20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derhêner Koray Kesîk hate binçavkirin

Di encama serdegirtinên malan ên li Nisêbînê de kesek û yên li Îzmîrê de jî derhênerê hunerê yê belgefîlma Bakur Koray Kesîk hate binçavkirin.

Îro di danê sibehê de li gundê Marîn ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi ser 3 malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyê bi navê Abdurrahîm Dayan hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Dayan nehat zanîn û birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê.

Her wiha li navçeya Artukluyê jî duh bi ser malan de hatibû girtin. Di serdegirtinan de xwendekarên bi navên Ozgur Zîrek û Nûrûllah Durmaz hatin binçavkirin û piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Îzmîr

Her wiha polîsan li Îzmîrê bi ser mala derhêner Koray Kesîk de girtin û binçav kirin. Belgefîlma Bakur jî di nav de Kesîk derhêneriya hunerê û dîmen a gelek fîlman kiriye. Her wiha Kesîk di nava belgefîlmên “Pira Ciwanên Şoreşger” û “Rabirdû Nebû Dema Bihûrî” de jî cih girt.