3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yên Abdulsamet kuştin xwestin kurê wî jî bikujin

Xizmên windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 690’î de berdewam kirin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin. Malbatan di çalakiyê de pankarta mezin a ku li ser wêneyên windayan û nivîsa “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” nivîsû bû vekirin.

Rêvebira Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim di çalakiyê de axivî û anî ziman ku bi dayikan û bi xizmên windayan re her tim di nava lêgerîna edaletê dene. Yildirim çîroka Abdulsamet Çîçek xwand û wiha got: “Abdulsamet Çîçek li navçeya Farqîne ya Amedê karmendê dewletê bû . Di 15’ê nîsana 1992’yan de tev li cenazeya Hanefî Kutlu bû. Hanefî Kutlu jî ji aliyê kesên nediyar ve hat kuştin. Piştrî cenaze defin kirin, Abdulsamet û hevalê wî Şeyhmus bi hevre ji goristanê veqetiyan û dimeşiyan. Wê demê 3 kes Şêxmûs dahf didin û guleyê berdidin Abdulsamet. Abdulsamet li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Welatiyan kesên ku Abdulsamet kuştin zeft kirin û teslîmî polîsan kirin. Lê 3 roj şûnde polîsan ew serbest berdan. Gelek caran gef li malbatê xwarin. Kesên nasnameya xwe veşartin êrîşî kurê Abdulsamet Çîçek kirin  û birîndar kirin. Êrîşkarên bihîstin ku kurê Abdulsamet sax e, vê carê çûn li nexweşxaneyê û xwestin êrîş bikin. Lê bijîşk kurê wî bir beşa jinan û kurê Abdulsamet kuştinê rizgar bû. Malbatê ji ber gefan nekarî gilî bikin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.