8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

UNESCO′yê êrîşa li dijî ekîba JIN TV′yê şermezar kir

UNESCO′yê êrişa dewleta tirk a li ser ekîba JIN TV′yê şermezar kir û xwest berpirsên êrîşê radestî edaletê werin kirin û werin dadgehkirin

Rêvebera Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Audrey Azoulay, bi daxuyaniyeke qetilkirina endamê JIN TV′yê Necmedîn Feysel Hec Sînan şermezar kir.

Audrey Azoulay bang li destshilatan kir ku li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2222′yan, di rewşên şer de rojnamevanan û kesên girêdayî biparêzin. Her wiha xwest ku der barê vê êrîşê de lêpirsîn were destpêkirin û berpirsên êrîşê sewqî edaletê bên kirin.

Dewleta tirk di 23′yê Tebaxa îsal de bi balafireke bê mirov a bi çek erebeya ekîba JIN TV′yê li ser rêya Qamişlo-Amûdê bombebaran kir. Di encamê de xebatkarê JIN TV′yê Necmedîn Feysel Hec Sînan şehîd bû nûçegihan Delîla Egîd birîndar bû.