17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman û al rûmeta neteweyî ye

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Aqilmendê çînî Konfuçyûs ê ku 2500 sal berê jiyaye, balê dikişîne ser girîngiya zimên û wiha dibêje: “Ger ji bo rêveberiya welatekî bihatama ser kar, bêguman min ê pêşî zimanê civakê tekûz bikira.”

Ji bo ku mirov bi hev re têkiliyê dayinin û bi hev re bijîn; ji bo ku hest, raman û daxwazên xwe derbibirin û hevdû fam bikin; ji bo ku zanîn agahiyên xwe ragihînin hevdû, li gor şert û mercên demê zimanekî diafirînin. Ev ziman hin bi hin li pergaleke birêkûpêk a ku ji peyv û hevokên watedar pêk tê, dadigere. Li gel axaftina mirov a rojane, hem fikir û boçûnên mirov û hem jî çand û cîhanbîniya mirov bi saya pergala zimên pêşve diçin

Ji bo ku pergala zimanekî baş rûnê û tekûz bibe, pêdivî bi demeke dûvdirêj heye. Herwiha di maweya tekûzbûna her zimanî de keda bi mîlyonan mirovên ku bi wî zimanî diaxivin jî heye. Li gel wê, gelek rêzik û qaydeyên zimên ên ku bi hewldan û tevkariya bi mîlyonan mirovên ku bi wî zimanî diaxivin, hatine damezrandin hene. Ev rêzik û qaydeyên ku avahî û forma zimên nîşan didin, têgihîştina ziman, çêja ziman û helwesta ziman a civaka ku bi wî zimanî diaxive di xwe de dihewînin.

Aqilmendê çînî Konfuçyûs ê ku 2500 sal berê jiyaye, balê dikişîne ser girîngiya zimên û wiha dibêje: “Ger ji bo rêveberiya welatekî bihatama ser kar, bêguman min ê pêşî zimanê civakê tekûz bikira.  Lewre heta ku ziman tekûz nebe, peyv nikarin fikir û ramanê baş îfade bikin. Heke fikir û raman baş neyên ifadekirin,  kar û peywir birêkûpêk nabin. Heke kar û peywir birêkûpêk nebin tore, rêbaz û çand têk diçin. Heke tore, rêbaz û çand têk biçin, dê dadmendî ji rê derkeve. Heke dadmendî ji rê derkeve dê di nava gel de tevlihevî pêk were û gel nizane bi ku ve diçe. Ji bo wê tu tişt ji ziman girîngtir nîn e.”

Rast e; ziman hêmana herî girîng a çanda neteweyî ye. Ji bo ku çanda civakekê were parastin û zimanê wê yê neteweyî pêş bikeve, divê berî her tiştî di wê civakê de hişmendiya zimên pêk were. Ev yek jî bi riya perwerdehî û saya ragihandin û agahdarkirineke misêwa pêkan dibe. Belê di rewş û mercên ku dibistan têrê nakin de, divê rêxistinên sivîl jî ji bo perwerdehiya zimên peywirdar bin. Bêguman perwerdehiyeke birêkûpêk di serî de karê dibistanê ye. Belê dibistana destpêkê mal e û perwerdehiya herî mayînde ji aliyê malbatê tê dayîn. Ziman jî pêşî di malê de û ji hêla malbatê tê hînkirin. Zimanekî ku di hemû qadên jiyanê de neyê bikaranîn, ne tê parastin û ne jî pêşve diçe. .

Tiştê ku ziman dike saziyeke civakî, rêzik û qayde ne. Rêzik û qaydeyên ku ji aliyê hişmendiya zimanî ve tên afirandin û bi vaca/mantiqa zimanî derdikevin pêş, ji parastin û pêşveçûna zimên a birêkûpêk re jî dibin alîkar. Di sazî û dezgehên zimên de rêzik û qayde neyên bikaranîn, pêşveçûna ziman diewiqe. Gava ku di sazî û dezgehên zimên de kardarî diewiqe, rêzik û qaydeyên zimên jî di bin bandora zimanên biyanî de dimînin. Zimanê ku di bin bandora zimanên biyanî de dimîne, hin bi hin nêzîkî têkçûn û perçebûnê dibe. Ji ber ku ziman bingeha têkiliyên xizmtiya civakî pêk tîne, zimanê ku li gor rêzik û qaydeyên xwe neyê bikaranîn, li zimanekî din dadigere. Ziman jî wekî hemû bûyer geşedaniyên dîrokî ji paşerojê tê û derbasî pêşerojê dibe. Ji bo wê jî, ji aliyê deng, form û wateyê tûşî gelek guherînan dibe.

