26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîr îro jî daxwaza edaletê red kir

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza ku li wê hate vekirin da û got: "Kesên sûcdar serbest in, lê mexdûran ceza dikin.”

Emîne Şenyaşar a xizmên wekîlê AKP’ê di 14’ê Hezîrana 2018’an de hevjîn û 2 kurên wê li navçeya Pirsûsê qetil kirin, 107 roj in çalakiya Nobeda Edaletê li pêş Wezareta Dadêi didomîne. Emîne Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin û kurê wê yê girtî bê berdan çalakyia Nobeda Edaletê li pêş Wezareta Dadê ya Enqereyê didomîne. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar di roja 107’an de xwest bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin. Lê wezîr wekî her carê îro jî deriyê xwe li daxwaza edaletê venekir.

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza “heqareta li karmendekî cemaweriyê” ku li wê hatiye vekirin, da û got, “Yên ku sûc dikin li derve digerin. Lê ji bo îfadeyê gazî min dikin. Em sê-çar rojan carekê diçin dadgehan. Bila kesên sûc kirine bên girtin. Çima wan nagirin? Dema ew digerin, kurê min di girtîgehê de ye. Ez edaletê dixwazim. Deriyên wezaretê kilît dikin. Hemû zarokên min kuştin, bila vî zarokê min bihêlin. Heta ku zarokê min bê berdan ez ê tu carî ji vir neçim.”

Şenyaşar bertek nîşanî helwesta wezîr da û got: “Binêrin derî li me girtin. Hema em digihîjin vir, deriyan kilît dikin û xwe vedişêrin. Piştî çalakiyê Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çû Meclîsê.