12 Eylül, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên Windayan aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta Recaî Aydin û Îsa Efe yên hatin windakirin û li faîlên Resûl Ercan ê hat qetilkirin pirsîn. Xizmên windayan anîn ziman ku dê têkoşîna wan bidome.

Çalakiya ku her hefte ji aliyê Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ve bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 805’an de berdewam kir. Gelek xizmên windayan û endamên ÎHD’ê tev li çalakiya li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên windayan hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Recaî Aydin ê ku di 2’yê tîrmeha 1994’an de dema ji mala xwe ya li Amedê derket û çû cihê kar lê piştre careke din agahî jê nehat girtin, hat xwendin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku Tirkiye ji damezrandina Komarê ve bi nêzîkatiyeke yekperest tê birêvebirin û Tirkperestî esas hatiye girtin. Yilmaz bi bîr xist ku salvegera Komkujiya Zîlanê ye û got: “Em dixwazin diyar bikin ku ev komkujî ji feraseta komarê ya yekperest qut nîne.” Yilmaz destnîşan kir ku divê dewlet Komkujiya Zîlan re rû bi rû bibe.

Hevserokê SES’ê ya Şaxa Amedê Mehmet Nûr Ûlûs jî diyar kir ku di salên 1990’î de gelek mirovên kurd hatin windakirin û hevalên wan xebatkarên tenduristiyê jî di nav windayan de hene û Recaî Aydin jî yek ji wan xebatkarên tenduristiyê ye. Ûlûs got ew ji bo tenduristiya gel têdikoşin û ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Recaî Aydin xwend. Çîroka Aydin wiha ye: “Recaî Aydin ê ku li navçeya Çinara Amedê bijîşkiyê dike, di 2’yê tîrmeha 1994’an de bi wesayîta xwe ji bo ku biçe cihê kar, derdikeve rê. Wesayîta wî li ser rêya Farqîn ku ne rêya wî ye, deriyên wê vekirî tê dîtin. Tevî ku malbata wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hemû saziyên fermî dan jî, der barê aqûbeta Aydin de agahî nehat girtin. Di sala 2005’an de kujerê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê de îtiraf kiribû ku ‘Di nava kesên ji aliyê JÎTEM’ê ve hatine înfazkirin Recaî Aydin jî heye’. Tevî vê îtîraf û îfadeyê jî aqûbeta Recaî Aydin nayê zanîn û kiryar jî nehatine eşkerekirin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

 Êlih

Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan li Êlihê jî di hefteya 641’an de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Cadeya Gulistanê kom bûn û daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan li vir pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin. Di çalakiyê de parazvanên mafên mirovan, Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), DEM Parti, DBP û xizmên windayan amade bûn.

Di çalakiyê de çîroka winda Îsa Efe yê li gundê Dêşî ya Mêrdînê di 7’ê tîrmeha 1996’an de binçav kirin û winda kirin xwendin.

Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Melek Atalay çîroka Efe xwend û wiha got: “Îsa Efe li gundê Dêşî dijiya. Leşkerên Qereqola Sêriyana Dêrikê di serê sibê de bi ser gundê Dêşiyê de girtin û ew binçav kirin û berdan. Di heman rojê de dîsa leşkeran bi ser gundê Dêşiyê de girt û ew binçav kirin. Piştî Îsa Efe birin careke din agahî jê nehat girtin. Wê demê Cemal Vural Fermandarê Bolukê bû.

Malbatê heta niha serî li gelek saziyên dewletê dan, lê tu encam bi dest nexistin. Dîsa gelek testên xwînê dan, lê hê jî aqûbeta Îsa Efe nayê zanîn.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê bi heman armancê li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Xizmên windayan û gelek welatiyên din beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên ditin û faîl bên darizandin” û wêneyên windayan vekirin. Di hefteya 131’emîn a çalakiyê de çîroka Resûl Ercan ê di 20’ê gulana 1993’an de hat windakirin xwendin. Cenazeyê Resûl Ercan di 7’ê hezîrana 1993’yan de hatibû dîtin.

Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Pinar Zengîn di çalakiyê de axivî û wiha got: “Heta ku dewlet bi vê rastiyê re rû bi rû nebe, mirov dê xwe di ewlehiyê de hîs nekin. Em vê rastiyê di dosyaya Resul Ercan de baştir dibînin. Kujerên Resul Ercan nehat dîtin û nehatin cezakirin. Em li vir careke din bang li rayedaran dikin, em ê di her şert û mercan de aqûbeta kujerê Resul Ercan bipirsin û bixwazin kujer bê darizandin û cezakirin.”