2 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yurekli: Êdî CPT baweriyê nade

Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî anî ziman ku saziyên girêdayî Konseya Ewropayê bêhiqûqîya li Îmraliyê vedişêre û got: “CPT êdî baweriyê nade mirov.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî komploya navdewletî, ji 15’ê sibata 1999’yan ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan heta 27’ê tîrmeha 2011’an karî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê pişt re bi hincetên cuda destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin.

Piştî ku di 8’ê mijdara 2018’an de li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtî tevlibûn hate destpêkirin, Abdullah Ocalan ewilî di 2’yê gulanê de pişt re di 22 gulan, 12 hezîran, 18 hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re 5 hevdîtin kirin. Piştî hevdîtina dawî, hevdîtina bi parêzeran re bi temamî hate qutkirin. Abdullah Ocalan herî dawî jî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê axivî bû. Piştî telefona di nivîyê de hate qutkirin û vir ve ji Abdullah Ocalan tu agahî nayên wergirtin.

Yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser muwekîlê wî û bandora wê ji Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

‘Em 3 sal in bi tu awayî agahî nagirin’

Yureklî, bi bîr xist ku herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi Abdullah Ocalan re hatiye axaftin û diyar kir ku polîtîkayên tecrîda girankirî bi komploya navnetewî dest pê kirin lê di sê salên dawî de gihiştin lutkeyê. Yureklî, bal kişand ku ji roja Îmrali hatiye avakirin ve Îmrali bi pergala tecrîd û îzolasyonê tê birêvebirin û wiha got: “Ji 25’ê adara 2021’an ve me agahî ji birêz Ocalan û muwekîlên xwe yên din negirtî ye. Agahî negirtinê deynin aliyekî em nizanin ka li Girava Îmraliyê çi çêdibe. Şertên tenduristiyê yên muwekîlên me, xwe gihandina mafan çawa ye agahiyeke me nîne. Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî. Birêz Ocalan di vê axaftinê de diyar kir ku di statuya hukumxwariyê de ye, divê mafên wî yên qanûnî demildest bên pêkanîn û xwestibû ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê tevî hemû hewldanên me yên hiqûqî heta niha tu encam nehatin bidestxistin.”

 Pergala li dijî hiqûqê ava kirine

Yureklî, da zanîn ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq nayê pêkanîn, heta niha serî li hemû sazî û dezgehên navnetewî hatiye kirin lê dema mijar dibe Îmrali û Abdullah Ocalan hiqûq tê paşguhkirin û wiha wiha domand: “Herî dawî hezar û 330 parêzeran ji bo rêya hevdîtinê were vekirin û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê were bidawîkirin deklarasyonek weşand. Me beriya niha serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û nûnertiyên Konseya Ewropayê yên têkildar dan. Ji ber me ji van tu encam negirtin me serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da. DMME’yê têkildarî vê di sala 2022’yan de biryareke tedbîrê ya cidî da. Lê ji ber Tirkiye li gorî vê biryara tedbîrê tevnegeriya, dîsa ev biryar jê re hate ragihandin. Lê di şertên heyî de heta niha pêkanîna van biryaran pêk nehat.”

Yureklî, da zanîn ku Ocalan pergala Îmraliyê weke ‘pêkanîneke sê ling’ nirxandiye û wina dirêj kir: “Birêz Ocalan ‘polîtîkayên Îmraliyê yên millî’ penase kiribûn. Ji ber vê yekê tecrîda Îmraliyê ne pergaleke ku hikumeta Tirkiyeyê bi tena serê xwe bi rê ve bibe ye. Bêhiqûqiya li Îmraliyê tu car evqas pêş nekitibû. Di taybetmendiya Îmraliyê de pergaleke bêhiqûqiyê ya nû hate avakirin û teoriyeke bêhiqûqiyê ya nû hate avakirin. Ji ber konjonktura navnetewî ya em di nav de piştgiriya hêzên din a navnetewî jî heye. Ev ne ji hiqûqa Ewropayê serbixwe ye. Ji ber ku pergaleke îşkenceyê ya 3 sal in berdewam dike heye, ne pêkane ku ev di nava pergala hiqûqê ya Ewropayê de be, ev yek encax bi lihevkirineke veşartî dikare were berdewamkirin.”

