4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yaşar Kirmizi piştî dîlgirtina 32 salan azad e

Yaşar Kirmizi ku di ciwantiya xwe de ketibû girtîgehê, piştî 32 salan hate serbestberdan û ji hêla hevalên xwe ve hate pêşwazîkirin.

Yaşar Kirmizi (56), di 28’ê cotmeha sala 1992’yan de li Rihayê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê birî. Kirmizi piştî 32 salan ji Girtîgeha Tîpa K1 a Depê hate tehliyekirin. Di 32 salên girtîbûnê de Kirmizi li girtîgehên Amed, Dîlok, Bolu û Xarpêtê hate ragirtin.

Kirmizi, ji hêla Mûsa Şanak ku di 16’ê tebaxê de piştî 30 salan hatibû berdan, xizmên xwe û gelek hevalên xwe ve hate pêşwazîkirin. Kirmizi, li pêşiya girtîgehê bi tililî û çepikan hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê jî ber bi bajarê xwe navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve kete rê.