek caran gotiye em dîsa jî bibêjin li vir tişta jiyana me ya siyasî diyar dike nasnameya me û erdnîgariya me ye. Eger îro ev şewat li bajarekî din ê Tirkiyeyê derketibûya dê ew qas mirov nemirana. Dê ew qas zerar û ziyan pêk nehata.”

Uçar: Walî rastiyan vedişêre

Uçar, bilêv kir ku çawa agir derket, hevserok û hevşaredarên partiya wan bil ez û bez hemû derfetên xwe seferber kir. Endamên me yên meclisê ji bo xwe bigînin qeymeqam û walî ketin nava liv û tevgerê. Waliyê ku telefona xwe venekir. Piştî bûyerê hat cihê şewatê. Bi parazvanên xwe re hat cihê bûyerê û got ‘Şewat ketiye kontrole û vemirîye. Lê dema em dîsa li cihê şewatê geriyan, me dît ku dîsa şewat didome. Li şûna rastiyan biaxive, xwest ser rastiyan bigire. Parazvanên walî destur nedan ku hilbijêrên vî gelî biçin cem gel. Walî îro ji mere ne lazim bû. Walî roja ku agir bi zeviyan ket lazim bû. Ev der erdnîgariyek bi qilac û newal e. Me gelek tiştên xwe winda kir. Li vê zeviyê tenê helîkopteran dikaribû vî agirî vemirîne. Lê îktîdara navendî daxuyanî da û got ‘Helîkoptera me ya bi şevê bibîne tune ye’. Wê demê em bibêjin bila bi şev agir bi dereke nekeve. Lê di heman rojê de di definkirina cenazeyan de helikopter di ser girseyê re nizm firiya. Ev ne sersarî û têrnekirina derfetan e. Ev hilbijartina îktîdarê ye. Îktîdar bi zanebûn vê yekê hildibijêre. Ev encama polîtîkayên îtîdarê ya li Kurdistanê ye. Êşa me heye. Şîna me heye. Me gotina xwe got û em ê gotina xwe bibêjin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ew helîkoptera ku Serokkomar navê “Neses” lê kiribû, li Kurdistanê gelê me bê nefes hişt û bû sedema mirina mirovan. Em ji bîr nakin û qebûl nakin. Em dixwazin bi lez herêma Afetê îlan bikin. Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin. Lê gelê Kurdistanê dê axa xwe terk neke û terknake.”