3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê li Qahîreyê ye

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad gihaşt paytexta Misir Qahîreyê û bi wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî re hevdîtin kir

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad gihaşt paytexta Misir Qahîreyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî re hevdîtin kir.

Ji dema endamtiya Sûriyeyê li Komkara Erebî hatiye sekinandin û ji destpêka krîza Sûriyeyê ya 2011′an ve, ev serdana yekemîn a Mîqdad a ji bo Qahîreyê re ye.

Têkilarî mijarê, çavkaniyên malpera El Erebiye destnîşan kirin ku amadekariyên civîneke Misir û Sûriyeyê dê di dema pêş de pêk were.

Çavkaniyan da zanîn ku dê şandeyeke ji Misirê serdana Sûriyeyê bike da ku amadekariyên civîneke hevbeş piştî cejna Remezanê pêk bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev serdan beriya civîna çaralî ya cîgirên Wezîrên Karên Derve yên hikumeta Şamê, Tirkiye, Îran û Rûsyayê ku tê payîn roja sêşema bê were lidarxistin, tê kirin.