7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê Urdinê serdana Sûriyeyê kir

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen El Sefedî li Şamê ye. Di 5 mehan de ev serdana duyemîn a El Sefedî ye ku tê Sûriyeyê û rayedarên hikûmeta Şamê re dicive

Li gorî agahiyên çapemeniya hikumeta Şamê Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad bi hempîşeyê xwe yê Urdinê Eymen El Sefedî re civiyaye.

Medyaya Urdinê diyar kir ku cîgirê serokwezîr û Wezîrê Karên Derve û karên penaberan Eymen El Sefedî serdana Sûriyeyê kir. Di serdanê de bi Beşar Esed û gelek berpirsan re civiya.

Çav li rê ye ku El Sefedî di serdana xwe de têkiliyên dualî, hewldanên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê û dozên din nîqaş bike.

Li Urdinê bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad civîna Emanê ya şêwirê hatibû lidarxistin. Ev civîn ji bo temamkirina civîna şêwirê ya dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê, Urdin, Iraq û Misirê bû ku di 14′ê Nîsanê de li Cedaya Erebistana Siûdî hate lidarxistin.