17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yên şer dixwazin tecrîdê kûr dikin

Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr, têkildarî çalakiyên li pêş girtîgehan diyar kir ku hefte bi hefte tevlêbûn zêde dibe û got: “Her ku tevlêbûn zêde bû zextên polîsan jî zêde bû. Çareseriyê naxwazin, şer dixwazin û tecrîdê kûr dikin.”

Xizmên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan ji bo tecrîda li ser girtiyên zindanan bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bibe çalakiyên “Dawî li tecrîdê bîne” û “Deng bide azadiyê” li Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih û gelek bajarên din li pêş girtîgehan kom dibin û çalakiyan li dar dixin. Malbatên girtiyan û parazvanên mafên mirovan zêdeyî 13 hefte ne çalakiyên xwe berdewam dikin. Malbat bi biryarin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiyên xwe bi rêbazên cuda berdewam bikin. Têkildarî armanca çalakiyan û encama çalakiyan Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dilek Sonmez Demîr pirsên Rojnameya Xwebûnê bersivand.

Hûn dikarin der barê armanca van çalakiyan de agahî bidin?

Armanca van çalakiyên me ew e ku ji bo tecrîda giran a mutlaq ku li ser Rêberê Gelê Kurd û Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan didome, bi dawî bibe. Em bi van çalakiyan dixwazin ku Rêberê Gelê Kurd bigihêje azadiya fizîkî. Tê zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal berê bi komployek navdewletî dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Li Girtîgeha Îmraliyê hepis kirin û erka gardiyantiyê jî xistin destê Tirkiyeyê. 41 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ji ber vê yekê em bi van çalakiyan dixwazin Rêberê Gelan bi awayekî fizîkî azad bikin. Di 10’ê Cotmeha sala 2023’yan de li Ewropayê pêngavekê dest pê kir. Girtiyên li zindanan jî di 27’ê Mijdarê de bi çalakiyên greva birçîbûnê ji milê xwe de ev pêngav berdewam kirin. Piştî girtiyan dest bi çalakiyan kir, malbatên girtiyan jî li derve bi çalakiya “Nobetên Edaletê” dest bi çalakiyan kirin. Malbatan jî xwestin deng bidin dengê girtiyan û bi hevre bêtir dengê xwe bilind bikin. Me jî wekî herêma Marmarayê di 13’ê kanûna 2023’yan de li Stenbolê dest bi çalakiyên Nobeda Edaletê kir. Dema malbatan li derve dest bi van çalakiyan kir, tenê daxwaz û armancek hebû. Ew daxwaz jî dawîlêhatina tecrîda mutlaq û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan bû.

Çima malbatan çalakî birin pêş girtîgehan?

Raste girtiyan li zindanê ji 27’ê Mijdarê heta 4’ê Nîsanê çalakiyên xwe bi gireva birçîbûnê ya dorveger berdexwam kirin. Piştî 4’ê Nîsanê derbasî pêvajoyek din kirin. Di vê pêvajoyê de malbatan jî li avahiyên HDP û DEM Partiyê çalakiyên Nobeda Edaletê li dar dixistin. Piştre malbat hatin li pêş girtîgehan çalakiyên xwe berdewam kirin. Çima li pêş girtîgehan. Ji ber ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye. Tecrîdê li girtîgehan dest pê kiriye û divê em jî di serî de li girtîgehan vê tecrîdê bişkînin.

Van çalakiyan çiqas encam girt? Çiqas edalet pêk hat? Eger edalet pêk nehat çima?

