4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zîlan nasnameya jinên têkoşer e

Zîlan bi wateya çalakiya xwe ji bo jinan bûye xet, nasname û kesayeta berxwedêr a jinên kurd. Ji ber vê rola wê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe: “Zîlan bi çalakiya xwe min derbas kir. Ji vir şûnde ez tenê dikarim bibim yek ji şopdar û mîlîtanê Zîlan.’

Zeynep Kinaci (Zîlan) di 10’ê tebaxa 1972’yan de li Meletiyê ji dayik bû. Di nav 6 xweşk û birayên xwe de mezin bû. Zîlan piştî ku di lîseyê de ji beşa tenduristiyê mezin bû li Birecûka Rihayê di nexweşxaneyê dest bi xebatê kir. Bi xebata ku li nexweşxaneyê dikir re xwest perwerdeya xwe jî berdewam bike. Li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê dest bi perwerdeya derûnasiyê kir. Zîlan piştî ku perwerdeya xwe temam kir bi Mehmet Alî Atli yê ku ji Amedê ye re zewicî.

Ji ber ku di nav malbata Zîlan de taybetmediyên kurdwarî hebûn tim li pey nasnameya xwe digeriya. Lê vê nasîna di nav malbatê de ji bo wê têrker nînbû. Di salên xwe yê lîseyê de nasîna wê bi PKK’ê re çêdibe lê zêde pêş nakeve. Di zaningehê de vê nasînê pêş dixe û piştî ku zanîngehê diqedîne bi hevjînê xwe re tev li xebatên PKK’ê dibe. Mehmet Alî Atli di 1995’an de ji aliyê dewletê ve birîndar tê girtin. Zîlan piştî girtina Atli di 1995’an de tev li refên gerîla dibe.

Zîlan piştî ku tev li refên gerîla dibe, dibîne ku perwerdeya wê ya ku berê girtibû ji bo nasîna wê ya kurdbûn û jinbûna wê têrker nînbû. Jixwe di nameya xwe ya ku li dû xwe hiştiye de jî dibê min aliyên xwe yên kêm û qels di nav partiyê de baştir dît.

Hêrsa di dilê Zîlan de di sala 1996’an de bi komploya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze bê kirin, zêdetir dibe. Zîlan di demeke ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşê PKK’ê û serokê wê dike biryara çalakiyê dide û dibê : ‘Ez dixwazim bibim xwedî jiyanek bi wate û çalakiyek mezin.’

Zîlan bi vê daxwaza xwe di 30’ê hezîrana 1996’an de li cihê ku dewleta tirk hewl dide kurdbûnê ji holê rake bi hêz û morala ku ji rêhevalên xwe digire di nav leşkerên dewleta tirk de dibe artêşek yek kesî û xwe di dilê hişmenidya mêrperest de diteqîne.

Zîlan di nameya xwe ya ku li dû xwe hêştiye de ji bo jinan wiha dibe: ‘ …Dixwazim bi teqandina vê bombeya li ser xwe li dijî polîtîkayên emperyalîzmê yên ku jinan kole dike, mezinahiya kîn û hêrsa xwe nîşan bidim û bibim sembola vejîna jinên kurd. Îdiaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanek watedar û çalakiyek mezin. Têkoşîna me ya rizgariya neteweyî ya bi pêşengiya Serok Apo re wê di demeke nêz de bi ser bikeve û gelê me yê bindest wê di nava malbata mirovahiyê ya cîhanê de cihê xwe bigire. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanek watedar û çalakiyek mezin. Ji ber ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.’

Jinên kurd ên têkoşer ku artêşek jinan ava kiribûn bi avakirina partiya jinan bersiva herî xurt dan çalakiya Zîlan û bi kedeke mezin rêxistinbûna xwe xurttir kirin. Jinên ku li ser xeta Zîlan têdikoşin hişmendiya mêrperest ji holê radikin û ji bo hemû zindiyan jiyanek watedartir diafirînin.

Zîlan bi çalakiya xwe di pêşxistina îdeolojiya azadiya jinan de bûye yek ji xala bingehîn. Zîlan bi wateya çalakiya xwe ji bo jinan bûye xet, nasname û kesayeta berxwedêr a jinên kurd. Ji ber vê rola wê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe: “Zîlan bi çalakiya xwe min derbas kir. Ji vir şûnde ez tenê dikarim bibim yek ji şopdar û mîlîtanê Zîlan.’