26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yadaşt

Li bakurê Kurdistanê tevgerek sivîl a xelkê heye. Bi rengekî giştî pêşengîya wê jin dikin. Sîstema hevserokên şaredariyan, wekheviya jin û mêran meşrû dike. Di medya kurdan de cihek berz û berbiçav yê tevgera jinan heye.

Civîn li Enstutîya Kurdî ya Stockholmê bû. Ji bona li Aso Beyarî guhdarî bikin em li wir bûn. Lewre wî berhemek bi navê ‘Bûkî Hewraman’ afirandibû. Guftûgo hat ser mijara bê ka rola jinê di şoreşa li başûrê Kurdistanê bi çi rengî bû. Çi pêwendî û girêdan di navbera jin û pêşmergan de hebû û heye?

Di axaftina xwe de jinek kurd î ji başûrê Kurdistanê amaje pê kir ku wê hemû yadaşt (serpêhatî) yên xwe yê nivîskî çirandine. Belkî hayê wê jê tunebû ku gelek ji dîroka rast ya çanda civakî û polîtîk û tevgera azadîxwaz ya neteweyên bindest, di yadaştên  xelk û kesên wan de veşartîne.

Ya hîn dijwartir ku vê jina kurd ji ber yadaştên xwe şerm dikir û loma jî ew çirandine. Xanima hêja ketibû xefka paşverûtiyê, ya xapandinê yî ku li ber wê û yên wek wê hatiye vedan. Şerma bela serê me, xalîça ku xweş hatiye hûnandin da ku rastî û serfiraziyê binixumîne!

Gelo ji ber vê yekê ye ku  dengê tevgera jinên li başûr nayê me?  Çi bi serê “jinên şoreşê” hat?  Ma ne li gor fersend û mercên siyasî gerek tevgera jinên kurd li Başûr, mil bi milê pêşengiya tevgera azadiya jinên kurd, serkêşiya xebata jin, jiyan, azadî bikirina?

Ji herkesî ve xuya û aşkere ye ku hêz û tevgera jinên Binxetê (Rojava) ya li hember (Dewleta Îslamî) DAIŞ, doza kurd bi cîhanê da nasîn. Kesî ku Kobanê nenasî nîne. Di deskeftiyên kurdan yên li Rojava, beşdarî û xebata jinan ji ya mêran ne kêmtir e. egerxwîn ku dibêje: “Şêr Şer e, çi jin e, çi mêr e!” me di jiyanê de bi çavê serê xwe dît.

Li bakurê Kurdistanê tevgerek sivîl a xelkê heye. Bi rengekî giştî pêşengîya wê jin dikin. Sîstema hevserokên şaredariyan, wekheviya jin û mêran meşrû dike. Di medya kurdan de cihek berz û berbiçav yê tevgera jinan heye. Her çiqasî îro gelek ji wan di zindanên dagirkeran de dîl bin, her çiqasî jin di bin êrîşên paşverûtî û terîqatan jî de bin…

Li dijî desthilatdariya A. Xumeynî û melayên wî jina kurd rext li bejnê û tifing li dest, xwe ji têkoşînê neda paş. Gelek nimûneyên wan em îro li welatên Ewropayê dikarin bibînin. Wê dema dawî, bi kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsên axlaq ve jinên kurd carek din, bi girseyî ala jin, jiyan, azadî hildan ku li seranserê cîhanê deng veda. Di cejnên Newroza îsal de, Viyan giyan û esaleta  Jîna Emînî, ji rûyên jin û mêrên Rojhilat dibariya.

Em heman serkeftin û diyardeyê li başûrê Kurdistanê nabînin. Dengê tevgera jinên kurd ji başûr nayê, bi ser wê de ku meşrûyetek navnetewî ya Hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê heye. Bi ser koşk, sera û avaniyên modern de. Bi ser wê de ku perwerde û zankoyên kurdî hene. Ku asta standarda jiyanê jî ji deverên din yê Kurdistanê berztir e.

Li gor zanyarên cihanî yên li ser jinan lêkolîn kirine û bawerî bi gotina wan tê, heyamên berê, li seranserê Kurdistanê cîh û remza  jina kurd ji yên çandên cîranên xwe li Başûr jî berztir bû, lê ne îro. Xuyaye, li Başûr di jiyana civakî û polîtîk de, cîh li jinan teng e û dengê tevgera jinan qelse.

Van demên dawî waz û xutbên “şermê” li başûrê Kurdistanê zêde bûne. Jinên li Başûr muhtacî tecrûbe û hevkariyên ji jinên heremên din yên Kurdistan û cîhanê heye. Gelo dê kengê jinên Kurdistanê yadaştên xwe bi me re parvekin!?

Eskilstuna 2024