20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê bi hunera xwe dawî li tarîtiyê bînin

Ozcan Ateş, da zanîn ku ne tenê di mîhrîcanê de dê li her navçe û bajarên bakurê Kurdistanê xebatên şanoyê pêş bixin û wiha got: “Em armanca dikin ku ew tarîtiya ku bi qeyûman re hatibû bi hunerê wê bi dawî bikin.”

9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê di 18’ê nîsanê de bi dirûşmeya “Bi hebûna xwe, bi Xwebûna xwe” dest pê kir di 27’ê nîsanê  bi dawî bû. Bernameya Mîhîrcanê li Qesra Îskender Paşa dest pê kir û li Çand Ma’yê gotûbêj, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed û Eywana Şanoya Bajêr a Amedê jî lîstik hatin lîstin. Li gorî organîzeyê 18 lîstikên şanoyê bi 2 zimanan derket pêşberî şanohezan. Her wiha li ser şanoya kurdî ya Kurdistanê û dîasporayê jî gotûbêj pêk hatin û rewşa şanoya kurdî hat nirxandin û nîqaşkirin. Her wiha lîstika herî dawî ya mîhrîcanê Gomîdas ku behsa jiyana ermenekî dike, li Dêra Ermenan a Surp Giragos hat lîstin û mîhrîcan bi vê lîstikê bi dawî bû. Şanoger Ozcan Ateş derbarê 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de axivî û destanîşan kir ev mîhrîcan ji bo gel bû moral û motîvasyonek.

Lîstikvan Ateş, di destpêkê de bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên bi rêya qeyûman ku xwestiye pêşî li çand, ziman û şanoya kurdî bigire. Ateş, kiryarên qeyûm û helwesta saziyên kurdan ên li pêşberî zextên wan wiha nirxand:  “Gelek saziyên me hebûn. Bi giranî kar û barên çand û ziman pêş dixistin. Lê bi guherîna pêvajoyê û hatina qeyûman re hemû hatin girtin. Bi taybetî karê qeyûm ê yekemîn hemû xebat dan sekinandin û hemû hunermend ji kar derxistin. Hema bi vê rewşê re me jî di demeke kin de nîqaşên xwe kir û dest bi xebatên xwe kir. Di destpêkê de li Sîteya Galeriya ya Amedê (di erdhejê de xira bû) cihek hebû me amade kir û dest bi xebatên xwe yên şanoyê kir. Cih bi çûk bû lê ji bo destpêk baş bû û bi navê Şanoya Başarê Amedê me xebatên xwe yên şanoyê pêşxist. Ji bo vê helwestê eleqeyek taybet hat nîşandan. Moral û motîvasyonek çê bû.”

Helwesta xwe nîşan dan

Belê li hemû bajarên Bakur desthilatiyê bi KHK û her wiha bi rêya qeyûman dawî li saziyan anîbû. Li Amedê jî ji ber mezinahiya bajar tabolo gelekî giran bû, ne tenê xebatên şanoyê, di heman demê de saziyên perwerdeya ziman wekî ya Ferzad Kemanger, Konservatûara Aram Tîgran, Zarokistan, Navenda Çandê ya Cigerxwîn û hwd. girtin. Şanoger Ateş ev rewş wiha nirxand: “Lê her saziyeke me jî li heberî vê pêkanîna dijminane helwesta xwe nîşan da û bi vekirina saziyên nûtir xebarên xwe domandin. Destpêk bi gavên çûk bû lê piştre mezin bû. Mesela ew eywana li galeriyayê têra me nekir û bi piştgiriya gel, sazî û dezgehên vî bajêrî me li ser kolana Mahabadê ji bo pêşandina lîstikên xwe yên şanoyê cihekî sê qat vekir.”

Dîrok bi taybetî bijartin

Ozcan Ateş, bi domdarî rewşa mîhrîcanê nirxand û wiha got: “Ev mîhrîcan ji aliyê Şanoya Bajarê Amedê ve tê organîzekirin. 2 salên pandemîyê jê derbixin li Amedê ev mîhrîcana 9’emîn e ku em pêk tînin. 3 mîhrîcanên xwe yên destpêkê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de me  pêk anî lê yên din û heta niha me bi piştgiriya sazî û dezgehên xwe mîhrîcanên xwe li darxist. Ji bajarên wekî Wan, Stenbol, Êlih, dîsa ji başûr û rojhalê Kurdistanê gelek kom beşdarî vê mîhrîcanê dibin. Dîroka mîhrîcanê jî me bi taybet bijart û xwest piştî hilbijartinê be. Lewre heta niha ji aliyê qeyûman ve tu xebatên bi vî rengî pêk nehatin û yên ku xwestin pêk werin jî hatin astengkirin. Bi çûyîna qeyûman re me xwest bi mîhrîcana xwe rengê vî bajarî biguherîn in.”

