5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê 3 milyon û 699 hezar îmzeyan bişînin Ewropayê

Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji bo azadiya  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 3 mîlyon û 699 hezar îmze kom kirin. Înîsiyatif xwe amade dike ku van îmzeyan ji YE’yê re bişîne.

Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statü” 3 mîlyon û 699 hezar îmze kom kirin. Înîsiyatif xwe amade dike ku van îmzeyan ji Yekîtiya Ewropayê (YE) re bişîne. Endama Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nûha Omer der barê kampanyayê de ji ANF’ê axivî.

Nûha Omer, diyar kir pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di raya giştî ya cîhanê de xwedî cihekî gelekî girîng bû û got: “Ev pêngav di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi beşdariya 74 welatan û bi pêşengiya dostên Gelê Kurd hate destpêkirin. Ev pêngava ku gav bi gav pêş dikeve û mezin dibe hema hema li seranserê cîhanê belav bûye. Her wiha yên ku dest bi vê pêngavê kirin û di nav de cih girtin parêzer, nivîskar, aktîvîst, siyasetmedar û rewşenbîr bûn. Piştî 4 rojan ji ragihandina pêngavê, di 14’ê Cotmehê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi tevlîbûna hemû pêkhateyên xwe bi awayekî aktîf tevlî pêngavê bû. Di pêvajoya pêngavê de lêkolîn û çalakiyên pir girîng hatin pêşxistin.”

Nûha Omer, destnîşan kir ku xebata herî girîng kampanyaya îmzeyan e û wiha bi lêv kir: “Helbet ev ne cara yekem e ku ev çalakî tê kirin, lê ev kampanyaya ku di vê heyamê de hat kirin pir bi bandor bû. Kampanya di 4’ê Nîsanê de bi dawî bû. Armanca me di vê kampanyayê de komkirina 3 mîlyon îmzeyan bû. Bi tevahî 3 mîlyon û 699 hezar îmze hatin berhevkirin. Ev yek nîşaneya dilsoziya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi Rêber Apo re ye. Ev pêngav di çarçoveya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat destpêkirin, lê hin bajarên di bin kontrola hikûmeta Şamê de jî tevlî vê kampanyayê bûn.”