17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan li aqûbeta Mesût Dundar pirsîn

Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê xwestin ku kujerên Masût Dundar bên darizandin û li aqûbeta hemû windayên bûne qurbaniyên şerê qirêj ê di salên 90’î de pirsîn.

Malbatên xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 754’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên windayan û endam û rêveberên ÎHD’e ya Amedê li aqûbeta windayê bi navê Mesût Dundar, ku di 13 Îlona 1992’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû qetilkirin, pirsîn. Di daxuyaniyê de Endamê Komîteya Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz, axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Firat Akdenîz, diyar kir ku diyar kir ku leşkerên dewleta tirk bi xapandinê Mesût û bavê wî ji malê derxistine û wiha got: “Mesut Dundar di zarokatiya xwe de bi nexweşiya menejîtê ketibû û ji ber tengasiyên aborî û nebûna dermankirinê neçar mabû jiyana xwe bêdermankirin bidomîne û nexweşiya wî bandoreke mezin li derûniya wî kiribû. Mesut Dundar di xwepêşandanên navçeya Cizîrê de ji ber hilgirtina alên rengên kesk û sor zer 3 caran hat binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hat. Di tîrmeha 1992’an de polîsên Midûriyeta Polîsan a Cizîrê avêtin ser mala Mesût û ji malbatê re gotin; Em hatine Mesût bibin nexweşxaneya derûniyê ya Elezîzê. Polîs Mesûd û bavê wî ji malê derdixin. Pişt re jî Mesût dibin Nexweşxaneya Cizîrê. Lê Mesût tirsiya û ji şibakeya nexweşxaneyê xwe avêt derve û reviya.”

‘Polîsan bi ser malê de digirt’

Akdenîz, anî ziman ku polîsan roja ku bi ser mala wan de negirtibûna tune bû. Akdenîz, Diyar kir ku di heman demê de bavê Mesût jî ji aliyê polîsan ve hatiye tehdîtkirin û ev tişt anî ziman: “Polîsên ku bavê Mesût 3 rojan bi xwe re dibirin, li gundên derdorê li Mesût digeriyan. Polîsên ku nikaribûn Mesût Dundar bibînin, 3 rojan îşkenceya giran li bavê wî kirin. Bavê wî bi kuştinê tehdît kirin, jê re digotin ger tu kurê xwe neynî em ê te bikujin. Dema ku bav soza anîna wî dide ji aliyê polîsan ve tê berdan. Mesût Dundar venagere malê, her roj bi telefonê li malbata xwe digere. Di vê navberê de polîsan her roj bi ser mala wan de digirt.”

‘Kemînek hebû’

Akdenîz, bi domdarî bal kişand ser îşkenceya ku polîsan li Mesût kiribûn û wiha axivî: “Di 6’ê Îlona 1992’an de cenazeyê Mesût Dundar hate dîtin. Destên Dundar ji pişt ve girêdayî li tenişta ava Şêx Degîrmenciyê ya gundê Sûlakê hatiye dîtin. Li gorî îfadeya gelek şahidên ku bûyera li gundê Sûlakê dîtine; Yek ji polîsên ku Mesût anîn cihê bûyerê 3 kesên çekdar bi cil û bergên sivîl bûn. Leşkerên ku hatin cihê bûyerê, bi hinceta di binê cenaze de dibe ku kemînek hebe, cenaze dikişînin pişt wesayîta zirxî.”

‘Îşkenceyên giran lê hatin kirin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Akdenîz, wiha qala bûyerê kir:“Di 19’ê Mijdara 1992’yan de ev bûyer di manşeta Rojnameya Ozgur Gundemê de hat dîtin. Ji ber îşkenceyên giran di laşê Dundar de şûna gelek birînçên dijwar hebûn. Piştî ku cenaze radestî malbata wî tê kirin, têkildarî înfaza Mesût, Serdozgerî guh nade îfadeyên malbatê.”

‘Binpêkirina mafê jiyanê’

Akdenîz, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Malbatê di 13’ê Îlona 1994’an de bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da. Di 12’ê Nîsana 1996’an de Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ji malbatê îfade girt. Sedema serlêdana îfadeyê jî ew bû ku doz di 3’ê Adara 1995’an de sewqî Komîsyona DMME’yê hatibû kirin. Hat fêmkirin ku lêpirsîneke nepenî heye. DMME’yê di 2005’an de di doza Mesût Dundar de Tirkiye bi ‘binpêkirina mafê jiyanê’ mehkûm kir. Niha jî em li aqûbeta Mesût Dundar û hemû kesên ku bûne qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar, dipirsin.”