3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Careke din Mîr Miqdad Mîdhat Bedirxan û rojnameya Kurdistan

Konê Reş

Di dawiya sala 1897’an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe hiştiye û berê xwe daye Qahîre. Li Misrê wek rikeberekî dijî siyaseta Sulatan Abdulhemîdê 2’yemîn, ji bo pêşketina Kurdan kar û xebat kiriye û di roja 22’ê Nîsana 1898’an de, an ku di rojek wek 22’ê Nîsana niha, beriya 126 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weşandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye: “Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niha zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe şûcai û cesûrin, heke hûn bibin xwediyê ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin…”

Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Qahîre/1898

Rojnameya Kurdistan: Rojnameyeke 15 rojî bû. 31 hejmar jê hatine çapkirin û belavkirin. Xwedî û berpirsyarê her 5 hejmarên pêşî ji 1-5 ku li Qahîre hatine çap û belavkirin Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû. Hejmarên mayî ji 6’an heta 31’ê xwediyê wan birayê wî Mîr Abdulrehman Bedirxan bû. Cihê weşandina wan ji 6’an heta 19’an li Cinêvê bû. Ji 23’ê heta 20’î jî careke din li Qahîra bû. Hejmara 24’an li Londonê bû. Hejmarên ji 29’an heta 25’an li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê bû.  Hejmara dawî ya 31’ê di roja 14’ê Nîsana 1902’an de bû.

Pêwîste ku zana û nivîskarên kurdan di kovar û rojnameyên xwe de, li ser wan rojan rawestin ku, di roja 22’ê Nîsana 2024’an de 126 sal di ser weşana rojnameya KURDISTAN re derbas dibe, jînenîgarîya xwediyê wê û rojnameya wî bidin naskirin. Da ku nifşên nû ji nêzîk ve wî, nasbikin û serwextî têkoşîn û xebatên wî bibin.

Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Miqdad Bedirxan hene me ew paşguh kirine. Wek ku pêdiviye, me guh nedaye wan. Wekî Mîr Celadet Bedirxan û herdû kovarên wî (Hawar û Ronahî) li Şamê, Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943-1946’an de, Memdûh Selîm Begê Wanî û Hemze Behê Miksî berpirsyarên Kovara (Jîn -1918) li Stembolê, Mewlana Rifet Beg Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî – 1909) li Stembolê, ev mirov di sala 1930’î de li Helebê çûye ber dilovanîya Xwedê û îro kesek gora wî nasnake, Mîr Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908’an û li Stembolê û sala 1917’an de li Qahîre rojnameyek bi navê (Kurdistan) weşandiye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Abdulrezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Qedrî Can û weha bi dehan ji welatparêz û rewşenbîrên gelê Kurd, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine hene. Ji mafê wa ye jî, ku em wan bi bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.

Erê bavo! Kirîzeyên mezin, li pêş fêrkirina zimanê me hene. Li Bakurê Kurdistanê perwerde û hînkirin bi tirkî ye, li Başûr bi erebî ye, li Rojhilat bi farisî û li Rojava bi erebî ye. Ji bo vê yekê zarokên me ji zimanê dayika xwe dûr dikevin, zimanê biyaniyan hîn dibin. Sebaretî me kurdên Rojava bi mixabînî dibêjim: Guhdana Partiyên Kurdên me bi zimanê kurdî gelekî qels û lawaz e. Tev nivîsên wan bi zimanê erebî ne, pirrê axaftina wan bi zimanê erebî hatiye xemilandin. Ez ne bawerim ku berpirsyarekî wan, zanibe bi kurdî bixwîne û binvîsîne. Kurdperwariya wan bi zimanê erebî ye. Di vê der barê de bi min xweş e bêjim: Ziman; berdewamiya hebûna mileta ye. Yê ku zimanê xwe jibîr bike, şevreşkî dibe, şev lê digere û êdî nema kare bi serbestî derbasî civaka welatiyên xwe bibe.