18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zext nikare çapemeniyê bêdeng bike

Endam û rêveberên DFG, MKG û DÎSK Basîn Îşê têkildarî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê daxuyanî dan û azadiya rojnamegerên girtî xwest.

Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Çapxaneya Tirkiyeyê (Basin-Îş) a Nûnertiya Amedê li ber deriyê DFG’ê ya li navçeya Bajarê Nû têkildarî 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê daxuyanî da. Parlamenter, nûnerên sazî û rêxistinan jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek daxuyanî da û diyar kir ku wan rojnamegeran careke din 3’yê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê di nave şert û mercên êrişkar ên desthilatdarıyê de pêşwazî kir û wiha got: “Astengkirinên şopandina nûçeyan heta sansurê, binçavkirin û girtinên ji bo çêkirina nûçeyan heta serdagirtina malên rojnamigeran a tariya serê sibê de tora êrişan her diçe berfireh dibe.

Rojnamegerên êriş û tundiya polîsan a li dijî çalekiyên gelê Wanê dişopandin rastê tundiya polîsan a gaza isotê, êrişa fişekên pilastî û ava şid hatin. Polîs wêne û dîmenên hevpîşeyên me jêbirin û rojnamegerê tundiyan polêsan kişand bi mirinê hat tehdîtkirin.”

Çîçek anî ziman ku di 1’ê Gulanê de li Stenbolê jî heman wêne derket holê û wiha axivî: “Polîsan rojnamegerên girseya kedkar û xebatkarên dixwestin bimeşin Taksîmê dişopandin derp kirin , destên hin ji wan kelepçe kirkin û binçav kirin. Di Saraçhaneyê de li ser ferana amîrê polîsan a; ‘Çapameniyê durxin’ rojnameger rastê êrişeke berfire hatin. Di vî êrişê de hevpîşeyên me birîndar bûn, xebatên wan hatin astengkirin. Ev kiryarên suç çiqasa li dij çapamenî û azadiya raman e ewqasa jî li dij mafê wergirtina ragihandinê ya gel e.  Di vê mehê de jî astengiyên li dij medya dijîtal û xwe gîhandina nûçeyan dewam kir. Di rapora me de diyar dibe ku 3 malperên internetan hatin girtin. Xwegîhandina 23 nûçe û 16 navarokên medya dijîtal  hat astengkirin. Pirtirên van astengkirinan li ser daxwazên bersucên destdirêjiyê, îstîsmara zayendî, nelirêt û gendeliyê pêkhatin. Bi van rêbazan ser rastiyan naye perdekirin.”

Nivîsandina nûçeyan ne sûc e

Çîçek anî ziman ku zexta herî giran a li ser rojnamegeran girtin û tewqufkirin e û wiha berdewam kir: “Hedef bêdengkirina rojnamegeran û veşartina heqîqetê ye. Ji bo vê rojnameger tên girtin û wan davêjin nav çar dîwaran. Navenda xwe Stenbol di seetên girêdayê Roja Rojnamegerên Kurd de di destpêka 23’yê Nîsanê de li dij rojnamegeran êriş û operasyon pêk hat. Bi ser malên rojnamegeran de hat girtin. 9 rojnameger hatin binçavkirin. Piştî 4 rojan muhabîrê  Ajansa Mezopotamya Esra Solin Dal, Mehmet Aslan  û rojnameger Erdogan Alayumat hatin girtin. Di dozgerî û dadgeriyê de pirs nûçeyên ku rojnamgeran bi xwe çêkirine ji wan hat kirin. Fezlekeyên rojnamegeran bi nuçeyên li ser pirsgirêka Kurd, tecrîda li ser Serokê PKK’ê Abdulllah Ocalan û çalekiyên li ser van mijaran hatiye ristin. Tê xwestin ku rojnameger û mijarên nûçeyên ku rastiya civakê vedibêje  kiriminalize bikin. Em careke din destnîşan dikin ku mafê rojnamegeran nîn e  pirsgirêkên welatên ku lê dijîn re çavên xwe bgirin û ji nedîtî ve bên. Çêkirina van nûçeyan ne sûc e û ew ji ber van xebatên xwe yên aşkerakirina heqîqetê nayên darizandin. Peywira bingehîn a rojnameger ev e ku rastî û heqîqetê ji bo gel û rayagiştî aşkera bike. Her çend ev ‘nûçeyên rastiya jiyanê û civakê’ desthitadariya siyasî û dardorên hêzperest nerihet bike jî çêkirina van nûçeyan ne suc e. Ev bi peymanên navteweyî hatine ewlekirin.”

Zext nikare çapemeniyê bêdeng bike!

Selman Çîçek, bal kişand ser zextên navdewletî û wiha pêde çû: “Bi operasyona navenda xwe Stenbolê re polîsên Belçîkayê bi rengeke korsanî avêtin ser Medya Haber û Stêrk TV’ê  jî. Derî hatin şikandin, xesar dan alavên teknîka weşanê, ji bo weşan bê astengkirin qabloyên cîhazan hatin birîn. Aşkera dibe ku zext û êrişên li ser rojnamegerên kurd di pêşengiya desthilatdariya nijadperest de li her derî didome. Van êrişên bêbext û dij mirovîn heta anha rojnamegerên Kurd, çapemeniya azad bêdeng nekir û dê ji vir û şûn ve jî bêdeng neke. Di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapameniya Cîhanê de  careke din em van daxwazên xwe dubare dikin; Di serî de her 3 hevpîşeyên hevalên me yên rojnameger û bi giştî hevpîşeyên me yên girtî divê bê berdan. Rojnamegerî ne suç e. Di esasê xwe de darizandina wan sucê mezin e! Heta çapamenî azad nebe ne pêkane ku qala civakeke azad jî bê kirin.”

Seroka MKG’ê Roza Metîna bal kişand ser wate û girîngiya rojê. Metîna, diyar kir ku rojnameger ne di rewşeke azad de ne û got ku îro gelek rojnameger di girtîgehan de ne. Metîna diyar kir ku rojnamegerên ku vê rojê di girtîgehan de pêşwazî dikin hene û wiha got: “Em îro li hemberî van zext û zehmetiyan li vir in, dengê wan in. Em careke din dibêjin rojnamegerî ne sûc e.”

Nûnerê DÎSK Basin Îş yê Amedê Hakki Boltan di axaftina xwe de diyar kir ku di hilbijartinan de helwesta herî girîng helwesta rojnamegeran e. Boltan, diyar kir ku di hilbijartinê de desthilatdarî hilweşiya û li Saraçhaneyê jî mûxalefet. Boltan, anî ziman ku tenê rojnamegerî li ber xwe da û wiha dirêj kir: “Rojnamegerî rastî bi xwe ne. Ger îro krîzeke aborî û siyasî hebe, yek ji sedemên vê girtina rojnamegeran e. Heta ku rojnameger azad nebin ev krîz çareser nabin. Em azadiya rojnamegeran dixwazin.”

Dû re nûnerê TGS’ê Mahmût Oral axivî û got ku piştî AKP-MHP’ê di hilbijartinê de têkçûneke mezin dît, feraseta ku dê hikûmet dawî li van polîtîkayên çewisandinê bîne, derket holê. Oral diyar kir ku rejîma qesra faşîst a AKP-MHP’ê ti carî ji polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê venagere û wiha berdewam kir: “Ev nayê wê wateyê ku em ê xwe paşde bixin. Heta ku tarî belav nebe dê ev têkoşîn bidome. Silav ji rojnamegerên li girtîgehê li ber xwe didin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.