2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan: Qêrîna me ji rojeva hilbijartinê girîngtir e

 ÎHD û Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Salih Çalik û Sînan Fîdan ku di sala 1994’an de li navçeya Karaz a Amedê di binçav de hatin windakirin pirsîn

Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windakiriyan a bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 747’an de berdewam kir. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolû ya navçeya Rezan a Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan  hat rakirin û pankarta ku wêneyê windayan bi giştî li serê ye, li erdê hat raxistin. Çîroka windayan ji aliyê rêvebira ÎHD’a Amedê Derya Guven ve hat xwendin.

‘Aştî ji hilbijartinê girîngtir e’

Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke bi hilbijartinan were çareserkirin û wiha got: “Em diqîrin ku divê aqûbeta windayên me û aqûbeta mirovên me yên bûne qurbanê kuştinên kiryarên nediyar bên aşkerakirin û hesab ji kiryaran bê pirsîn û di nava rojeva hilbijartinê de winda nebin. Ev yek ji rojeva hilbijartinê girîngtir e.”

Çîroka Çalik û Fîdan wiha ye:

Salîh Çalik ê li gundê Şahlat a navçeya Karaz a Amedê dijî, di sala 1993’an de piştî gundê wan ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin bi malbata xwe re koçî navenda Amedê kir. Lê Salîh Çalik ji ber ku zeviyên wî yên li gund dihatin çandin tim û tim diçû û dihat. Salîh Çalik roja bûyerê li gund bû. Di wê demê de li wê herêmê, gundê Şahlat jî dinav de, operasyoneke leşkerî pêk hatibû.

‘Bi ser mala wan de girtin’

Di wê operasyona leşkerî de di 6’ê hezîrana 1994’an de bi ser gundê Şahlatê de digirin. Di dema serdegirtina gund de leşkeran 2 gundî kuştin.  Di bûyerê de Sînan Fîdan jî ji piyê xwe birîndar bû. Ji ber birîndarbûnê nekarî ji gund derkeve, lewre xwe spartibû mala Suleyman Mûntaş. Lê belê leşkeran mala çûyê tespît kirine û bi ser mala wan de jî girtin e. Xwediyê malê Sulêyman Mûntaş, Sînan Fîdanê birîndar û Salîh Çalikê ku ji bo Fîdan ê birîndar derman bike ji aliyê leşkeran ve tên binçavkirin. Sulêyman Mûntaş piştî 25 rojan tê berdan. Suleyman Mûntaş ku hat berdan, dibêje ku ew bi Salih û Sînan re tenê 2 rojan di binçavan de maye, wî birin û piştî wê rojê careke din tu agahî ji Salih û Sînan negirtî ye.

Malbatan tu encam bi dest nexist

Malbatên ku der barê aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan de agahî negirtine; serî li Serdozgeriya Komarê DGM’ya Amedê didin. Dayika Salîh Çalik ji dozger re dibêje “2 kesên ji mala Suleyman Mûntaş ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û Muntaş şahidê vê yekê bû.”Daxwaza malbatan ji alî dozger ve bi gotina, “Me ev kes negirtine, herin ji rêxistinê bipirsin” tê redkirin.

Malbat ji hemû hewldanên xwe yên ji bo aşkerekirina aqûbeta zarokên xwe tu  encam negirtin. Ji wê rojê û pê ve malbatan tu agahî ji Salih Çalik û Sînan Fîdan negirtine. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.