Çalakiyên me yên berê heta radeyekê/astekê encam girt. Çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger heta astekê encam girt. Lê ji ber ku em li welatekî bê edalet dijîn, pêkanîna edaletê zahmet e. Ji bo edalet pêk bê, bêtir pêdivî bi têkoşînek rêxistinkirî heye. Hewldana me jî li ser vî esasî ye.
Hûn dikarin der barê çalakiyên li pêş girtigehan hinek agahî bidin. Polîs çima dibin asteng?
Dema girtiyên siyasî di 4’ê Nîsanê de derbasî pêvajoyek din bûn, malbatên girtiyan jî rêbazên çalakiyên xwe guhertin û ji bo bêtir dengê xwe bigînin gelên cîhanê, derbasî pêş deriyên girtîgehan bûn û daxuyanî dan. Li pêş deriye zindanan çalakî pêk anîn. Di çend hefteyên destpêkê de tevlêbûn her ku çû zêde bû. Her ku tevlêbûna çalakiyan zêde bû, polîsan jî dest bi astengiyan mudaxaleyan kir. Polîsan û leşkeran mudaxaleyî girseyê kir. Malbatan ewil berdilkên spî ku bi nivîsa reş li ser “Deng bide azadiyê” nivîsandibûn, dimeşiyan û li pêş girtîgehan kom dibin. Piştî vê çalakiyê polîsan dest bi astengiyan kir. Dest danîn ser berdilkên malbatan. Her ku tevlêbûn zêde bû wan jî astengî û mudaxale zêde kirin. Xwestin qadê li malbatan teng bikin. Di daxuyaniyê de dema gotina ‘Birêz Ocalan’ derbas dibe, mudaxaleyî girseyê dikin û wan binçav dikin. Destûr nadin ku em li pêş girîgehan çalakiyê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Li gorî we tevlêbûn çawa ye? Bi qasî hûn dixwazin girse kom dibe? Eger bi qasî hûn dixwazin tevlêbûn nebe divê çi bê kirin? Astengiyên çawa li pêş malbatan heye?

Çend hefteyên ewil tevlêbûn her ku çû zêde bû. Bi qasî me dixwest tevlêbûn û hestiyarî pêş ket. Her ku tevlêbûn û xwedîderketin zêde bû, astengiyên polîsan jî zêde bû. Her ku hêzên dewletê dît tevlêbûna gel û saziyan zêde dibe, tirsa wan jî zêde bû. Her ku tirsa wan zêde bû, astengî û mudaxale jî zêde kirin. Lê her çiqas astengî û zextan zêde bikin jî çalakî didomin û gel paşve gavan navêje. Malbat bêyî gavan paşve bavêjin çalakiyên xwe bi biryar berdewam dikin.

Daxwazên we heta niha çiqas pêk hatin. Ku pêk nehatin çima pêk nehatin?

Heta niha xizmên girtiyan û dayikên aştiyê li ber Wezareta Dadê gelek caran çalakî pêk anîn. Her ku dayik çûn ber Wezareta Dadê polîsan astengî derxistin. Dawiya dawî dayikan di encama têkoşînê de bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kirin. Mixabin bi qasî dihat xwestin encam negirtin. Sedema wê diyar e. Ji ber ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji ber ku li şûna aştî û çareseriyê, şer tercih dikin. Ji ber ku feraseta dewletê li ser înkara gelê kurd ava bûye.

Herî zêde kî piştgiriyê dide çalakiyên we?

Divê hemû kesên aştî û jiyana hevpar dixwazin piştgiriyê bidin vê çalakiyê û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Lê ji ber ku feraseta yekperest û faşîst a dewletê derûniya şerê taybet li ser gel ava kiriye, êdî civak bi fikar gavan davêje. Ji ber vê tirs û derûniyê tenê gelê kurd piştgiriyê dide vê çalakiyê.
Dibêjin ‘Edalet ji her kesî re lazim e. Lê tenê malbatên girtiyan li edaletê digerin. Hemû pêkhateyên din bawerî û fikrên din ên li edaletê digerin çiqas edaletê dixwazin?
Erê. Edalet ji bo her kesî lazim e! Her kes edaletê dixwaze. Lê dema mijar dibe kurd, muxabin her kes ker, kor û lal dibe. Li aliyê din êdî civak jî di tecrîdê de ye. Qeyrana aborî heye. Ev herdu bandorek neyinî li ser civakê û tevlêbûna çalakiyan dikin. Kesên aboriya wan xerab be, dikevin derdê debara xwe û tenê çareseriyê di xebata kar de dibînin. Mirovên ku aboriya wan xerab û ji bo debarê kar dikin û mirovên aboriya wan baş jî ji bo gel têbikoşin pir asayî ye. Dewlet ji bo gel li dijî bêedaletiyê tênekoşe û li dijî zilmê serê raneke, bi zixanî û birçîbûnê terbiye dike. Lê hindik be jî kesên çepgir û sosyalist ên hestiyar û berpirsiyar tên piştgiriyê didin me û têkoşîna me bi tenê nahêlin. Ev têr dike? Bêguman têr nake. Divê xurttir be.

Gel û rêxistinen muxalif çiqas piştgirî da çalakiyên girtiyan. Dewletê çiqas daxwazên girtiyan pêk anî yan jî neanî, çima?

