17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YRJ û YRA: Bi milyonan Jîna Emînî jîn dibin

YRJ û YRA li dijî biryara Îranê ya darvekirina rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, daxuyanî dan û gotin: “Em ê bibin dengê Pexşan û Şerîfeyan. Bi milyonan Jîna Amînî vejîn dibin.”

Rejima Îranê, ji bo rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfen Mihemedî cezaya darvekirinê da. Di heman demê de, piştî 227 rojan ji girtinê, edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistan PDK’ê ve cezaya girtîgehê ya 3 salan birîn. Li dijî kiryarên ku li ser rojnamevanên Kurd têne meşandin, Yekîtiya Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ) û Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), li Qamişloyê bi amadebûna bi dehan rojnamven daxuyanî dan çapemeniyê. Rojnamevan û di heman demê de Endama Desteya Rêvebir a YRJ’ê Newroz Demhat daxuyanî da. Newroz Demhat destnîşan kir ku bi darvekirinê jî dê nikaribin pêşî li daxwazên azadiyê bigrin û wiha got: “Em weke hempîşeyên wan vê biryara rejîma qirker ya Îranê û biryara dadgehên PDK’ê ya noker ku 3 sal hikûmdayîna Silêman Ehmed şermezar dikin. Rêjîma dagirker û qirker a Îranê bi polîtîkayê darvekirinê hewil dide çavên jin û gelên azadîxwaz, hêz û kesayetê mixalif bitirsîne. Dixwaze pêşî li daxwazên azadiyê yên gelan û jinan bigre. Rejîma Îranê ya ku li ser bingeha olperestî, mezhepperestî û mêrperestiyê şekil girtiye. Ev biryar zext û çewisandinekê li ser azadî û hebûna jinan çêdike û mafên wan jî binpê dike. Rejima Îranê li ser nasnameya jinan re êrîş biriye li  ser hemû rengên jiyanê. Herî zêde jî bi kiryarên darvekirinê hewil daye ku hêviyên jiyana azad bikuje û bi vî rengî civakekî bê vîn û ya ku xwe radestî mirinê kiriye ava bikin.”

‘Dê rejîm têk biçe’

Demhat anî ziman ku tevî van kiryar û polîtîkayan jî, bi pêşengiya jinan berxwedaneke bê hempa hatiye meşandin û got:  “Jin û gelan bi vîna xwe nîşan dane ev pergala mêrperest ku hebûna xwe dispêre qirkirin û çewsandinê wê bi ti awayî neyê pejirandin û bi têkoşîna vî rihê berxwedêr jî wê ev rejîm mehkûmê têkçûnê be. Ezmûnên dîrokî di her derfetekê de nîşan dane ku ya daîm ne zilma rejîmên qirker e, li hember wê berxwedana azadiyê ye. Bi vê zanistê gelên azadîxwaz jî têkoşîna xwe li ser azadiya jinê re  îfade û şênber dikin. Bi zanista ku heta jin azad nebe civak û gelên bindest azad nabin, guliyên jinan ên hunandî ji berxwedana xwe re kirin sembol û daxwazên xwe yên azadiyê bi dirûşmeya‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan. Ev rihê berxwedêr yê ku bi raperîna ‘Jin Jiyan Azadî’ şênber bûyî li hemû cîhanê deng veda û ji bo pergala mêrsalar, zayendperest û olperest ya Îranê bû tirsa herî mezin.”

‘Jîna Emînî dibin milyon û vejîn dibin’

Newroz Demhat da zanîn ku ji ber vê tirsa mirinê; Rejîma Îranê biryara darvekirinê ji bo çalakvanên raperînê dide û wiha lê zêde kir: “Bêguman gelên azadîxwaz bi kuştin, girtin û darvekirinê xilas nabin. Bi azweriya azadiyê li ber darvekirinê jî, têkoşîna jiyana azad mezin dikin .Bi sekna berxwedêr nîşan didin ku Rêjima sêdarê Jîna Emîni yek qetilkiribe jî,wê bimilyonan Jîna vejîn bin.”

Newroz Demhat anî ziman ku hevrêyên wan Rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ew du jinên ku rejîmaÎranê cezayê darvekirinê li wan birîne wiha dirêjî da axaftinê: “Em piştgiriyê didi  mafên her zindiyekî azadiyê. Ji ber em bi wê bawerin ku daxwaza azadiyê mafê her kesî ye. Hevalê me Silêman Ehmed jî bi destê îxanetkaran PDK’ê hate girtin û  herî dawî bi cezaya 3 salan hate dadgehkirin. Weke hempîşeyên wan ji bo biryara darvekirinê û zextên PDK’ê yên li ser hempîşeyê xwe di rojevê de bihêlin û bi vî rengî bala civaka navdewletî bikşînin ser kiryarên hovane yên RejîmaÎranê û PDK’ê yên li ser çapemeniyê. Em carekî biryardariyaxwe nîşan didin ku em ê  kar û xebatên xwe hîn mezintir bikin. Em ê piştgirî bidin hemû hewildanên eşkerekirina kiryarên vê rejima zordest û em ê bi weşangeriyek bibandortir xiyaneta PDK’ê ji raya giştî ya Kurdistanî û cihanî re nîşan bidin.”

Bang ji bo aliyên bepirsyar

Dem hat herî dawî bi pênûs û kamerayên xwe bibin dengê Pexşan û Şerîfe, Silêman Ehmed û hemû dîlgirtên azadiyê û wiha bi dawî kir: “Heya azadiya jin û hemû gelên bindest misoger bibe û li Kurdistanê xeta xiyanetkar nemîne em ê têbikoşin. Bi vê boneyê em di serî de bang li rejîma Îranê dikin ku ji vê biryara xwe vegere. Dîsa bang li hemû civaka navdewletî, rêxistinên jinan û saziyên parastina mafên mirovan dikin da ku xwedî li daxwazên azadiyê yên jinan derbikevin û piştgirî bidin dildarên azadiyê. Her wiha, em bang  li çapemeniya demokratîk, azadîxwaz û muxalif ya cihanî dikin bi weşangeriya xwe bibin dengê van girtiyên azadiyê ku li ber darvekirinê ne. Em di wê baweriyê de ne ku bi piştevaniyeke bi hêz, bi bandoriya çapeminiyê em ê karibin vê rejima zordest ji biryara darvekirinê dane, paşde vegirîn.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.