17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Warê şêr û egîdan: Çiyayê Gabar

Çiyayê Gabarê bi hezaran salan newal, gelî û zozanên xwe ji bo mirovahiyê kiriye sifre û gel li xwe kirine mêvan. Gelên li vir bi cih û war bûne bi hezaran salan ev der ji bo xwe kirine warê jiyanê. Lê îro dewlet van çiyayan qedexe û talan dike.

Çiyayê Gabarê, bi xweza û nebatên xwe, bi cureyên sewal û zindiyên xwe, bi newal, gelî, gir û deviyên xwe cihekî wekî bihiştê ye. Çiyayê Gabarê bi zozan û mêrgên xwe bi zinar û şikeftên xwe cihê parastin û starê ye. Bi dehl û rezên xwe bi gul û kulîlkên xwe warê jiyanê ye. Ji ber vê yekê gerîllayên PKK’ê di desetpêkê de çiyayê Gabarê ji bo xwe kirine lûs û star. Ji ber petrola çiyayê Gabarê ye îro dewlet dar û berê wê talan û wêran dike û bîrên petrolê dikole.

Gabar, an go çiyayê Gabarê yek ji çiyayên mezin ên Bakurê Kurdistanê ye. Ev çiya, bi taybetî ji ber fermandarê navdar Mahsum Korkmaz (Egîd) li wir şehîd ket, ji hêla raya giştî ve nêzîk tê nasîn. Çiyayê Gabarê warê gerîla ye. Ji ber gerîlayên PKK’ê Gabar ji bo xwe kiriye hêlîn, lûs û star artêşa tirk bi hezaran operasyonên leşkerî pêk anîn. Bi salan e ketin û derketina gundên herêmê qedexe dikin. Lê heta niha encam negirtiye. Çiyayê Gabarê ji ber bûye warê şerê gerîlayên PKK’ê û artêşa tirk gelek stran li ser hatine gotin. Piştî Fermandarê mezin Mahsum Korkmaz (Egîd) di 28’ê Adara 1986’an de li vir şehîd ketiye hozanê mezin Aram Tîgram li ser wiha stiriye:

Çiyayê Gabaro

Çiyayê Gabaro çiyayê Gebaro

Ax tim bi derdo, bi kul û hawaro

Tu ji xwe re bike piştî û baro

Em mane bê cih mane bêwaro

Xewa min nayê, xewa min nayê

Serê min diêş e ji derde dinyayê

Birîna min kur e derman lê nayê

Kula şêr Egîd ji dilê me dernayê

Çiyayê Gabaro çiyayekî bilind e

Cihê hêlînaşêr û egîdan e

Çiyayê kurda yî bi nav û dengî

Çima bindest bî, ta heta kengî …

Aram Tîgran

Rengîniya cîhanê

Çiyayê Gabarê di aliyê jeolojik de wekî rêzeçiya û rêze newal tê zanin. Gelek cureyên nebat û gihayan li vir şîn dibin. Gabar, ji aliyê jeolojik de cihekî pir rengîn û bêhempa ye.

Çiyayê Gabarê bi sed hezaran salan piştî gelek guhertin û veguhertinên xwezayê, kevirên kireç, kîl, volkanik û şeklekî wekî nexşeyek rengîn ava bûye. Ji ber aliyê jeolojik, di aliyê nebat û zindiyan de jî bûye bihuştek herî dewlemend û rengîn. Di aliyê cureyên nebat û sewalan de yek ji cihê herî dewlemend ê zindî û giyaneweran e. Ji bo sewalkarî û çotkariyê jî cihekî rengîn û zengîn e.

Erdnîgariya çiyayê Gabarê: Çiyayê Gabarê li bajarê Şirnexê ye. Bajarê Şirnexê 20 km li rojhilatê Gabarê ava bûye. Bilindahiya çiyayê Gabarê di navbera 700 – 2000 metre de tê guhertin. Ji bajarê Sêrtê dest pê dike û heta Şirnex û başûrê Kurdistanê dirêj dibe. Bakur û başûrê Kurdistanê bi hev ve girê dide.

