Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo nirxandina îtîrazên li dijî encamên hilbijartinan saet di 14.00’an de civiya.
Îtîrazên DEM partiyê
Her wiha dê îtîrazên DEM Partiyê yên ji bo Bedlîs û Qersê û yên ji bo navçeyên Xelfetî û Curnê Reş ên Rihayê jî bên nirxandin. Li Bedlîsê ku 2 hezar û 18 deng lê nederbasdar hatin hesibandin, hêj pêvajoya îtîrazê bi dawî nebûyî mazbata dabûn namzetê AKP’ê Nesrûllah Tanglay.
li ser pirsên rojnamegeran yên der barê encaman de jî SEROKÊ YSK’ê Ahmet Yener got: “Em ê xebatên dest pê bikin û di dawiya rojê de der barê encaman de em ê bi we re parvekirinê bikin.”