17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Veysî Taş ê xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim

Veysî Taş (Bubo) ku li Sîteya Pêşesaziyê ya Biçûk a li Artukluyê xwe şewitand, beriya ku xwe bişewitîne vîdeoyek kişandiye û daye zanîn ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vê çalakiyê dike.

Welatiyê bi navê Veysî  (Bubo) Taş (65) duh bi şev li Sîteya Pîşesaziyê ya Biçûk a navçeya Artuklu ya Mêrdînê notirvanî dikir, agir berda laşê xwe û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Taş li vir jiyana xwe ji dest da û di nav rojê de cenazeyê wî li Goristana Taxa Îstasyonê hate definkirin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, Taş li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vê çalakiyê kiriye. Taş, beriya xwe bişewitîne, vîdeoyek kişandiyeû li ser whatsappê weşandiye. Taş, di vîdeoyê de sedema şewitandina bedena xwe vedibêje.

Di vîdeoyê de Taş wiha dibêje:

“Weke ku Mûsa (Anter) jî gotiye, ez hem şahidê vê dozê û hem jî bersûcê wê me. Her çende ku bi qasî yê wî nebe jî, emrê min bi vê dozê derbas bû. Ev 10 sal in min xwe ji dozê vekişandiye. Ev 10 sal in bi tena serê xwe hewl didim xwe li ser pêyan bigirim. Êdî emrê min derbas bû. Lewma jî dê îşev xwe bişewitînim. Ez ê tecrîda li Îmraliyê protesto bikim. Ji bilî vê tu armanc û hewldana min nîne. Bila zarokên min, xwarzî û biraziyên min û birayên min ji vê piştrast bin. Daxwazeke min ji wan heye û bila piştrast bin; ez ji bo kesên li wê derê, yên li hêla din canê xwe feda nakim. Ez mirovekî ewqas jirêzê nînim. Ez canê xwe di vê rêyê de feda dikim. Ez canê xwe ji bo serokê Kurdistanê feda dikim. Ji ber ku emrê min bi vê dozê derbas bû. Ev 10 sal in ji vê dozê veqetiyam. Ez çi bikim jî, ji ber ku emrê min jî êdî derbs bû, hinek bêdeng mam û min nekarî tiştekî bikim. Ji ber ku hemû emrê min bi vê dozê derbas bû. Ji ber kalbûna xwe nikarim tiştekî bikim. Bifikirin ku ev 22 sal in Rêbertî… Bila xelet neyê fêmkirin. Bila kesek xelet fêm neke, hêrsa min li dijî tu kesekî nîne. Banga min ji bo gelê kurd e. Hev bigirin. Ji bilî vê feydeya tu tiştekî din bo me nîne. Weke ku min got, ez di 12’ê Îlonê de li Zindana Amedê mam.

Merhaba hevalên min.

Ez di şexsê xwe de vê çalakiyê îşev li dar dixim. Ev çalakiya min ji bo Serokê Kurdistanê Abdullah Ocalan e. Ev 22 meh in tecrîdkirî ye. Ez vê tecrîdê lanet dikim. Heke mirovek 22 mehan tecrîdkirî be û nekare biaxive, divê em kurd xwedî li Serokê xwe derkevin. Nexwe di vê rêyê de em tevek dê yek bi yek bên tunekirin. Em ê ji hev belav bibin. Daxwaza min a ji ciwan û jinê kurd ev e; ez çavê we tevan maç dikim. Bi xatirê we tevan. Karwanê şehîdan li benda min e. Xelef Kavrî, hêj di destpêkê de rêhevalê min bû. Şeva Çaran, Ferhat Kurtay li benda min e. Ez ê çalakiya xwe bi serbilindî pêk bînim. Çiqas nevî û zarokên min hebin, tevek jî di dilê min de ne. Ez ji tevan jî hez dikim, wan maç dikim. Bila xwîşk û birayên min baş bin. Bila xwedî li nevî û zarokên min derkevin û jê re bibin alîkar. Daxwaza min a ji we ev e. Ji bo keçên min, keçên min bavê we mirovekî bişeref e. Bavê we tu carî tiştekî nebaş bi serê we neanî. Pere, mal û milk tiştek nîne. Dê tevek jî bi mirinê re biçe. Em tevek jî dê di vê rêyê de biçin. Lê belê heke mirov xwedî şeref be, di rêya mirovahiyê de be, di rêya welêt de be, ya herî delal ev e. Di jiyanê de jiyan çiqas xweş be, mirin jî wisa ye. Heke tu jiyana xwe nezanî, dê mirina xwe jî nezanî… Bûkên min, zarokên min, xwarzî û biraziyên min, ji bo min negirîn. Bila li pey min tililiyan biavêjin. Ji ber ku min rêya şeref û namûsê hilbijart. Êdî dema min temam e. We tevan maç dikim. Hadê bi xatirê we. Li xwe baş binêrin. Ez bi rûkenî diçim. Ez bi eşq û îradeya xwe diçim. Ez ne bi darê zextê diçim. Bila kesek xelet fêm neke. Ev çalakî, çalakiyeke siyasî ye. Ji bo Rêberiya me ye. Ez dixwazim hûn bi vê bizanin. Silho, xwedî li zarokên min derkeve. Dê hadê li xwe baş binêrin. Şeva we xweş be. Heqê min li ser kê hebe bila helal be. Bila ew jî heqê xwe helal bikin. Bila ew jî di rêya baş de bin. Baş bin.

Bila kesek xelet fêm neke. Ez ji bo karên cuda vê çalakiyê nakim. Xelet fêm nekin. Bi hemû kesî re mîna xwişk û bira û rêhavalan bimeşin. Şeva we xweş be. Ez bi çavê we tevan maç dikim. Di jiyana we de ji bo we tevan serkeftinê dixwazim.”