16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman û xwebûn

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Tiştê ku aliyê afirînerî, pêşketin û geşedaniya mirov a xwezayî û erênî pêk tîne ziman e. Xwebûna mirov, aliyê kesayetiyê yê kurdewar temsîl dike.

Jiyaneke aram, bextewar û têrwate rasterê girêdayî xwebûneke erênî, kesayetiyeke vîndar û nasnameyeke xweser e. Xwebûneke erênî, kesayetiyeke vîndar û nasnameyeke xweser pêşî li ser mirov bi xwe û paşê jî li ser hawîrdor û civakê bandoreke erênî dike. Gihîştina xweseriyeke vîndar a bi vî rengî bi pêşketina kesayetiyeke saxlem, bijûn û berdar bi dest dikeve.

Helwest û bertekên mirov ên ku bi şêwaza jiyanê re pêk tên, di bin sernavê “kesayetiyê” de dihewin. Kesayetiya her mirovî/ê li gor xwebûna wî/wê dişêwe û teşeyeke nû digire. Her mirovek wekî cîhaneke taybet e ku bi xisletên xwe yên cuda û xweseriya xwe ji dayik dibe.  Ji destpêka jiyana xwe û heta dawiya umrê xwe bi navbeynkariya ziman di navbera ‘ez û tu’ an ‘em û hûn’ de têkiliyekê pêk tîne û li ser vê bingehê dibe xwediyê xwebûn, kesayetî û nasnameyeke arizî. Zimanê ku derfeta pêkhatina xwebûn, kesayetî û kirdewariya zimên a ku bi xwebûn, kesayetî û nasnameya takekes re pêk tê xwe di hest, raman û têkiliyên mirov ên karîgeriya afirîner a zimanî de jî dide der. Xwebûna ku bi navbeynkariya ziman pêk tê ku diyardeyeke civakî û çandî ye, rewşa ferd û mirovbûnê jî di xwe de dihewîne.  Ev yek xwebûn, kesayetî û nasnameyake xweser a ku bi orgonizasyona zimanî ya tikiliyên civakî û çandî pêk tîne jî derdixe holê. Xwebûn û kesayetiya ku nasnameyeke xweser dide mirov, xwediyê taybetmendiyeke hilberîner û afiriner e.

Bi giştî di çarçoveya têkiliya ziman û ramanê û raman û cîhanê de du nihêrînên bingehîn ên ku li ser ziman derketine holê,  hene.

Yek jê ziman wekî diyardeyeke dîrokî, civakî û çandî dibîne û ya din jî ziman wekî şiyana bingehîn a mirovî dibîne ku mirov bi saya zimanê xwe cîhanê fam dike û bi derdor û civaka xwe re têkiliyê datîne. Der barê watedayîn û penaseya “xwebûn”ê de gelek nêzîkatiyên cuda hene. Hin teorîsyen angaştên xwe wekî rastiyeke neguherbar dibînin ku ew bi xwe jî bi berdewamî diguherin, xwebûnê wekî têgihek neguherbar dibînin. Belê hin teorîsyenên ku wê wekî têgiheke guherbar dibînin jî hene.

Em dixwazin li vir ji pênasekirina têgiha (xwebûnê) bêtir, der barê kartêkeriya xwebûnê ya di çarçoveya psîkolojiyê de hin tiştan bibêjim. Dibe ku hin pênasekirin û nêzîkatiyên der barê xwebûnê de yên dişibin hev hebin. Belê divê bête zanîn ku gelek nêzîkatiyên cuda yên li gor sernavan tên senifandin bi xwe ji ne misoger in. Lewre pênaseyên der barê têgihê de pir berfireh in ku hewceyî lêkolînê ne. Kirdewarî, takekesî û xwebûna mirov bi awayekî berbiçav xwe di kesayetiya mirov a piralî û cihêrengiya wî/wê ya çandî de dide der.  Ji ber vê yekê divê em têkiliyên mirov ên bi ziman re her gav wekî çalakiyeke afirîner nebînin. Herwiha divê em ziman tenê wekî navgîna derbirîna gotinên watedar û sêwirandina cîhaneke bêsînor jî nebînin.  Lewre ziman ne tenê amûrek e ku em pê ramanên xwe radigihînin. Ziman ne amûrek e ku em tenê bi saya wî tiştên ku hene nîşan bidin. Ziman ne lîstikek e ku dema em jê aciz bibin dev jê berdin. Zimanê ku em bi hemû hebûn û xwebûna xwe pê ve girêdayî ne, hem kesayetiya me, hem xweserî û vîndariya me û hem jî têkiliyên me yên komelayetî û civakî pêk tîne. Em bi saya zimanê xwe xwebûna xwe û li gel xwebûna xwe jî nirxên xwe yên neteweyî û cîhana xwe ya arizî nas dikin.

