27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ziman bedena mirov e’

Rêveberê DBP’ê Hayrettîn Altun di çalakiya ji bo ziman de daxuyanî da û diyar kir ku gelê kurd her tem ziman parastiye û dê ji niha û şûnde jî bêtir biparêzin û wiha got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî gotiye ‘Ziman beden e. Divê em li bedena xwe xwedî derkevin’ Em li her derê û her demê ziman biparêzin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstituya Kurd a Amedê, Kovara Destarê, DBP, DEM Partî, TJA, û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê meşiyan. Bi sedan kesên ku Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di nav de li Parka Roboskê civîyan. Welatî bi cil û bergên kurdî tev li meşê bûn. Girseyê li vir daxuyanî da.
Havseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray di civînê axivî û wiha got: “Îro cejna zimanê kurdî ye. Em cejna zimanê kurdî li hemû têkoşerê ziman pîroz dikin. Zimanê me hebûna me ye. Hezar sal biborin jî tu hêz dê nikaribin vî zimanê şêrîn û dewlemend ji holê rake. Her netewe bi zimanê xwe hene. Em jî bi zimanê xwe hene. Em ê heta dawî berxwedan û têkoşîna ziman bidomînin.”
Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yaqût bi kirmancî û Hayretîn Altun jî daxuyanî bi kurdî da.
Hayrettîn Altun ewil xêrhatina hemû kesan kir û wiha got: “Li vê erdnîgarî çiqas qedîm, bi qasî vê erdnîgariyê zimanê kurdî jî qedîm û şaristanî ye. Ji Cengizan heta Osmaniyan gelek kesan xwest vî zimanî tune bike. Lê tu hêz nikarin vî zimanê qeyim tune bikin. Hemû suwar hatin û peya çûn. Em ê hemû bi hevre zimanê kurdî biparêzin. Neteweyên kurd bi qasî dîroka mirovahiyê ev ziman bi xwe re anîye. Gelê kurd bi zanebûn her dem û li her derê ji bo parastina kurdî têkoşiyane. Jin û zarokên kurd li dijî hemû zordariyan ziman parastine û têkoşina parastina ziman dane. Pêşengê têkoşîna zimanê kurdî Celaled Elî Bedirxan û hevalên wî xwe gîhandine hawara zimanê kurdî. Ew hawar gihiştiye îro em ê îro vê hewarê berdewam bikin. Em ê zimanê kurdî li her qada jiyanê biparêzin û bikin zimanê perwerdehiyê.”
Altun, anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî der barê ziman de gotiye ‘Ziman laş e. Beden e. Eger hûn li zimanê xwe xwedî dernekevin, hûn nikarin li beden û laşe xwe jî xwedî derkevin’. Em ê her dem û li her derê li ziman xwedî derkevin û ziman bikin zimanê perwerdehiyê.”