Taybetiyên şekl û şemalê wî

Çiyayê Gabarê çiyayekî pir bi newal û lat in. Gir û newalên wî pir zêde ne. Meşa li çiyayê Gabarê pir zor û zahmet e. Mirovên li ser pişta vî çiyayî mezin nebûbin û bi mehan lê nebûbin mêvan nikarin li vî çiyayî rêwîtiyê bikin. Divê dol û newalên wî nas bikin. Divê gir û qilaçê vî çiyayî baş nas bikin. Bi sedan gir û newal li pey hev rêz dibin. Wekî rêzegiran li pey hev hatine avakirin. Rêzenewal, rêzexelek û gelî li pey hev hatine avakirin. Li vî çiyayî darên findiq, fisteq û berû û gelek cureyên darên din şîn dibin. Bi hezaran şikeft di vî çiyayî de hene û ji bo parastina sewal û mirovan wekî stargeh jî tê nasîn. Ji bo dehl û rezan bi dehan deşt li ser pişta çiyayê Gabarê hene. Wekî sifra xwarinê her tim vekiriye û mirovên li vir dibe mêvan wan tu carî birçî nahêle. Mirov û sewalên li vir bijîn tu carî birçî nabin. Tu carî nexweş nakekevin.

Taybetiyên stratejîk

Çiyayê Gabarê di aliyê fizîkî, erdnîgarî, çandinî, sewalkarî û avhewayê de cihekî pir taybet e. Ji bo jiyanê û parastina mirovan cihekî stratejîk e. Bakur û Başûr bi hev ve girêdide. Mirovan tu carî bêparastin nahêle. Ji germa havînê û serma zivistanê diparêze. Çiyayê Gabarê havînan bi hezaran mirov di bin siya darên xwe de û zivistanan jî di şikeftên xwe de dikare bike mêvan û wan biparêze. Ji ber vê yekê çiyayê Gabarê yek cihê ku herî zêde gerîlayên PKK’ê lê bi cih bûye û ev der ji bo xwe kiriye stargeh û warê jiyanê ye.

Yek cihê ku bi sedan operasyonên leşkerî pêk hatiye û artêşê li vir encam negirtiye, çiyayê Gabarê ye. Ji bo vê yekê îro dewleta tirk li gel cerdevan û şîrketên taybet li aliyekî bîrên petrolê ava dike, li aliyê din xwezaya wê, daristana wê, dahl û rezên wê talan û wêran dike. Li aliyekî dişewitîne, li aliyekî daran dibire.

Axa wê zîv û zêr e

Çiyayê Gabarê bi qasî bi xweza û şinahiyê xwe wekî bihiştê ye, bi çavkaniyên binerd jî cihekî herî dewlemend e. Yek ji çavkaniya herî dewlemend ku îro cîhan dixwaze ji bo wê şer bike çiyayê Gabarê ye. Îro ji ber vê petrolê ye, bi salan de dar û beren li vî çiyayî tên birîn. Ji ber vê petrolê ye, Şîrketên petrolê di nava lêgerînê de ne û xwezaya vir talan û wêran dikin. Hebûna petrolê ya li Gabarê çavkaniyek herî dewlemend a Kurdistanê ye. Gelek parlamenterên AKP’ê û parlamenterên AKP’ê yên Şirnexê vê petrolê di xizmeta xwe de bikar tînin. Ji ber vê yekê koma AKP’ê û şaredariya ku AKP’ê dest daniye ser dixwaze hemû Şirnexê kontrol bike. Heta ji wan tê gelê Şirnexê xizan dikin lê dewlemendiya xwe zêde dikin.”

Dewleta tirk dixwaze kapasîteya hilberîna petrolê ya li çiyayê Gabarê rojane derxe 100,000 bermîlan. Bi vê armancê jî TPAO (Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê) hewl bide bîrên nû veke.

