1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan: Windayan bibînin û kujeran ceza bikin

Xizmên windayan û rêveberên Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên ji bo windayan berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta xwişk û bira Mumine (17) -Tayyibe (23) Sîncar û Mehmet Siddik Oncu û aqûbeta Velat Şedal pirsîn.

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih û Geverê-/Colemêrgê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li qadan berdewam kirin.

 Amed

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” ku di 31’ê Çileya 2009’an de dabûn destpêkirin, di hefteya 802’an de berdewam kir. Xizmên windayan dîsa li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û wêneyên windayan rêz kirin. Endamê Komisyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Omer Saman, ewil kesên di şewata li Şemrex û Xana Axparê de şewitîn bibîr anî û wiha got: “Platforma Parastina Bajar rapora xwe aşkere kir. Divê bi lez zerara welatiyan bê dayîn. Rêveberê ÎHD’ê Firat akdenîz piştre çîroka xwişk û bira Mumine (17) û Tayyibe (23) Sincar ên di 27’ê Hezîrana 1994’an de li Mahsertê ya Mêrdînê hatin windakirin xwendin.

Akdenîz anî ziman ku di 27’ê Hezîrana 1994’an de piştî PKK’ê bi ser qereqola  Mahsertê de girtin, tîmên taybet bi ser mala Mumine û Tayyibe Sincar de girtin û wiha got: “Tîmên taybet, êrîşî Tayyibe Sincar kirin. Wê demê xwişka wê Mumine xwe avêt navbera wan. Polîsê tîmên taybet li wir li ser wan gule reşandin û herdu li cihê buyerê qetil kirin. Dozger hat cihê bûyerê û li cihê bûyerê 36 boçikên guleyên M-16 kom kirin. Lê dozger otopsî nekir. Di heman rojê de leşkeran keyayê gund Mehdi Aksoy jî binçav kirin û piştî 30 saetan serbest berdan. Piştre malbatê der barê polîsên timên taybet de li dozgeriyê serlêdana sûc kirin. Lê heta niha tu gavên hiqûqî nehatin avêtin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Êlih

Li Êlihê jî şaxa ÎHD’ê û Xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 638’an de li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê çalakiya xwe berdewam kirin. Li vir jî pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan hildan. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl û civakî amade bûn. Li vir jî kesên di şewata Şemrex û Xana Akparê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Rêveberê ÎHD’ê Rezan Baytar çîroka Mehmet Sıddık Oncu ku di 8’ê tîrmeha 1993’an de hatibû qetilkirin xwend.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.

Colemêrg

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan li Kolana Hunerê a navçeya Gever a Colemêrgê hatin cem hev. Xizmên windayan, Dayikên Aştiyê, rêveberên Rêxistina DEM Partî û DBP’ê yên Geverê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û “Winda li ku ne?” pankart û wêneyên kesên ku ji aliyê kesên nediyar ve hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin.

Vê hefteyê li faîlên Velat Şedal ê 10 salî ku di dema qedexeya derketina derve de di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest da hat pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Musa Bor ve hat xwendin.

Bor diyar kir ku Velat Şedal ê di 10 saliya xwe de di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da û got: “Velat di 26’ê Nîsanê de ji malê derket û li kêleka noqteya polîsan a herêmê bi hevalên xwe re dilîst. Di saet derdora 13.00’an de dema dayika Velat gazî malê kir hemû zarok ji qada lîstikê ber bi taxê ve bi rê ketin û piştre dengê teqînê hat bihîstin. Tevî ku diya wî yekser bezî qada teqînê, cenazeyê Velat ê perçebûyî li erdê dît. Her wiha 4 zarokên din jî bi giranî li heman cihê birîndar bibûn.”

Bor anî ziman ku piştî rojekê cenaze radestî malbatan hatin kirin û wiha got: “Qeymeqam bi malbatê re têkilî danî û ji ber ku zarok hîn biçûk bûn agahî da wan ku gilî nekin. Têkoşîna bi israr a malbata Şedal a ji bo bidestxistina mafên xwe, bi biryara Serdozgeriya Geverê ya bi hinceta ku pêwîstî bi dozgeriyê nîne, hat astengkirin. Cûreya bombeyê, eslê wê û statûya îstîsmarê de ye qet nehate eşkerekirin. Hemû serlêdan hatin redkirin. Dadger bi hinceta ku mafê jiyanê yê zarokan hatiye binpêkirin, tazmînat xwest. Ji aliyê darazê ve aqûbeta Velat Şedal nediyar hat hiştin. Em ê tu carî dev ji pirsa aqûbeta Velat Şedal û têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.”