Raste girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan şermezar bikin hevdîtinên parêzer û malbatan bên kirin ji 4’ê Nîsanê heta 4’ê tîrmehê dest bi çalakiyên cuda kirin. Hevdîtina parêzer, malbat, telefon û dadgehê red kirin. Rayedarên dewletê sivik nêzî vê çalakiye bûn. Wekî qîmet didinê nîşan dan. Lê li ber çavan negirtin. Tenê çend girtî serbest berdan. Dema mijar dibe kurd daxwazên kurdan pêk nînin. Hewl didin daxwazên wan nebînin û pêk neynîn. Sedema yekemîn helwesta wan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Sedema duyemîn nêzîkatiya polîtîk a li dijî girtiyên kurd in.

40 meh in tu agahî ji Birêz Ocalan tune. Sedema tecrîda giran çiye. Çima tecrîda mutlaq disepînin?

Rêberê PKK’ê Abdullah 25 sal in girtî ye û 41 heyv in agahî jê nayê girtin. Sedema vê yekê em hemû dizanin. Sedem paradîgmaya Birêz Ocalan a ku li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye û xizmeta aştiyê dike ye. Bi tecrîdê dixwazin fikrên Rêber Ocalan sînor bikin. Parastina aştî û demokrasiyê tecrîd dikin. Yên şer dixwazin û naxwazin ku gelê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di nava aştî û demokrasiyê de bijîn, tecridê pêş dixin. Yên jiyana xweş, aram, wekhev û xweşik naxwazin tecrîdê pêş dixin. Yên di şer, xwîn û hêsirên çavan de israr dikin tecrîdê pêş dixin. Dewletên kapîtalîst û rêveberiyên faşîst ji ber hebûna xwe bi şer, xwînê pêş dixin tecrîd dikin. Dixwazin gelê kurd, gelê cîhanê û Birêz Ocalan ji hev qut bikin ji ber vê yekê tecrîd dikin. Ev yek jî ne pêkan e û dê nepêkan be jî. Em destûrê nadin vê yekê.

Rayedarên Wezareta Dadê angaşt dikin ku tecrîd tune. Lê 40 meh in parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê û tu agahî ji Îmraliyê tune. Hûn vê yekê çawa şirove dikin?

Bi gotina tecrid tune ye, dixwazin Rêberê Gel Birêz Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin. Dixwazin wî tune bihesibînin. Nêzî 50 sal in têkoşîna gelê kurd a azadiyê heye. Nêzî 48-50 sal e, dewleta tirk li dijî gelê kurd û tevgera azadiya kurd şer dike. Ji ber vê yekê dewleta tirk jî çareseriyê di tecrîdkirina Reberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de dibîne.
Partiyên siyasî yên muxalif û DEM Partî li dijî tecrîdê çiqas erka xwe pêk tîne?
Tecrîd siyasî ye. Ji ber ku tecrîda Birêz Ocalan tecrîda li ser gelê kurt e. Li dijî nazname û rêberê gelê kurd e. DEM Partî her çend tenê wekî partiya kurdan bê pênasekirin jî DEM Partî, partiya hemû gelan e. Dema em li xebatên wê yên dawî dinerin, DEM Partiyê erk û berpirsiyariya xwe bê kêmasî pêk anîye.

Hêzên hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan divê li dijî tecrîdê çi bikin? Banga we ji wan çi ye?

Ez her tim dibêjim. Ez ê dîsa bibêjim. Hemû kesên aştî, edalet, aramî, wekhevî, azadî û demokrasiyê dixwazin, divê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Divê hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan, hêzên çep û sosyalîst jî di nava vê yekê de cihê xwe bigirin. Divê em li dijî tecrîdê milê xwe bidin hev û têbikoşin. Em bi hev re têbikoşin em ê bi hev re bi ser bikevin.

Dîlek Sonmez Demîr kî ye?

Li Mûşê ji dayik bû. Malbatê koçî Eskişehirê kir û li Eskîşehîrê mezin bû. Dibistana navîn li Eskişehirê û lîse li Stenbolê xwend. Ji malbatek welatparêz e. Li Stenbolê tev li xebatên ciwanan bû. 10 sal in di nava kar û xebatên siyasî de cih digire. 2 serdemN Hevseroka HDP’ê ya Esenlerê kir. 2 sal in jî Hevseroka MATUHAY-DER’ê ye.