Her civak ji bo geşedaniya zimanê nû, bi zimanê axaftin û nivîskî yê serdema ku tê de dijî re di nav hevkariyê de ye. Bûyerên çandî, siyasî û civakî û çanda civakên têkildar bandorê li pêşketin û guhertina zimên dikin. Belê hin caran ev bandor bi qasî ku ji derve û hundir de pergala zimên serobin bike, xurt dibe. Di her serdemê de zimanek hem bandorê li zimanên din dike û hem jî ji zimanên din bandorê werdigire. Belê ev bandor û pevguhertin hin caran bi riya têkiliya bazirganiyê, hin caran bi riya olê, hin caran bi riya dagirkirin û bişaftinê û hin caran jî bi zexta zimanekî ya li ser zimanê din pêk tê.

Di roja me ya îro de hem dagirkeriya hundirîn (herêmî) û hem jî dagirkeriya derveyî (navneteweyî)  berî ku welatê gelan dagir bike, pêşî dest diavêje zimanê wan.  Dagirkerên ku bi berfirehî armanca wan dagirkeriya çandî ye û serdestiyê dikin, pêşî zimanê gelan an qedexe dikin an jî tune dihesibînin. Hêzên desthilatdar û dagirker pêşî bi bikaranîna amûrên ragihandinê, zimanê xwe û peyre jî çand û bîrdoza xwe li ser civakên ku hişmendiya wan a neteweyî pêş neketiye, didin ferzkirin.

Bo nimûne; ligel ku zimanê kurdî kevnar e jî, ji ber ku kurd di dîrokê de rastî gelek civakên cuda hatine, hem zimanê kurdî bandor li zimanên din kiriye û hem jî di bin bandora wan zimanan de maye. Yek ji van zimanan jî zimanê erebî ye. Zimanê erebî zimanê ola îslamê ye. Wekî gelek gel û civakên din, gelê kurd jî bi gelemperî ola îslamê pejirandiye. Bi pejirandina ola îslamê re zimanê kurdî bêtir di bin bandora zimanê erebî de maye. Mele û seydayên demê yên ku li medreseyan ders didan pêşî zimanê erebî fêr dibûn. Feqî û suxteyên ku perwerde dikirin jî neçar bûn ku pêşî erebî fêr bibin. Çendî ku li medreseyan şerh û şîrove bi kurdî bû jî, ji ber ku zimanê dihat wergerandin erebî bû, kurdî zêde di bin bandora erebî de maye. Li medreseyan kurdî tenê wekî zimanê axaftinê û alava veguhastina riknê ola îslamê dihat bikaranîn. Ligel hemû neyîniyên demê, dîsa jî zimanê kurdî yê kitêbî demeke dûvdirêj herî zêde li medreseyan hatiye bikaranîn û parastin.

Dewlemendiya zimanê kurdî, piştî salên hezar û nehsed û notî ji nû ve hate keşfkirin. Lêkolîn û dahûranên zanistî yên ku îro derbarê zimanê kurdî de hatine/têne kirin jî baş diselmînin ku zimanê kurdî yek ji zimanê herî kevnar û dewlemend ê cîhanê ye. Kurdî di nav zimanên cîhanê de xwediyê dewlemendî û taybetmendiyeke cuda ye.  Belê mixabin pêşî haya gelek kurdan û paşê jî haya dinyayê ji vê rastiyê nîn e. Lewre wekî hemû zimanên cîhanê, zimanê kurdî jî pêşî nirxê neteweya kurd û paşê jî nirx û mîrateya tevê mirovahiyê ye. Ji bo wê her gav hêjayî bikaranîn, nirxandin û parastinê ye.  Dîsa mixabin zarok û ciwanên kurd ên ku îro li dibistan û zanîngehan perwerde dibin berî ku zimanê xwe yê zikmakî birêkûpêk bikin, an jî berhemên edebî yên ku bi wî zimanî hatine nivîsandin bixwînin, nasdarî zimanekî biyanî dibin. Bi fêrbûna wî zimanê biyanî re jî nasdarî çandeke biyanî dibin.

Wekî gotina dawî; hêmana herî girîng û bingehîn a ku neteweyekê dike netewe, ziman e. Gelek zimanzan, zimanê axaftinê wekî zimanê newteweyekê yê têkiliyên rojane ku dûrî zimanê nivîsandinê ye û zimanê nivîskî jî wekî zimanê fermî yê ku çand, huner wêje û şehadeyên neteweyî veduguhêzin pêşerojê, pênase dikin. Bi rastî jî ziman, al û rûmeta neteweyî ye.  Lewre hebûna her neteweyê bi hebûn û serxwebûna zimanê wê pêkan dibe.