19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê dîsa êrîşî Şamê kir 8 leşkerên rejîmê birîndar bûn

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku 8 leşkerên Sûriyeyê li nêzî Şamê di encama êrîşên hewayî yên Îsraîlê de birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ragihand ku êrîş roja Pêncşemê pêk hatine û da zanîn ku li dijî herêmeke li nêzî Şamê ya li aliyê Golana Sûriyê ya dagîrkirî êrîşeke hewayî pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama êrîşê de 8 leşkerên Sûriyeyê birîndar bûne.

Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê avahiyeke li bejahiya Şamê ku ji sala 2014’an ve ji aliyê Hizbullaha Libnanî ve dihat bikaranîn, hedef girtiye.

Artêşa Îsraîlê ji sala 2011’an ve ku ev yek destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ye, bi sedan êrîşên ku çeperên leşkerî û milîsên aligirên Îranê hedef girtine, pêk anîne.

Ji 7’ê Cotmehê ve ku ev yek jî destpêka şerê Îsraîl û Hamasê ye, hejmara êrîşan zêde bûye.

Li gorî hikûmeta Sûriyeyê û SOHR’ê Îsralê di 19’ê Nîsanê de çeperekî leskerî ya artêşa Sûriyeyê ya li başûrê welat hedef girtiye.

Di 13’ê Nîsanê de Îranê bi 350 fûze û balafirên bêmirov li dijî Îsraîlê êrîşeke nedîtî pêk anî. Her wiha piraniya van fûzeyan bi alikariya DYE û welatên din hatin astengkirin.

Tehranê piştî êrîşa Îsraîlê ya di 1’ê Nîsanê de ya li dijî konsolxaneya wan a li Şamê ku konsolxane di encama êrîşa Îsralê de hemû hilweşiya, ragihandibû ku wan ji ber  ‘’mafê xweparastinê‘’ ev êrîş pêk aniye.