Şîrketa tirk dixwaze piraniya wan li Gabarê hejmara bîran derxe 140’î. Eger dewleta tirk vê armanca xwe pêk bîne wê bikaribe bigihîje hedefa hilberîna xwe ya rojane. Hikumeta Erdogan ji bo pêkanîna talana petrolê li Gabarê heta niha 300 km rê çêkîr û niha dixwaze vê tora rê derxe 600 km’yî.

Li aliyekî din, dewlet hewl dide petrola hatiye hilberîn parzûn bike. Ji bo vê jî xeteke boriyê ya ber bi îstasyona BOTAŞ’ê ya li Hezexê ve çêdike. Dirêjahiya vê xetê bi qasî 36 km ye û heta niha li derdora 20 km yê wê hatiye çêkirin. Ev xet bi Xeta Petrolê ya bi Iraq-Tirkiyeyê ve wê bê girêdan û bi vî awayî xwe  bigihîjîne bajarê Ceyhanê.

Dewleta tirk eger bikaribe rojane 100,000 bermîl hilberîne dê salane 3 milyar dolar pere têkeve xizneya wê.

Hukumeta tirk ragihandibû ku li Çiyayê Gabarê rojane 40 hezar bermîl petrol tê hilberîn.

Namzeda DEM Partiyê ya Şaredariya Şirnexê Bêrîvan Kutlu di hevpeyvîna xwe ya bi Infowelat re bal kişandibû ser giringiya Şirnexê ya ji bo dewletê. Kutlu anîbû ziman ku çavkaniyên binerdî yên herêmê û hebûna petrolê ya li Gabarê dibesedem ku dewlet dest dine ser. Koma AKP’ê û parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê para xwe ji vê petrolê digirin. Lewma jî vê komê şaredarî jî tê de, dixwaze hemû Şirnexê kontrol bike. Heta ji wan tê gelê Şirnexê xizan dikin lê dewlemendiya xwe zêde dikin.”

Gola li çiyayê Gabarê bi xweşikbûna xwe balê dikişîne ser xwe. Bi ava zelal ku diherike nava deşt û newalan jiyanê li vir geş û xweş dike. Bi hezaran mirov ji bo biçin geşt û seyranê diçin li dora Golê nava şînahiyê bêhna xwe didin.

Çiyayê Gabarê hem bi xwezaya xwe, hem bi nebat û sewalên xwe, hem jî bi warên dîrokî cihekî taybet û dewlemend e. Gelek şûnwarên dîrokî nîşani me dide ku bi hezaran sal berê mirov hatine li vir bi cin bûne û van çiyayan sînga xwe ji mirovahiyê re ji civakîbûnê re vekiriye. Şûnwarên li vir nîşanî me didin ku van çiyayan gelê Med, Mîtanî, Hûrî, Asûrî, Hitît û Pers li xwe kirine mêvan.

Ji ber hemû çiya û axa wê bi bereket e, welatiyên li vir dijîn bi sed hezaran wesal li vir xwedî dikin. Warê berekete ye. Warê avê, warê petrolê, warê sewalkariyê ye.

Ev çiyayê ku bi hezaran salan malovanî ji mirovahiyê re kiriye îro tê qedexekirin. Ev çiyayê ku bi hezaran salan bûye warê xêr û bereketê îro dewleta tirk ketin û derketina çiyê qedexe dike. Çiyayê ku bi hezaran salan bi milyonan sewal li ser pişta  xwe xwedî kiriye, bûye warê bereketa şîr, penêr, goşt, nebat û sedan cûreyên şînahiyan îro bi destê dewletê tê qexekirin. Dewlet li aliyekî van çiyayan qedexe dike, li aliyekî darên berû dibire. Li aliyê din hemû dehl û daristanê wê dişewitîne û dixwaze van çiyayên xêr û bereketê bêmirov bihêle.