Tiştê ku armanca kar, plan û pêşnûmayên ji bo pêşerojê û pêşxistina mekanîzmayên parastinê; famkirin, fikirîn û nirxandina têgînan a li gor rastiyê; dîtina çareyan a ji ber astengiyên ku derdikevin holê û hwd. hemû bi saya ziman pêk tên. Nîşaneyên tevgerên takekes ên hilberandina berhemekê, razîbûna mirov a ji karê ku dike û têkiliyên wî/wî yên rojane girêdayî pêşveçûna kesyetiya mirov a erênî ye. Xwebûn, berhema hevpar a faktorên civakî û hawîrdorê ye ku kesayetiyekê diyar dike. Hevgirtin û ahengiya navbera xwebûn û keasayetiyê ye. Hevgirtin û ahengiya navbera xwebûn û kesayetiyê, bertekeke erênî divê. Ew berteka erênî hem behre û cerbeziyeke bilebat û hem jî ahengiyeke bitebat di xwe de dihewîne.

Di xwebûna mirov de du meyldariyên bingehîn hene:

Yek jê meyldariya xebitandina mirov a bi awayên ku wateyê dide her tiştî û ya din jî meyldariya parastin/xweparastin û têrkirina jiyan û hewcedariyên biyolojîk e. Meyldariya pêşî ji pêşveçûn û geşedaniya mirov a derûnî re dibe alîkar û ya dawî jî dibe sedem parastina pergala jiyana mirov a fîzîkî.

Xwepêşvebirin û geşedanî wekî meyldariyeke xweser a xwebûnê tê qebûlkirin.

Belê, divê di vî warî de tevkariya perwerdehî, hîndekarî û fêrbûna civakî ya ji bo takekes baş were nirxandin. Xwebûna mirov herî baş ji aliyê dê û bav (malbatê) ve tê şêwandin. Ev rastiyek e ku endamên malbatê di salên destpêkê de ji bo kesayetî û xwebûna zarok dibin rêber. Di paşerojê de, zarok hin bi hin dikemile  û temenê xwe yê mayî bi xwenasînê derbas dike.

Xwebûna mirov bi du

awayan pêk tê:

Yek jê xwebûna ku xwe dizane û ya din jî  xwebûna ku tê zanîn e.  Xwebûna ku xwe dizane, hay ji xwe heye, xweser e û xweseriya xwe dide nasîn. Xwebûna ku dizane jî, aliyê mirov ê bîrbirî, hişmendî û fikirînê destnîşan dike. Xwebûna ku tê zanîn, ji aliyê derdor û civakê ve tê pênasekirin. Xwebûna ku tê pênasekirin; li gor ceribîn û ezmûnên jiyanê tê watedarkirin.  Xwebûna ku tê watedarkirin wekî sê biran tê senifandin:

Yek, xwebûna daringî ye, ya duduyan xwebûna civakî ye û ya sisiyan jî xwebûna hestyarî ye.

Li gor dîsiplîna psîkanalîtîk sê cureyên xwebûnê hene:

  1. Xwebûna baş: Tevgerên bikêrhatî yên ku bi têkiliyên dayikê re pêk tên sembolîze dike. Di dawiya van têkiliyan de bixweewleyî û jixwehezkirina zarokê/mirov xurtir û zêdetir dibe.
  2. Xwebûna nebaş: Di encama tevgerên bêkêr ên ku dayik napejirîne pêk tê. Tevgerên ku ji aliyê vê xwebûnê pêk tên neyînî ne, belê zêde ne xeternak in. Belê dîsa jî berî ku hişmendiya takekes bihincire, divê ev tevger werin astengkirin.
  3. Xwebûna bixwe û nebixwe: Di binhişê mirov de cih digire. Fonksiyoneke wê ya çêker û avaker nîn e. Xwebûna bixwe û nebixwe, bêtir bi bertekên tund yên dayikê û fikarên neyînî yên ku zarok/mirov di xwe de dihisîne re derdikeve holê.

Xwebûn, taybetmendiyeke pêşketî ye ku bi mirovên afirîner ên ku erênî difikirin re peyda dibe. Taybetmendiyên pêşketinê nîşana guherîn, afirînerî û geşedaniyê ye. Pêşgaviya xwebûna mirov di dema pêşveçûna têkiliyên derûnnasî û civaknasiyê de pêk tê. Xwebûn, hem pergala helwestên mirov ên giştî û hem jî sedema guncandina taybetiyên mirov ên şexsî ye.  Lewre adaptasyona kesane ya bi hawîrdorê re hem girîngiya fonksiyonel û hem jî ya pêşveçûnê ye. Li gor vê yekê kesayetî rengê zindîbûna xwebûnê ye. Xwebûn jî pîvana xweseriya zindîbûna kesayetiyê ye.