3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Waliyê Şirnexê ji bo deng bidin AKP’ê gef li keyayan xwar

Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn, bi keyayan re civînek kir û ji bo deng bidin AKP’ê bi van gotinan “Heke encama weke ku em dixwazin dernekevin, ez ê paşê bi we re biaxivim.” gef li keyayan xwar.

Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn, beriya namzetên AKP’ê li bajar ji bo AKPP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamya (MA) daye, Walî Bîlgîn, li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Basayê bi keyayên gund û taxên navçeyê re civînek kiriye û ji bo ku deng bidin AKP’ê gef li keyayan xwariye.

Ji bo AKP’ê gef li keyayan xwar

Di civîna ku beşdarbûna wê ferz kir de walî Bîlgîn, ji bo ku deng bidin AKP’ê û ji bo wê deng kombikin gef li keyayan xwar. Li gorî agahiyên ku keyayan daye Walî Bîlgîn ev tişt ji keyayan re gotiye: “herkes ji gund û taxa xwe berpisyar e. Heke hûn dengê xwe nedin AKP’ê bifikirin ez ê piştî hilbijartinê çi bînim serê we. Ez dizanim, hûn ê herin bibêjin ‘Walî gef li me xwar’, belê ez gef dixwim. Lê divê hûn vê bizanibin, heke encama weke ku em dixwazin dernekevin, ez ê paşê bi we re biaxivim. Ez ê Reîs bi we nedim xwarin.”

Li aliyê din tê diyarkirin ku walî Bîlgîn, serdana navçeyên Qileban û Elkê jî kiriye û bi keya, rayedarên emniyetê, leşker û serokên hin eşîran re civînan kiriye.