18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan vê carê li aqûbeta Orhanan pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta Selîm, Hesen û Cezayîr Orhan ku di sala 1994’an de hatin windakirin pirsîn û xwestin ku kujer bên darizandin

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 746’emîn de li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê pêk hat. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Wenêyên windayan ê giştî jî li erdê hat raxistin.
Çalakî vê hefteyê ji bo lêpirsîna li aqûbeta Selîm, Hesen û Cezayîr Orhanê ku di 28’ê gulana sala 1994’an de li gundê Çağlayan yê navçeya Pasûra Amedê hatin windakirin, hat pirsîn. Çîroka windayan ji hêla berpirsyarê Herêmê yê ÎHD’ê Tahîr Saçakli ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de serokê ÎHD’ê yê Amedê Abdullah Zeytun axivî. Zeytun destnîşan kir ku li Tirkiye bi awayekî aşkere tundiya dewletê heye û da zanîn ku wê di hilbijartina sibê ya serokkomariyê de li ser sindoqan bin û ev tişt got :” Di biryara doh a dadgehê ya doza JÎTEM’ê de jî derket holê ku wê dewlet tundiya xwe berdewam bike.”
‘Hêzên tarî gelek mirovan kuştin’

Ji xizmên windayan kurê Selîm, Adnan Orhanê ku bav, ap û kurê apê xwe winda kiriye bûyerê ragihand. Orhan diyar kir ku lêgerîna wan bê encam maye û wiha got. “Me hestiyê bavê xwe piştî çend salan li goristana komî dît lê yê kurê apê min hîn nehatiye dîtin. Hêzên tarî gelek mirovan kuştin. Gelek kesên wekî me ku li hestiyê nasê xwe digerin hene.”

‘Em ê wan berdin loma nekin’

Piştre Tahîr Saçaklî çîroka windayan ku ji hêla malbata windyan de hat parvekirin xwend. Sançakli diyar kir ku leşkaran ji gundiyan re gotibû ku lazmatiyên xwe ji mala bigrin wê leşker gund bişewitîn û wiha got. “Leşkerên girêdayî Liwaya qumando a Bolu di 6’ê Gulanê de bi ser gunê Derboyu de digirin, ji meleyê gund re dibêjin ku bangewaziya gundiyan bike da werin û li pêşiya mizgeftê bicivin. Leşker ji gundiyan re dibêjin dê gund were şewitandin û teqez lazmatiyên xwe ji malê bigirin. Lê beriya gundî lazmatiyên xwe bigrin leşker dest bi şewitandina gund dikin. Piştre leşker dîsa diavêjin ser gund û welatiyê bi navê Selim ê 46 salî, Hesen ê 40 salî û Cezayir ê 17 salî digirin û bi xwe re dibin. Her çiqas malbat bi pirsa ‘Hun wan dibin ku derê’ bertek nîşan bidin jî bi bersiva ‘Ew dê ji me re rêbertî bikin, dawiyê em dê wan berdin’ wan didin sekinandin.”

‘Dozgerî radigihîne ku hestî winda bûne’

Saçaklı da zanîn ku tevî hemû serlêdanên malbatan li saziyên dewletê û şahidan jî fermandarê jenderma yê demê dibêjê ku tu agahiya wan jê tune. Salçakli wiha domand: “Di 6’ê mijdara 2002’yan de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, dewleta Tirkiyayê bi windakirina Selim, Hesen û Cezayir Orhan sucdar dibîne û biryara tazmînatê dide. Di 2003’yan de hestiyên Selim û Hesen Orhan nêzî gundekî girêdayî Pasûrê, di goristaneke komî de tên dîtin. Lê ji Cezayirê 17 salî tu agahî nayê standin. Saziya tipa edlî a Stenbolê di 16’ê Tîrmeha 2004’an de, piştî tespîtkirina nasnameyan hestiyê Selim û Hesen Orhan bi rêya postayê ji dozgeriya Pasûrê re dişîne. Malbata Orhan ku dixwaze miriyên xwe veşêre, hestiyên hatine şandin ji dozgeriya Pasûrê dixwaze. lê dozgerî radigihîne ku hestî winda bûne. Ji bo kiryar werin dîtin û bên darizandin her çiqas serî li dozgeriyê hatibe xistin jî, lêpirsînek bibandor û rasteqîn nehatiye kirin û doz ji ber dembihurînê hatiye girtin.