 Şerekî NATO heye

Yureklî, bi lêv kir ku kûrbûna pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi karakterê navneteweyî yê pirsgirêka kurd re têkildar e û got: “Divê were dîtin ku rastiya şerê tê meşandin, şerekî NATO’yê ye. Niha komploya navneteweyî, bi destê saziyên hiqûqê yên navnetewî ve tê berdewam kirin. Hêj jî navenda komployê Îmrali ye. Saziyên hiqûqê yên Ewropayê û saziyên girêdayî Konseya Ewropayê jî erka veşartinê ya vî karî dikin. CPT, ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye. CPT rola pêwîst a pêşîlêgirtina îşkenceyê û pêkanîna azadî û mafên mirovan bi cih naîne. CPT’yê di taybetmendiya Îmraliyê de ev rol û erka xwe winda kiriye.”

 ‘Geşedan li pişt perdê pêş dikevin’

Yureklî, anî ziman ku ji roja Girtîgeha Îmraliyê hatiye avakirin ve her tişt “li pişt perdeya nepenîtiyê” tê meşandin û wiha pê de çû: “Li Îmraliyê 25 sal in her tişt li pişt perdeya nepenîtiyê tê meşandin. Li girtîgehên din diyar ku çend ton beton hatiye bikaranîn, çend personel tên xebitandin, ewlehî ji aliyê kê vê tê kirin, pêkanîna pêdiviyên kantînê çiqas dem digire, serdanên malbatan kengî çêdibin, serdanên parêzeran bi çi awayî pêk tên diyar e. An ku ji avadaniya wê ya fizîkî bigirin heta pêkanîna mafan her tişt zelal e. Lê li Îmraliyê rewşeke wiha tu caran pêk nehatiye. Ewlehiya Îmraliyê kî pêk tîne, pêdiviya kantînê çawa tê bicihanîn, şertên wan ên jiyanê çawa ne, yek ji van jî nayê zanîn. Mafê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê heye ku serdana hemû girtîgehan bike, evqas sal in tenê serdanek jî li Îmraliyê nehatiye kirin. Ji ber vê yekê li Îmraliyê çi dibe em nizanin. Wêneyê birêz Abdullah Ocalan ê heta niha gihiştiye destê me aydê sala 2013’an e. 10 sal in yek wêneyekî wî nehatiye berdestê me. Destûr nayê dayîn ku nameyekê binivîsin.”

Yureklî bibîr xist ku di kesayeta Ocalan de li dijî pergala tecrîdê ya Îmraliyê berxwedaneke mezin pêk tê û ev tişt got: “Berxwedaneke ku tecrîd û zordariya li Îmraliyê gelekî derbas dike heye. Di rastiyê de yê ku kûrkirina tecrîdê diyar dike, berxwedana Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan 25 sal in bênavber li ber xwe dide.”

Li cîhanê fikr û felsefeya Ocalan belav bûye

Yureklî, bal kişand ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê ku Abdullah Ocalan daniye holê ji aliyê hemû cîhanê ve tê nîqaşkirin û wiha lê zêde kir: “Birêz Ocalan paradîgmaya ku afirandiye bi awayekî fiîlî xistiye meriyetê jî. Me ev li Îmraliyê gelek caran dît. Tevî evqas zext û tecrîdê li hemû cîhanê niha paradîgmaya birêz Ocalan tê nîqaşkirin. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ girêdayî felsefeya ku Ocalan pêş xistiye, li her derê pêk tê. Vê felsefeyê xwe weke rê û sekna li dijî modernîteya kapîtalîst a heyî pênase kiriye û dikeve meriyetê. Esas di asta paradîgmayî de tişta em jê re dibêjin rêya sêyemîn ev e. Ev rê bi taybetî li Rojhilata Navîn li dijî hêzên hegemonîk ên li ser dijberiya gelan hebûna xwe didomînin, garantîkirina pêşeroja gelan e.”

 Peyama Ocalan li qadê Newrozê belav bû

Yureklî yê ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan a ji qadên Newroza 2014’an weke “israrkirina gelê kurd a di maf û azadiya xwe de” nirxand, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Newroza ku di salên 90’an de gihişt lûtkeyê îro ji bo gelê kurd bû cihê lêgerîna maf û berxwedanê û bilêvkirina daxwazên civakî û siyasî. Gelê kurd careke din li qadan hesreta jiyaneke azad û wekhev ku birêz Ocalan daniye holê, qêriya. Dema ku em bi giştî lê dinêrin, gel di Newrozê de li dora Birêz Ocalan bûn yek, pratîkeke mezin a demokrasiyê nîşan da û careke din daxwaza azadiya Ocalan kir.”

 Çavkanî: Ajansa Mezopotamya