7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yagizay: Em ê hewldanên xwe yên diplomasiye xurttir bikin

Nûnerê Konseya Ewropa yê DEM Partiyê Faîk Yagizay, diyar kir ku CPT li gorî berê helwesta xwe guhertiye û ji bo deriyê Îmraliyê vebe di nava hewldanan de ne.

Heyeta ku ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û endamên Konseya Ewropayê ya DEM partiyê pêk dihat di 28’ê Hezîranê de çûn bi CPT re hevdîtin kirin û xwestin bi lez biçin Îmraliyê û têkildarî rewşa Îmraliyê raya giştî agahdar bikin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 25 sal in di tecrîdek giran de ye. 40 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Parêzer û malbat her hefte serî li Serdozgeriyê didin, lê dozgerî serlêdanan bê bersîv dihêle. Çalakî û hewldanên ji bo tecrîd bi dawî bibe û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigêje azadiya fizikî her ku diçe belav dibin û mezin dibin.

Heyeta dîplomasiyê ku di navde Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî jî hebû di 28’ê Hezîranê de bi Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re li navenda wan a Strasbourgê hevdîtin kir.

Nûnerê Konseya Ewropa yê DEM Partiyê Faîk Yagizay, têkildarî hevdîtina bi CPT re ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Faîk Yagizay anî ziman ku heyeta wan li gel CPT hevdîtin kir û wiha qala armancê kir: “40 meh in li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan tecrîdek girankirî heye. Bi derve re tu kêkiliya wî tune ye. nikare bi malbat, parêzer û tu kesên din re hevdîtin bike. Ji ber vê yekê me ji CPT xwest biçe Îmraliyê û der barê rewşa Birêz Ocalan de agahiyekê bi raya giştî re parve bikin. Ya din me xwest ku nehêlin dewleta tirk zagonên xwe û navdewletî binpê bike û destûr nede tecrîd bidome. Me xwest êdî CPT vê rewşê qebûl neke. Armanca esasî ev bû.”

Rewşa Îmraliyê ji CPT re vegotin 

Faîk Yagizay, bal kişand ser naveroka hevdîtinê û wiha got: “CPT li gorî cara berê eleqeya wê baş bû. Li ser rewşa Birêz Ocalan û 3 girtiyên din de pirs pirsîn. Pirsên ‘Bi parêzeran re hevdîtin dikin ya na? Bi malbatê re hevdîtin dikin ya na? Dikarin li mafê xwe bigerin an na? Biryarên ku ji aliyê dadgeh û girtîgeh distîne de girtû û parêzer çiqas dikarin îtîraz bikin?’ Li ser van mijaran pirs ji me pirsîn. Parêzerê Birêz Ocalan Cengîz Yureklî jî li gorî pirsan bersîv da.”

Nûnerê KE’yê yê DEM Partiyê Faîk Yagizay li ser helwesat CPT rawestiya û wiha berdewam kir: “Bêtir eleqeder bûn. Xuya  ye ku di nava hewldanê de ne. CPT ji bo îtîbara xwe jî êdî vê rewşê qebûl nakin. Gotin em bi rayedarên Tirkiyeyê re di diyalogê de ne û em li ser disekinin. Em ji nêzîk ve dişopînin.”

CPT dê hewl bide deriyê Îmraliyê vebe 

Yagizay, li ser hewldana CPT yên ji bo dawîlêhatina tecrîdê jî rawestiya û wiha axivî: “Me xwest ku CPT rojek beriya rojekê karibe biçe Îmraliyê û rewşê bibîne. Niha em nizanin Rêberê Gelê Kurd û girtiyên li gel wî rewşa wan çine. Em nizanin rewşa tenduristiya wan çiye. Me xwest zû biçin. Wan jî got ji bo deriyê Îmraliyê vebe, parêzer û malbat karibin herin û vegerin di nava hewldanan de ne û bêtir li ser meselaya vekirina deriyê îmraliyê disekinin.”

Yagizay, li ser gotinên Wezîr Yilmaz a ‘Tecrîd tune’ jî rawestiya û got: “40 meh in tu agahî û xeber ji Îmraliyê tune ye. Bi tu awayî tu tekili tune. Mirov dikare vê rewşê bi çi îfade bike? Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bi çi awayî nêzî vê rewşê dibe ez nizanim. Lê tecrîdeke ku di cîhanê de mînaka wê tune di meriyetê de ye. Tecrîdek li dijî mirovahiyê heye. Tecrîdeke li dijî qanûnên navdewletî û heta li dijî qanûnên Tirkiyeyê heye. Ji bo vê yekê wezîr bi çi armancê gotiye nizanim. Lê tecrîd li ber çavan e. Ew ji her çend mehan cezayekî dîsîplînê didin û wekî ku li gorî wan biryaran tev digerin nîşan didin. Lê em dizanin ku ew cezayê ku li wir didin girtiyan keyfî. Ji bo bi derve re têkiliyê qut bikin van cezayan didin girtiyên li Îmraliyê.”

Faîk Yagizay, li ser hewldanên heyetê yên dîplomasiyê jî rawestiyan û ev agahî dan: “Hewldanên me yên ji bo diyalogê û hevdîtinan dê bidomin. Di qada dîplomasî û kampanyayê de xebatên me dê bidomin. Ev hamleya ku ji bo azadiyê didome û li ser hemû saziyên ewropa bandorek mezin dike. Ji bo saziyên ewropa berpirsiyariyên xwe pêk bînin zextek mezin li ser wan heye. Ji bo tecrîd bê kişandin gel bi awayekî çalak di kampanayê de cih digire. Di aliyê dîplomasî î siyasî de dê hewldanên me bi awayekî xurtir bidomin.”