3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê kurdî di navbera sersarî û bêcidiyetê de

Di van çend salên dawî de her sal di vê mehê de mijara dersên bijarte ji bo zimanê kurdî dîsa dikeve rojeva medya û dezgehên kurdan ên bi zimanê kurdî re têkildar dibin.

Wekî tê zanîn ji sala 2012’yan ve ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve li dibistanên navîn û lîseyan hilbijartina dersên zikmakî di bin navê “Ziman û zaravayên dijîn” de weke mafekî hatiye nasîn. Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê diyar kiriye ku kesên bixwazin dikarin heta 20’ê çileyê serî li dersên bijarte yên kurdî bidin. Li gorî wê yekê xwendekarên polên 5-6-7 û 8’an, dikarin ji rêveberiya dibistanên xwe daxwaz bikin û dersên kurdî wekî dersên bijarte daxwaz bikin.

Li gorî maddeya 42’an ya qanûnên Tirkiyeyê, li dezgehên perwerdehiyê yê li Tirkiyê ji bilî zimanê tirkî tu ziman nikare bibe zimanê perwerdehiyê.

Lewre jî bi milyonan kurdên ku li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn ji perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî bêpar in. Ne tenê kurd lê gelek gelên din jî wekî ereb, laz, çerkez, ermen, suryan û hwd ji vî mafî bêpar in.

Bi salan e ku partî û saziyên ziman ên kurdan daxwazê ji desthilatiyên li vî welatî dikin ku ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî gavan bavêjin lê ev daxwaz her dem bê bersiv tê hiştin.

Ev mafê ku qaşo hatiye naskirin jî di pratîkê de rastî gelek astengiyan tê. Yek ji wan astengiyan gelek kes van dersên bijarte wekî çareseriyê nabînin û wekî heqaretekê li ziman û mafê zimanê zikmakî dibînin. Hinek kes jî dibêjin tevî me ji bo zarokên xwe ew dersên bijarte hilbijartin jî lê ji ber nebûna mamosteyan ew daxwaz dîsa bê bersiv ma.

Hinek kes dibêjin divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û li kêleka zimanê tirkî were perwerdekirin û hinekî jî dibêjin ev gava dersên bijarte tevî ku kêm e jî lê girîng e û wekî gava pêşî ye di riya perwerdeya bi zimanê kurdî de.

Ji alî dewletê ve jî ji ber ku ne gaveke cidî ye bi rê û rêbazên cuda pêşiya wê tê girtin. Wekî mînak sala derbasbûyî ji bo hemû Tirkiyeyê tenê 3 mamoste ji bo zimanê kurdî wezîfedar kiribûn. Paşê jî gelek zarokên ku kurdî wekî dersên bijarte hilbijartibûn li şûna wan dersên olî dan wan zarokan.

Bi kurt û kurmancî mirov diakre bêje ku ne desthilatdarî di wê mijarê de cidî ye û ne jî piraniya dê û bavên xwendekarên kurd di wê ferqa girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî de ne. Bi giştî dê û bavê zarokan di vê mijarê de bi sersarî tevdigerin û desthilatdarî jî li behaneyan digere ku ew gava biçûk a dersên bijarte jî ji holê rabike û bêje kesekî serî lê neda loma hewcedarî pê tune ye.

De jixwe wekî her sal dîsa dê di vê mehê de hin nîqaşên germ di vî warî de werin kirin û piştî wê dîsa were jibîrkirin, heta saleke din a meha çile xwedê mezin e. Ji xwe ji 3’yê meha çile heta 20’ê vê mehê dem heye kesên bixwazin dikarin formên daxwaza xwe dagirin û bidin dibistanan.

Dewlet kend û kospan datîne ber dersên hilbijarî ku tercîhkirina malbatan fiîlî asteng bike. Carinan malbat ji ber vê nêzikiya dewletê diwestin, ji serê xwe davêjin û bêxemiyek çêdibe. Divê malbatên kurd ên dixwazin qet nebe zarokên wan ji vê derfeta piçûk sûd wergirin, divê di vê mijarê de baldar bin.

Îca heke malbat sersariyê nekin û serîlêdan di asta herî jor de çêbibin û bi milyonan kurd daxwaza dersên bijarte bikin jî dê behaneyeke din ji bo astengkirinê derkeve holê. Wekî mînak dê hikûmet bêje mamosteyên zimanê kurdî tune ne. Lê heke serîlêdan kêm bin wê bêtir li hesabê desthilatiyê jî bê û wê bêjin kesek perwerdeya bi zimanê zikmakî naxwaze.