28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“Wê ev agir we jî bişewitîne”

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di jiyana kurdan de rojên reş ewqas zêde bûne ku hema her roj, salvegera bûyereke bixwîn e. Salvegera êrîşa li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê yek ji van rojan e. Beriya 28 salan avahiyên rojnameya Ozgur Ulkeyê yên li Stenbol û Enqerê bi awayekî hemwext hatin bombekirin. Tevî hemû êrîş û zextan jî xebatkarên Çapemeniya Azad xwedî li kevneşopiya Ozgur Ulkeyê derdikevin.

Şeva 3’yê kanûna 1994’an, saet di 3’yan de bi teqameniyên C-4 navenda rojnameyê ya li Kadirgaya Stenbolê, buroyên rojnameyê yên Cagaloglu û Enqereyê hatin bombekirin. Di encama êrîşa li dijî avahiya navendî ya li Stenbolê xebatkarên rojnameya Ozgur Ulkeyê Ersîn Yildiz şehîd bû û 23 kes jî birîndar bûn.

15 roj şûnde bi belgeyan derket holê ku êrîş bi fermana serokwezîra demê Tansû Çîller pêk hatiye. Li gorî belgeya ku îmzeya beşdarên civîna Lijneya Ewlekariya Mîlî ya dewleta tirk MGK’ê jî li ser hebûn, navê Ozgur Ulkeyê hatibû dayîn û dihate gotin ku divê ev rojname were berterefkirin. Tevî vê êrîşa hovane jî xebatkarên ragihandina azad rojek piştî êrîşa bombeyî rojname bi 4 rûpelan amade kirin û bi manşeta “wê ev agir we jî bişewitîne” çap kirin.

Ev êrîşa ku çavkaniya xwe ji dijminatiya gelê kurd digre îro jî bi destê desthilata AKP-MHP’ê bi awayên cuda dewam dike. Zext û êrîşên li dijî Çapemeniya Azad, girtina bêhiqûqî ya rojnamevanên kurd û mohrkirina saziyên ragihandinê ji nêz ve bi siyaseta dij-kurd ve eleqeya wê heye.

Wê demê ango salên 1990’î rêvebiriya çete ya Serokwezîr Tansû Çîller, Serfermandarê Artêşa tirk Dogan Gureş û Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar jî bi gotina “em ê PKK’ê têk bibin” hatin ser postê desthilatê. Ji bo vê armanca xwe ya qirêj serî li gelek qirêjiyan jî dan.

Li bakurê Kurdistanê bi deh-hezaran kurd hatin qetilkirin, zêdetirî 4 hezar gundên kurdan vala kirin û şewitandin. Bi sedhezaran kes ji warên xwe bûn û gelek kes bi destê dewletê hatin windakirin. Li dijî kurdan her cûre qirêjî, îşkence, kuştin û pêkanînên dermirovî kirin. Êrîşa li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê jî yek ji van êrîşan bû.

Îro jî desthilata AKP-MHP’ê bi heman armancê li dijî gelê kurd û saziyên siyaseta demokratîk, bi fermana Erdogan, Devlet Bahçelî, Suleyman Soylû, Hakan Fîdan û Hûlûsî Akar di nava êrîşên qirkirinê de ne. Ev desthilat ji faşîzma Çîller-Agar û Gureş jî derbas kiriye.

Ji salên 1990’î heta niha bi dehan xebatkarên Çapemeniya Azad hatin qetilkirin û gelek rojnamevan bi awayekî derqanûnî avêtin zîndanan û dan girtin. Lê belê tevî hemû êrîş û zextan jî kevneşopiya Çapemeniya Azad dewam dike û rastî di tariyê de namîne.

Ji bo rastî di tariyê de bimînin û sûcên şer ên dewleta dagirker di qada navneteweyî de neyên teşhîrkirin bi her cûreyî êrîşî Çapemeniya Azad dikin. Êrîşa li dijî Ozgur Ulkeyê jî yek ji van êrîşan e. Mîna di belgeyan de hatiye aşkerakirin di asta jor a dewletê de ev êrîş tên plankirin û pêk anîn. Tevî ku ev sûc bi belgeyan jî  hatine piştraskirin, ji ber mijar kurd e û sûcên li dijî kurdan e, li Tirkiyeyê û qada navneteweyî bêdengiyek mezin heye. Ev jî durûtiya li dijî gelê kurd bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Yanî bi gotineke din dîsa kurd dibin qurbana berjewendiyên navbera hêzên hegemon.

Tevî hemû înkar û êrîşan jî îro li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat li ser kevneşopiya Çapemeniya Azad bi hezaran rojnameger bi zimanên xwe yên dayikê van sûcên dewletên serdest deşîfre dikin.

Sazî û dezgehên kurd ên hêza xwe ji heqîqetê digirin bi îradeyeke mezin li ser şopa Apê Mûsa, Ersîn Yildiz, Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel û bi hezaran rojnamegerên di vê oxirê de şehîd bûne di nava têkoşîneke mezin de ne. Dibe ku îro dewleta tirk a dagirker û hevalbêndên wê bi dekûdolaban ser rastiyê bigirin lê wê rojekê bi hêz û îradeya van rojnamegaran rastî derkevin holê û sûcdar bên darizandin.