2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Warê kurdan: Kurdistan

Salanê Zerdeşt

 Mîrnişînên kurdan nexşeya rast a Kurdistanê xêz dikin. Ji ber ku bêyî piraniya nifûsa wan mîrnişînan ku ji neteweya desthilatdar bin, avakirina mîrnişînan ne pêkan e û bi vî awayî piraniya nifûsa van mîrnişînan kurd bûn.

Pird ne welatê bapîrên kurdan, şûmarî, sûbarî, kaşiyan û hûrî-mîtaniyan e ku sînorên wê ji Ermenistanê heta Îsraîl-Filistînê dirêj bûne û şûnwarên wê hê jî nîşaneya vê yekê ne.

Mijar ne padîşahiya Medyayê jî ku sînorên wê ji Afganistanê ber bi rojhilat ve dirêj dibû, belkî hinek ji axa Afganistanê jî beşek ji Medyayê bû û ji rojava ve bi Deryaya Spî ve û ji bakur ve jî warên “kados” sînor bû, ên li dervayî çemê “Aras” ku ji bakurê Kurdistanê dertê û di hemû Ermenistan û Azerbaycanê re derbas dibe û Medya li başûr bi Kendava Şûmerî (Hurmûz/Fars) re sînordar bû.

Împaratoriya Medyayê; Pars, Ermenistan, Aşûr, Êlam, Hîrkanî, beşek ji Pakistan li ser Zeryaya/Okyanûsa Hindê û ta rojavayê Kurdistanê pêk dihat.

“Mîrên Babîlan bapîrên kurdên Medya bûn”, dîroknas Berosus di sedsala sêyemîn a berî zayînê de jiyaye, ew dîroknivîsekî babilî bû. Wî gotiye ku Med ji destpêka desthilatdariya Babîlê ve li ser Babîlê desthilatdar bûne û ji 86 şahên Babîlê 84 ji wan Med û tenê 2 ji wan Keldanî bûne û ev yek ji berî zayînê zêdetirî 3000 sal bûye.

Dîroknas Berossus di berdewamiya axaftina xwe de dibêje ku koma duyemîn a mîrên babîliyan hemû Med bûn û ji 8 şahan pêk dihat ku 224 salan li Babîlê desthilatiyê kirin. Ev gotin îspat dike ku medî niştecihên eslî yên herêmê bûne û beriya ku semît werin Mezopotamyayê bûn û ew li Mezopotamyayê dijiyan.

Berossus her wiha agahdarî li ser eslê babîliyan ji yewnaniyan re veguhestiye dide. Ji ber ku wî bi zimanê yewnanî baş dizanibû û ev yek piştrast dike ku nivîsên Berossus li ser belgeyên babilî yên pêbawer hatine damezrandin.

Mîrnişînên kurdan nexşeya rast a Kurdistanê xêz dikin. Ji ber ku bêyî piraniya nifûsa wan mîrnişînan ku ji neteweya desthilatdar bin, avakirina mîrnişînan ne pêkan e û bi vî awayî piraniya nifûsa van mîrnişînan kurd bûn û bi vî awayî sînorên Kurdistanê diyar dikin.

Ji ber vê çend mîrnişînên Kurdan ji bo xêzkirina sînorên Kurdistanê tê nirxandin. Ne tenê navên mîrnişînan, sînorên wan û dirêjiya desthilatdariya wan, ji bilî gotina tiştekî li ser Komara Sor a Kurd a ku piştî Şoreşa Bolşevîkan li Yekitiya Sovyetê hilweşiyayî, li Ermenîstan û Azerbaycanê hate damezrandin.

Mîrnîşên kurdan;

Mîrnişîna Eyşanî (912-961 P.Z.): Ji Nehavend, Dînûr, Hemedan û Samnan heta sînorên Azerbaycanê digirt dest.

Mîrnişîna Rewadî (P.Z. 948-1071): Herêmên Meraxê, Tebrîz, Azerbaycan, Ûrmî/Germî, Xoy, Salmas û Ermenistanê di nav xwe de digirt.

Mîrnişîna Şedadî (P.Z. 951-1198): Navçeya Aranê li bajarên Barda, Dabil, Genca û Bakûyê (herêmên hem li Ermenistana û hem jî li Azerbaycanê ne) dihewand, ku sînorên wê ji bajarê Rewandûzê heta bajarê “Genca” li Azerbaycana îroyîn.

Mîrnişîna Hesewnî (P.Z. 959-1015): Li herêmên Loristanê, Dînûr û Hemedan, serweriya wê li rojavayê Îranê û bakurê Mezopotamyayê dikir û paytexta wê bajarê Dînûr bû, ku dikeve bakurê rojhilatê bajarê Karamaşanê.

Mîrên vê mîrnişîniyê Yarsanî bûn

Mîrnişîniya Merwanî (P.Z. 983-1096): Ev li bakurê Kurdistanê li herêmên Amedê; li bajarên Miyaxartin, Mêrdîn, Amed, Xelat, Bedlîs û herêma rojavayê Kurdistanê û başûrê Anatoliyê desthilatiyê kiriye.

Mîrnişîna Anazî (1046-1139 mîladî): Li herêma Helwanê hatiye damezrandin û heta herêmên Esedabad, Daqûq, Mendalî û “El-Numaniyê” li parêzgeha Kut û heta bajarê Kirmaşanê dirêj bûye.

Mîrnişîna Hezbaniyan (958-1139 mîladî): Li bajarê Hewlêrê derketiye û li piraniya herêmên derdora Hewlêrê desthilatdar bûye.

Mîrnişîna Erdelan (1169-1869 mîladî): Ji Îsfehan, Hemedan, Karamaşan, Hewraman, Şarezûr, Hewlêr, Rewandoz, Kerkûk, Mûsil, Kifrî, Xaneqîn, Mendalî, Tikrît û beşek ji parêzgeha Kutê pêk dihat.

Komara Kurdistana Sor (1923): Kurdistan bû pênc parçe, her parçeyek bi Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û Ermenistanê ve hat girêdan.

Lenîn razên Peymana Sykes-Picot diyar kir û bi vî awayî Rûsyayê piraniya para xwe ya bakurê Kurdistanê ku bi Tirkiyê ve hatibû girêdan winda kir.

Beşek biçûk ji Kurdistanê di bin destê Yekitiya Sovyetê de ma, ku di 7’ê tîrmeha sala 1923’yan de bi navê (Komara Kurdistana Sor) bû komar.

Di vê komarê de herêma ku piraniya şêniyên wê kurd in, li nêzî herêma Qerebax a Azerbaycanê bû.

Sînorê wê Azerbaycan, Ermenistan û Gurcistanê bû. Rûberê wê (6 hezar 210 km²) çargoşe bû û nifûsa wê di sala 1926 de nêzîkî (51 hezar û 426) kes bû, ku ji wan (37 hezar 182) kes (%72,3) kurd û yên mayî jî Azerî (% 27,2) bûn.

*Vedera kurdî: Salanê Zerdeşt

*Jêdera erebî: Mehdî Kakeyî