5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

40 kes bi gumana endamên DAIŞ’ê ne girtin

HSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya pêngava ewlehiyê ya li Hesekê de 40 kes bi gumana endamên şaneyên DAIŞ’ê ne girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh (20`ê Nîsanê) li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyoneke ewlehiyê li taxên bajarê Hesekê dabû destpêkirin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî operasyonê daxuyanî da. HSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di operasyona lêgerînê de 40 kes bi gumana endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ne girtine û wiha got: “Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bi êrişên xwe yên domdar ên li ser piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin DAIŞ bi rêxistin bikin da ku kiryarên xwe yên terorî zêdetir bikin. Êrişên DAIŞ’ê careke din îsbat dikin ku xetereya DAIŞ’ê li ser herêmê û tevahî cîhanê bi dawî nebûye”

HSD’ê bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên mirovî, ewlehî û dozgerî li beramberî herêmê bi cih bîne û wiha berdewam kir: “Di operasyonê de 40 kes bi gumana endamên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ne hatine girtin, 9 klaşînkof, bombeyek destan, telefoneke bêtêl, 4 demançe û miqdareke cebilane û pêwîstiyên leşkerî hatin desteserkirin.”