Bi 2 zimanan 18 lîstik

Derbarê germahî û eleqeya ku ji bo mîhrîcanê pêş ketiye jî Ateş ev tişt anî ziman: “Li Qesra Îskenderpaşa bi beşdariyeke baş me dest bi mîhrîcana xwe kir. Me zêdetir gotubêjên xwe li Çand Ma’yê pêk anîn. Lîstikên xwe jî bi giranî me li Navenda Kongre û Çandê pêşanda. Ew hezkirin, eleqe û germahî mirov di rûyên beşdar û temaşevanan de didît.  Ew jî ji bo me dibû cihê kêfxweşiyê.” Ateş, bi domdarî li ser naveroka mîhrîcanê wiha got: “Bi giştî 18 komên şanoyê bi 19 lîstikên xwe beşdarî vê mîhrîcanê bûn. Lê mixabin koma şanoyê ya Kerkûkê ji ber ku vîze negirtin nekarîn werin beşdarî mîhrîcanê bibin. Her wiha ji van lîstikan 5 bi zimanê tirkî û 14 lîstik jî bi kurdî (kurmancî-kirmanckî û soranî) bûn. Ji bilî tevlibûna koman û lîstikan gotûbêjên me jî çê bûn. Di gotûbêjan de rewşa şanoya başûr, bakur, rojhilat û rojavêyê Kurdistanê hatin nîqaşkirin. Mirov dikare bêje li ser şanoya kurdî nîqaşên gelekî kûr hatin meşandin û ji bo pêşerojê nêrîn û nirxandinên ku pêş ketin girîng bûn. Jixwe tevlibûn û eleqe gelekî baş bû, bi taybetî jî listikên ku êvaran dihatina pêşandan di eywanê de cih nedima, gelek temaşevanî li ser piyan temaşe dikirin. Em vê jî bêjên me dixwest ji her çar parçeyên Kurdistanê komên şanoyê beşdarî vê mîhrîcanê bibe lê mixabin ji ber rewşa heyî ya heta niha ev pêk nehat. Lê belê em hêvî dikin ku di salên pêş de vê yekê pêk bînin û ji her parçeyî komên şanoyê di vê mîhrîcanê de bibînin.”

Dik a wan bû

Mîhrîcan, piştî bernameya vekirinê  bi performansa komên şanoyê yên Yenî Sahne û Şermola Performansê dest pê kir. Di mîhrîcanê de lîstikên Bûka Lekî (Şermola Performans), Afet Île Dîana (BGST), Salma (Koma Hawar), Derwêş yan Gudû (Duhok), Efsaneya Hespên Azad (Ûrmiye), Kabîl û Habîl (Koma Rîtûel), Odip (Koma Ronya-Seqiz), Kral û Travîs (ŞanoAr), Çînûr (Teatra Ba), Zîd û Han (Dubare Kumpanya), Mirina Jeanne D’arce ya din (Şanoya Bajêr a Amedê), Ceyran (Teatroger), Strip-Tease (Dimilki- Şanoya Bajêr a Amedê), Kalabalik Tîyatrosû (Fîzîksel Tiyatro Araştirmalari), Bernarda (Tîyatro Proje No2), Înfaz (Şaneşîn Performans), Otopsî (Golge Tîyatro Toplûlûgû), Gomîdas (Yolcû Tîyatro) hatin lîstin.

Şiyara mîhrîcanê

Şanoger Ateş bal kişand ser şiyara mîhrîcanê û ev tişt anî ziman: “Me vê mîhrîcana xwe bi şiyara “Bi hebûna xwe, bi Xwebûna xwe” xwest balê bikişîn e ser zor û zehmetiyên şanoya kurdî û qedexeyên ku pê rû bi rû dimîne. Ev zext û zordariyên li ser şanoya kurdî derketiye asteke bilind. Lîstikên me yên ku hatin qedexekirin hema bêje hemû jî klasîkên cîhanê bûn. Dema bi zimanekî din an jî bi tirkî tê lîstin pirsgirêk dernayê lê dema em bi kurdî dilîzin dibe pirsgirêk û tê qedexekirin. Ji ber vê nêzîkatiya li heberî gelê kurd û zimanê kurdî û qedexeyên li ser çand û şanoya kurdî me xwest bi şiyara “Bi hebûna xwe, bi Xwebûna xwe” bêjin em hene û em ê her bi zimanê xwe li hebûn û xwebûna xwe xwedî derbikevin.”

Armanca pêşerojê

Di dawiya axaftina xwe de Şanoger Ozcan Ateş, li ser biryar û armancên xwe yên pêşerojê jî ev tişt got: “Em jî wekî hunermendên kurd ne tenê di dema mîhrîcanê de, piştî mîhrîcanê jî em difikirin ku li her navçe û bajarên bakurê Kurdistanê xebatên şanoyê pêş bixin. Em armanca dikin ku xwe bigihînin gelê xwe û ew tarîtiya ku bi qeyuman re hatibû bi hunera xwe rengekî bidin avakirin moral û motîvasyona gelê xwe bilind bikin. Di vî warî de derfetên şaredariyên me hebin an tunebin ew ji bo me nexem e, bi hêza gelê xwe û derfetên xwe bimîne jî em dixwazin li dijî polîtîkayên li ser çand, ziman û şanoya kurdî listikên xwe bidin pêşandan. Em dixwazin ew atmosfera neyînî ya ku desthilat û qeyûman ava kiriye veguherînin. Piştî vê mîhrîcanê em ê di vê çarçoveyê de dest bi xebatên xwe bikin.”