4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Em ê êdî li kolan û gundan bin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar gelê kurd di 31’ê adarê de ji qeyûm re gotin na û ji rant, talan û hilweşînê re gotin na.

Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo encamên hilbijartinê binirxîne û xeta têkoşînê ya serdema pêş diyar bike li Navenda xwe ya Giştî dicive. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civînê de axivî û got: “Civîna Meclisa Partiyê dê du rojan berdewam bike. Hilbijartin ji bo gelan, kedkaran, ciwanan, jinan û kurdan bû ronahiyek û rêyeke nû. Gelê kurd di 31’ê Adarê de xwedî li vîna xwe derket. Gelê herêmê ji rant, hilweşîn û talanê re gotin na.”

Bakirhan da zanîn ku DEM Partî nexşerêya encam û pêşeroja Tirkiyeyê diyar kiriye û wiha axivî: Bi hîle, dek û dolab û derewan, bi hilbijêrên heram îradeya Şirnex, Bedlîs, Qers gelek navçe û bajarokên me hatine xespkirin. A rastî Qers, Bedlîs û Şirnexê bi ser ketine. Yên ku Qers, Şirnex û Îdirê bi hilbijêrên qaçax dizîne winda kirine.”

Bakirhan da zanîn ku perspektîfa wan a serdema nû gelekî zelal e û wiha berdewam kir: “Em ê xwe bi rêxistin bikin û mezin bibin. Em ê li bajarên ku lê birêxistin û nebirêxistin xebatên girîng bikin. Bi van hilbijartinan re firsendeke girîng kete destê me. Em ê bingeha tifaqên demokratîk ên di hilbijartinên herêmî de derket holê mezin bikin û encam bikin. Xebata tifaqa demokratîk jî dîsa yek ji xebata ku em ê weke Meclisa Partiyê bikin e. Ji Colemêrgê heta Îzmîrê, ji Wanê heta Stenbolê ji Colemêrgê heta Îdirê gel daxwaza guherînê aniye ziman.”

Bakirhan bilêv kir ku çareseriya meseleya kurd; meselya elewiyan, pirsgirêkên wekhevî û edaletê destûreke bingehîn a demokratîk e û wiha lê zêde kir: “Li ser vê yekê gelek xebatên me yên hêja hene. Peyameke din a Rêya Sêyemîn da jî ew bû ku gel di sindoqê de ji xizanî û birçîtiyê re got na.

‘Cihê me kolan in’

Bakirhan da zanîn ku di feraseta wan aşaredariyê de şaredariyên di nava deynan de nînin û wiha pêde çû: “Cihê me ne avahiyên şaredariyê ne, cihê me kolan in û gund in. Ji ber vê yekê em ê destê xwe bidin gel, em ê bi gelan re biryaran bigirin û bi gel re bi rê ve bibin. Em ê hewl bidin texrîbatên qeyûman û şaredarvaniya rantê ya AKP’ê afirandiye demildest ji holê rakin. Hûn jî li qadê bûn, bi rastî jî li ser navê şaredarvaniyê tiştek tune bû. Şaredariyên me yên deriyê wan ji gel re girtî bûn bi qeyûman bi feraseta AKP’ê ya rantxur re hatine talankirin. Me bi hev re dît. Piştî ku me şaredarî bi dest xistin û deynên zêde derketin holê di şaredariyan de çi hatiye kirin hate dîtin. Gelek şaredariyên me ewqas zêde hatine deyndar kirin ku 50 salan jî bixebitin nikarin deynên AKP’ê û qeyûman ji holê rakin. Tevî van hemûyan em ê bixebitin û hewl bidin bi ser bixînin.  Hûn dizanin ku krîzeke aboriyê ya mezin a bandorê li tencereyan û sifreyan dike heye. Di nava 5 salan de dê sibê û êvarê li dijî xizanî, birçîtî, bêkarî, bêpeşerojiyê em ê gel biparêzin. Peywîra şaredariyên me dê hebe. Em ji kevneşopiyeke ku tişta dibêje dikin tên.  Em bi hev re tev li gelek xebatan bûn me li wir jî got. Yek şaredariyê me dema xizmet nekir dê nikare serê xwe deyne ser balifê. Yek kolan û beşa civakî namîne ku jê re xizmet nekiribe. Deng dabe me nedabe, cihekarî li kesê nayê kirin. Feraseta me ya xizmeta ji bo herkesê ye.

Çareserî aştî û demokrasî ye

Bakirhan bal kişand ser rêya çareseriyê û wiha zêde kir: “Riya çareseriyê aştî ye, bêhtir demokrasî û esasgirtina îradeya ji sindoqê derdikeve ye. Yên ku tevî hemû zextan şaredarî winda kirine, niha bi hin hincet û sedeman bi şaredariyên me ve mijûl dibin. Tu feydeya vê yekê ji tu kesî re nîn e. Tekane nexşerêya şaredariyên heye, ew jî bêyî ji holê rakirina rastiya civakê birina xizmetê ye. Şaredariyên me ji destpêkê heya niha li gorî vê rastiyê tevdigerin û dê bi heman awayî tevbigerin.

Şaredarî ji bo xizmeta gel hene û divê bi vî awayî werin zanîn. Di vê hêlê de daxuyaniyên hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê kirine esas in, rast in. Em ji peywirdarkirina mufetîşan natirsin, jixwe mufetiş ji şaredariyên me dernakevin. Divê ji bo talan, qer û diziya hatiya hiştin were lêkolînkirin. Em ê kirina xizmeta gel bidomînin. Tekane nexşerêya me heye ew jî xizmeta gel e.”

Dê bi 1’ê Gulanê rêwîtiya xwe bidomînin

Niha em ê bi 1’ê Gulanê bi awayekî xurttir rêwîtiya xwe bidomînin.  Niha tevahî rêxistin û lijneyên me yên li bajar û navçeyan, bi qasî Newroz û hilbijartinan giranahiya xwe bidin çalakiyên 1’ê Gulanê. Li ku derê pîrozbahî hebin divê gelê me bi kedkaran re bi coşeke mezin tev li bibe. Partiya me ji bo cewhera 1’ê Gulanê pîrozbahî werin kirin, dê bibe xwedî hewldanekî mezin. Em ê nekevin pey nîqaşên vala. Bi giştî jî têkoşîna aştî, demokrasiyê û azadiyê li benda me ye.”