21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwepêşandarên Rojhilat û Îranê: Heta rejîm biçe

Serhildana gelê Îranê ya ku di meha Îlonê de dest pê kir li ligel hemû êrîş, zext, polîtakayên tepisandinê û hewaya sar berdewam dike.

Serhildana gelê Îranê ku di meha Îlonê de dest pê kir li rûxmê hemû êrîş, zext, polîtakayên tepisandinê û hewaya sar berdewam dike. Gelên beşdarî sehildanê bûne bi peyama  ‘Heta ku rejîm biçe dewam’ heta derengê şevê gel li qadan di nav tevgerê de bûn. Yek ji navendên ku alakiya xwe lê darxistin navenda Basic dan ber agir, wêneyên rayedarên hikumeta Îranê şewitandin li cihê wan jî wêneyên kesên ku beşdarî serhildanê bûne û ji aliyê rejîmê ve hatine darvekirin hatin bi cihkirin.

Bajarên Rojhilat: Tolhildan

Li taxên bajarên rojhilatê Kurdistanê Sine, Saqiz, Mahabad, Kirmanşan, Dehgolan, Ciwanro, Îlam, Urmiye, Bane, Bokan, Merîvan çalakî hatin li darxistin, agir hatin pêxistin û merên bi kurdî û farisî hatin gotin. Li bajarên ku alên Îranê hatin şewitandin, li avahiyên hikumetê nivîsên ‘Tolhildan’, ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin nivisandin. Xwepêşanderên Rojhilat peyam dan ku heta hikumeta Îranê ji bajarên rojhilatê Kurdistanê nevekişîn û heta tola welatiyên ku hatine darvekirin nehildin wê têkoşîna wan berdewam bike.

Wêneyên kesên hatine qetilkirin û darvekirin hatin daliqandin

Çalakî ji derveyî bajarên Rojhilat li bajarên Îranê Sistan ve Belucistan, Tahran, Karaj, Sari, Rasht, Mazandaran, Meşhed, Qûm, Kerman, Îsfahan, Tewrêz, Erdebîl, Şîraz, Ahvaz berdewam kir. Poster, alên ku hikumeta Îranê sembol dikin dan ber agir, bitevahî şeh fîrik lê dan. Di çalakiyan de baregehên Basic dan ber agir, wêneyên ku hikumeta Îranê sembol dikin şawitandin û li cihê wan wêneyên kesên ku bi hêceta ku beşdarî serhildanê bûne hatin darvekirin, hatin bi cih kirin. Xwepêşanderan peyama ‘Heta hikumeta Îranê biçe’ wê çalakiyên xwe dewam bikin, da.