16 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima dewleta tirk nikare bibe demokratîk?

Bingehê avahiya dewletê li ser înkarkirinê hat danîn, bi înkarê hebûna xwe bi piraniya gelên qir kiriye daye qebûlkirin û destekê ji xwediyên projeya parçekirina Kurdistanê digire

Ji gava Komara Tirkiyê hat avakirin heta roja me di nav kurdan de hêviyeke demokratîkbûna tirkan, an jî dewleta tirk heye. Ji ber ku bi avakirina komara Tirkiyê re bi taybetî gelê kurd hatiye mexdûrkirin. Di vê mexdûrkirinê de weynê dewletên wek Ingilîstan, Fransa û Almanya diyarker e. Ji bo wê ev her sê dewlet heta îroj dijberiya xwe ya li hember kurdan didomînin. Biserdegirtina dawî ya li ser çapemeniya kurd jî, encamên doza Kobanê jî xwe dispêrin ser çîroka vê mexdûrkariyê. Bi hilweşîna dewleta Osmanî re ji aliyê van her sê dewletan ve tirkbûn û dewleta tirk wek projeyeke girtina di destê xwe de ya Rojhilata Navîn hat pejirandin. Lê ne tenê ev, piştre di dawiya şerê cîhanê yê duyem de wek berdewamiya vê projeya xwe li Iraq û li Sûriyê partiyên Baas pejirandin û heta roja me destekeke bê sînor didinê. Gava ingilîz ji Iraq û Fransa ji Sûriyê derketin, pir bi hêsanî dikarîbûn axa kurdan bidana wan, lê bi taybetî ev yek nekirin, ji bo projeya wan a destekdana dewleta tirk bi avê de neçe. Ji vir jî diyar e, ku çi partiyên Baas çi dewleta tirk, lê bi taybetî dewleta tirk avabûnek an projeyeke li hember mafên bingehîn ên kurdan e. Van her sê dewletên ewropî ji ber hin sedemên diyar ên wek nakokî û berjewendiyên dîrokî, olî û aborî hebûna kurdan înkar kirin û li ser vê înkarê dewleta tirk û du dewletên Baas damezirandin-destekdana wan a heta îro didome di wateya damezirandinê de ye-. Ev tê çi wateyê?

Biryareke nû ya li ser axa Kurdistanê, tenê bi guhertina vê projeyê dikare pêk were. Gava ev proje were guhertin jî, divê sazûmana Baas û ya tirk jî werin guhertin. Sazûmana tirk a sed salên xwe bi înkarkirina kurdan temam kir, di van sed salan de ji bo xwe ziman, çand, huner, muzîk û sazûmana dewletbûn, perwerde û sazîbûnê saz kir. Ji bo karibe di vê sazkirinê de bi ser bikeve jî bi dehan qirkirin, bi hezaran girtin, kuştin, surgon û hwd. pêk anî.

Bingehê avahiya dewletê li ser înkarkirinê hat danîn. Sed sal in ev înkar didome û bi vê înkarê niha gihiştine qonaxekê, ku hebûna xwe bi piraniya gelên qir kiriye daye qebûlkirin. Di asteke wisa de çima ji ser riya xwe vegere?

Îro kîjan gelê li ser axa Kurdistan û Anatolyayê maye, ku doza azadî, serxwebûn û dewletbûna xwe bike? Dev jê berde qala van bike, tev hiliyan, asîmîle bûn û çûn, ji van tenê kurd li ser lingan mane. Kurdan jî heta salên 2000î bi têkoşîneke bêhempa doza azadî, serxwebûn û dewletbûnê bi rê ve birin. Lê ji salên 2000î û vir ve êdî ji serxwebûnê zêdetir li çareseriyeke di nav sînorên Tirkiyê de digerin. Ev tê wateya pejirandina hebûna dewleta tirk. Kurd dibêjin bila dewleta tirk hebe, lê bi vê sazûmana faşîst nabe, divê were guhertin û bibe demokratîk, mafên bingehîn ên kurdan ên wek ziman, nasname û çandî nas bike. Yanî di van sed salan de dewleta tirk a ne ferme/ne meşrû bi vî awayî xwe digihîne meşrûbûnekê. Lê di rastiyê de hebûna dewleta tirk a li ser axa Anatolya û bi taybetî li ser axa Kurdistanê ne meşrû, ne rewa û ne fermî ye. Ew dewleteke çêkar e, di şerê yekemîn ê cîhanê de bi fen û fûtên jontirk û kemalîstan wek projeyeke dewletên serdest ingilîz, fransa û almanan hat çêkirin û li serê gelan kirin qeda û bela.

Îro di roja me de, ji bo guhertineke bingehîn li ser dewleta tirk çêbibe, divê ev her sê dewlet projeya xwe ji nû ve bigirin dest û biryara guhertinê bidin. Dewleta tirk bi serê xwe ne erkdarê guhertinê ye, ji ber ku bi awayekî xwezayî nehatiye damezirandin. Çima di van 45 salên têkoşîna kurdan a li hember dewleta tirk de NATO ya nûnertiya Ingilîz, Frans û Almanan dike bê sînor desteka xwe dide hebûna dewleta tirk û kurdan wek terorîst bi nav dike, digire hember xwe û dibe şirîkê înkar û tinekirina wan? Sedem ev e, ku çêbûna dewleta tirk projeyeke van her sê dewletan e. Îroj her çendî li cîhanê Amerîka wek serdest diyar bike jî, Amerîkan û Ingilîz heman tişt in; polîtîkaya wan, nêzîkatiya wan a bûyeran û gelan hev temam dike yan jî heman hêz e.

Gava sed salên dewleta tirk tije bûn, li nav gelemperiya kurdan hêviyeke guhertina polîtîkayên înkar û tinekirina li ser kurdan çêbûn. Gelek kesan nivîsîn an gotin ku peymana Lozanê ji bo sed salan hatiye destxetkirin û va ye sed sal tije dibin, wê Rojhilata Navîn ji nû ve were parvekirin û wê cihekî kurdan jî çêbibe. Lê çênebû, ji ber du sedeman, yek: Birêvebirên dewleta tirk naxwazin hebûna xwe ji holê rakin, du: her sê dewletên ewropî naxwazin biryara guhertina projeya xwe bidin.

Di vê rewşê de biencamkirina doza Kobanê ya bi wê siyasetmedarên kurd hatin cezakirin jî çêtir fêhm dibe. Piştî sed salên asîmîlekirina kurdan niha sed salên bidawîkirina hebûn û hêviya kurdan dane ber xwe. Kurd li hêviyê ne ku dewleta tirk were guhertin û bibe demokratîk, lê dewleta tirk jî tinekirin û bêhêvîkirina kurdan daye ber xwe. Ev sed salên li pêşiya me jî wê bi vê pevçûnê derbas bibe û wê derkeve holê ku ji ber sedemên li jorê dewleta tirk nikare bibe demokratîk, divê kurd ji bo xwe li riyeke çareseriyê ya li derveyî demokratîzekirina dewleta tirk bigerin. Divê êdî demokratîkbûna dewleta tirk ne xema kurdan be. Kurd ji azadkirin an demokratîzekirina dewleta tirk zêdetir li riyeke azadkirin an demokratîzekirina xwe bigerin û xwe bikin xwedî sazûmanek an dewleteke demokratîk a ji bo xwe.