18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xalên peymana destwerdana Lîbyayê derketin holê

Ji bilî Sûriye û Iraqê yek ji welatên ku herî zêde dewleta tirk leşkerên xwe lê bicih kirine, bargehên xwe lê çêkirine û destwerdana karê wê yê navxweyî kiriye, Lîbyayê ye.

Piştî aşkerekirina xalên peymana di navbera serokê hikûmeta demkî yê Lîbyayê û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin, rexneyên tund li hikûmeta Dubeyba tên kirin

Rexneyên ku li serokê hikûmeta demkî ya “yekîtiya neteweyî” Abdulhamîd Dubeyba hatin kirin, piştî eşkerebûna şertên “peymana lihevkirinê” ya ku di Adara borî de bi Tirkiyeyê re hatibû îmzekirin, zêde bûn. Çapemeniya tirk şertên peymana ku nêzî 6 meh berê di navbera Dubeyba û Enqereyê de têkildarî rewşa hêzên tirk ên li Lîbyayê hate îmzekirin aşkere kir û diyar kir ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di 12’ê Tebaxê de pêşkêşî Meclîsê kiriye.

Ev peyman  ji 24 xalan pêk tê û piraniya xalên wê derfetên berfireh û bêsîbor dide artêşa dewleta tirk ku li Lîbyayê li gorî dilê xwe tevbigere.

Di nava wan xalan de yek jê xala; “Her tawanên ku ji hêla personelên leşkerî yên Tirkiyê ve di pêvajoya pêkanîna erkên xwe yên fermî de li gorî qanûnên Tirkiyê bê darizandin.”

Piştî belavkirina bendên vê peymanê rexneyên hikûmeta demikî ya Dubeyba hatin kirin û hinan ew wekî “peymana şerm û riswabûnê” binav kirin. Di heman demê de şîrovekarê siyasî yê lîbî  El-Erebî El-Orfali ev yek wekî “dagirkirina bajarên Lîbyayê” binav kir.”

Di xaleke din a peymanê de wiha tê gotin: “Hikûmeta rojavayê Lîbyayê soz dide ku sotemenî û hewcedariyên din ên lojîstîkî yên hemû wesayîtên hêzên Tirkiyê bêpere bi cih bîne” û “Mafê hêzên Tirkiyê ye ku bi karsazên li Lîbyayê re peymanan îmze bikin. ” Ger tiştê mijarê gotinê li herêmê neyê dabînkirin, dê bi peymankarên derve re peyman were danîn û hikûmeta Lîbyayê jî dê mesrefan bigire ser xwe.”

‘Trablusa Lîbyayê dibe parêzgeheke Osmanî’

Li gorî malpera El Hedes a erebî şîrovekarê siyasî Ehmed Ebû Erqûb di wê baweriyê de ye ku şertên peymanê “Libyayê ji Tirkiyeyê re dike baregeheke leşkerî û her wiha rê dide Tirkiyeyê ku bê sînor bigihîje qada hewayî û deryayî ya Lîbyayê.” Bêguman dibe ku ev yek rê li ber zêdebûna asta rageşiya li herêmê.”

Ebû Erqûb di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Esharq El-Ewset de dibêje; “eger ev rêkeftin were pejirandin û bikeve meriyetê; Ev tê wê wateyê ku Lîbya bi awayekî fermî ketiye bin dagirkeriya dewleta tirk. Wê gavê ji me jî tê xwestin ku berdêla dagirkeriyê jî bidin.”

Partiyên siyasî berê jî nerazîbûna xwe li hember vê peymanê diyar kiribûn, di nava bêdengiya hikûmeta “Yekîtiya Netewî” ya li hember nûçeyên ku der barê wê de belav bûne. Gelek çavdêran ev peyman “bandorê li serweriya Lîbyayê dike û ewlehiya wê ya neteweyî dixe xetereyê”, û daxwaz kirin ku li ser bendên ku tê de lêkolîn were kirin.

Serokê Dezgeha Netewî ya Mafên Mirovan li Lîbyayê Ehmed Ebdulhekîm Hemze got ku şertên lihevtêgihiştinê weke lihevhatineke “teslîmkirin û heqaretê” ye û di wê baweriyê de ye ku “ger welatekî welatekî din bi zorê dagir bike, ew dê ji van şert û mercên heqaretê hêsantir be.”

Akademîsyenê lîbyayî Aguila Delhoum di daxuyaniyeke çapemeniyê de dibêje ku ev peymana “şerm” ne encama vê gavê ye. Belkî encama “zincîrek xeletiyên felaketî ye ku hejmarek ji aktorên di qada siyasî ya Lîbyayê de jê berpirsiyar in.”

Delhoum di berfirehî gotinên xwe dibêje “Eşkere xuya dike ku ev peymana di navbera tirsa ku bû sedema girêdana vê peymanê  û ehmeqiya siyasî de hatiye îmzekirin dê  “Di rastiyê de wê Trablusê bike parêzgeheke Osmanî.”

Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk di van salên dawî de û piştî bûyerên bi navê serhildanên gel li Rojhilata Navîn dest pê kirin li gelek welatan destwerdan kir û têklî nava karê van welatan bû.

Ji bilî Sûriye û Iraqê yek ji welatên ku herî zêde dewleta tirk leşkerên xwe lê bicih kirine û bargehên xwe lê çêkirine û destwerdana karê wê yê navxweyî kiriye, Lîbyayê ye.