2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê rexnekirina qeyûm sûc hesiband

Dadgeha Êlihê der barê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li Sîncanê girtî ye, de bi hinceta tayînkirina qeyûm rexne kiriye 5 meh cezayê hefsê birî.

Danişîna biryarê ya doza der barê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD) Leyla Guven ku girtî ye de bi hinceta ku li Êlihê di civînekê de tayînkirina qeyûm rexne kiribû hatiye vekirin, îro hate lidarxistin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê Guvenê de 15’ê îlona 2016’an de ji ber axaftinekî kiribû, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, “Gel bi dijminatiyê sorkirin”, “Gel, dewlet, meclis û daraza tirk bi aşkereyî biçûk xistinê” îdianame amade kiribû. Îdianame ji 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê re hate şandin û dadgeh biryara “bêrayetiyê” da û îdianmae ji Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê re şand. