20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amnesty: Li Herêma Kurdistanê azadiya çapemeniyê pêkenok e

Berpirsê kampanyayên taybet yên Iraqê yê Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) Bîsan Feqye da xuyakirin ku divê êrîşên li dijî rojnamevaniyê werin rawestadin û rexne li rayedarên herêmê kir

Berpirsê kampanyayên taybet yên Iraqê yê Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) Bîsan Feqye diyar kir ku divê desthilatdarên Herêma Kurdistanê demek ji ya din zûtir, êrîşên ser azadiya rojnamevaniyê bidin rawestandin û got; “Li Herêma Kurdistanê rojnamevanî, ji bilî propagandayek pêkenokî, tiştek din nîne.”

Bîsan Feqye der barê rewşa azadî, karê rojnamevanî ya li Herêma Kurdistanê û propagandaya hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê a der barê azadiya rojnamevaniyê de, daxuyaniyek belav kir.

Bîsan Feqye destpêkê bang li desthilatdarên Herêma Kurdistan û Iraqê kir da ku destdirêjiyên ser rojnamevaniyê bidin rawestandin û got; “Desthilatdarên Herêma Kurdistanê pesnê azadiya rojnamevaniyê didin û bi vê yekê şanazin, lê ev yek ji bilî propagandayek pêkenokî, tiştek din nîne. Bêdengkirina li ser azadiya rojnamevanî, tacîz, tirsandin û darizandina rojnamevanan dewam dike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên desthilatdaran yên li ser azadiya rojnamevanî, çandek tirsê avakiriye, ev yek jî ji bo bêdengkirina xwepêşandanên aştiyane tê kirin daku kesên gendeliyê dikin bêceza bimînin.

Daxuyanî wiha dom dike; “Li gorî belgeyan, desthilatdarên Herêma Kurdistanê di 3 mehên îsal de, 10 rojnamevanan li ser karê wan binçavkriye û yan jî xistine bin lêpirsînê. Hinek rojnamevanên din piştî dadgehkirinek nerewa û ne bi edalet, niha jî cezayê girtîgehê bi ser wan de hatiye birîn.

Rêxistina me bi 8 rojnamevan, xizmên rojnamevanên hatine binçavkirin û parêzerên wan re axiviye, herwiha temaşeyî hinek belgeyên dadgehan ku peywendiya xwe bi çar dosyayên rojnamevanên li Herêma Kurdistanê hatine binçavkirin ve heye, kirine. Hemûyan jî behsa astengiyên li ber azadiya rojnamevanî ya li Herêma Kurdistanê kirine.

Hinek rojnamevan hatine dadgehkirin û cezayê girtîgehê liwan hatiye birîn. Desthilatdar piraniya xwe rojnamevanan ditirsînin, ev jî dibe sedem ku dengê rexnegiran were qut kirin.

Di nav 4 salên borî de, 8 rojnamevan ji ber metirsiya li ser jiyana wan, ji Herêma Kurdistanê reviyane. Piraniya van rojnamevanên reviyane jî, li saziyên ku desthilatê rexne dikirin, behsa gendeliyên Hikumeta Herêma Kurdistanê dikirinin.

Yek ji wan rojnamevanan, Şêrwan Şêrwaniye ku ji aliyê saziya sereke ya îstîxbarat û ewlekariyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin.

Nabe ti kes ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê, rûbirûyî tis û tacîzê bê, pêwîste Hikumeta Herêma Kurdistanê demek ji ya din zûtir, hemû rojnamevanên li ser karê xwe hatine girtin, azad bike. Pêwîste desthilatdarên herêmê piştgiriyê bidin mafên mirov û azadiya rojnamevaniyê.

Ji bo atmosferek berdest çêbibe, divê Hikumeta Herêma Kurdistanê hinek pêngavên cihê baweriyê bavêje, rojnamevan bikarin bi selametî karê xwe bikin û rê bidin welatî rexneyên xwe bikin.”