16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê Sûrê 9 sal in li hêviya çêkirina xaniyên xwe ne

Xwediyên xaniyên tomakirî yên li Sûrê hatin hilweşandin diyar kirin ku 9 sal in xaniyên nû tên çêkirin bi dawî nebûne û gotin: "Dewlet me ceza dike.”

Li taxên Cevat Paşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz ên navçeya Sûrê ya Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digirin, di 2’ê Kanûna 2015’an de qedexe li wan hatibû ragihandin. Li gorî “Rapora Bajarên Wêranbûyî” ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) di sala 2019’an de piştî qedexeyê 3 hezar û 569 avahî ku 334 ji wan tomarkirî (tescîl) bûn, hatin hilweşandin Ji sala 2015’an û vir ve beşek van avahiyan hatine çêkirin. Çêkirina xaniyên tomarkirî yên ku îhaleya wan TOKÎ’yê wergirtiye, hê bi dawî nebûye.

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê ji xwediyên 2 xaniyên ji 334 xaniyên tomakirî Hacî Kartal û Îsmaîl Ozmez 9 sal in li bendê ne ku xaniyên wan radestî wan bên kirin. Xwediyên xaniyan nerazîbûn nîşanî taloqkirina çêkirina avahiyan didin û dixwazin ku ev bêedaletî were bidawîkirin.

Hacî Kartal ê ku li taxa Cemal Yilmaz rûdinê diyar kir ku 9 sal berê ji wan re hatiye gotin ku dê xaniyên wan bên çêkirin û got: “Ji me re wisa gotin û me ji malên me derxistin. Lê hê jî xaniyên me nehatine çêkirin. Niha ez 20 hezar lîre heqê kirê didim. Ez dixwazim ev mexdûriyeta me ji holê bê rakirin.”

‘Dewlet me ceza dike’

Kartal da zanîn ku xaniyê wî hatiye ber qedandinê lê ji bo karên binesaziyê, av û ceyranê nehatine çêkirin dê di adara 2025’an ji nû ve îhaleya wan bê kirin û vê yekê jî ji endezyaran bihîstiye. Kartal anî ziman ku ew ji ber neqedandina çêkirina xaniyan mexdûr in û wiha got: “Niha li xanî pirsgirêkên binesazî, gaza sirûştî, ceyran û avê hene. Dema em dibêjin ka bidin me em çêkin, ji me re dibêjin ‘hûn nikarin çêkin, hûnê bisekinin wê dewlet çêke’. Heke dewlet bixwaze dikare di mehekî de biqedîe. Eşkere me ceza dikin.”

‘Dewletê me bi darê zorê derxist’

Îsmaîl Ozmez jî diyar kir ku li taxa Cemal Yilmaz bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin û got ku malên wan ên ku diviyabû di salekê de bihatana çêkirin, 9 sal in nehatine qedandin. Ozmez di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dewletê zext li me kir û em bi zorê ji malên me derxistin. Tevî ku UNESCO kete dewrê û pere ji bo me razand jî lê dewletê pere neda me û hemû girt û xwar. Hema bêje deh muteahîd hatin û çûn, lê malên me hê jî nehatine çêkirin. Ji ber ku xaniyên me naqedînin em di kirê de rûdinên. Ji ber vê yekê tu hêviyên me ji dewletê nemane. Em mexdûr in. Çêkirina xaniyên me qediya, lê dîsa jî teslîmî me nakin. Li ser vê yekê me serî li Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê da. Wan jî got ku dê di sala 2025’an de ji bo tamîrkirina malan îhaleya nû bê kirin û piştî wê dîrokê dê dîsa xebat jinûve bê destpêkirin.”