7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî ‘bizewicînin’

Li Mûşê bi darê zorê hat xwestin ku zaroka 13 salî bi zilamê 30 salî re bê zewicandin. Baroya Mûşê serî li Serdozgeriya Malazgirê da

Zewaca temenê biçûk  diyardeyeke civakî ye. Zewaca zarokên biçûk  ango di binya 18 salî de, beriya ku bigihin mezinbûna ango laşî û derûnî ye. Zewaca zarokan rê li ber tundî, îstismar û bazirganiya zarokan ya herî xirab vedike. Zewaca bi temenê biçûk pirsgirêkeke civakî ye û her ku diçe zêde dibe.

Ji van zewacên ku edî pirsgirêkeke ku were çareserkirin  li Malazgira Mûşê derket holê. Li gundê Karahasnê yê navçeya Malazgirê ya Mûşê bi darê zorê hat xwestin ku B.B.’ya 13 salî bi zilamê 30 salî yê bi navê Mûstafa re bê zewicandin. Li gor agahiyên bi dest ketin, xizmekî malbatê çûye qereqolê gilî kiriye.

Bavê B.B.’yê û kalê wê xwestine wê bi darê zorê bizewicînin. Baroya Mûşê jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Malazgirê da û giliyê kesên xwestine bi darê zorê B.B.’yê bizewicînin kir.