2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîr dîsa tecrîd red kir

Xizmên girtiyan bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin û rapor pêşkêşî tunç kirin. Xizmên girtiyan bal kişandin tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin tecrîd bi dawî bibe. Wezîr dîsa tecrîd red kir.

Xizmên girtiyan û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal û Dîlan Kûnt li avahiya wezaretê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin. Tûnç, beriya Cejna Qurbanê beriya civîna Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan (ÎHÎK) bi xizmên girtiyan re hevdîtin pêk anî, ji bo serlêdanê îro randevû da.

Di hevdîtinê de xizmên girtiyan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên boykotê yên ji aliyê girtiyan ve hatine destpêkirin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku pirsgirêkên girtiyan ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin û diyar kirin ku 40 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û ev ne qanûnî ye.

Wezîr dîsa tecrîd înkar kir

Wezîr Tûnç îdia kir ku tecrîd tune ye. Hewl da xizmên girtiyan ên bi israr qala tecrîdê dikin bêdeng bike. Lê belê xizmên girtiyan diyar kirin ku heta tecrîd rabe wê çalakiya xwe bidomînin.

Li aliyê din parlamenterên DEM Partiyê anîn bîra Wezîrê Dadê ku tecrîd di raporên CPT’ê û biryara tedbîrê ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye diyarkirin.  Parlamenteran rapora 2023’yan a Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî ku tê de tecrîd û geşedanên li ser Abdullah Ocalan tê de cih digire, dan wezîr. Her wiha parlamenteran rapra ku biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdaereyê ku berdan girtiyan asteng dike, pirsgirêkên tenduristiyê û gelek pirsgirêkên din tê de cih digritin radestî wezîr kirin.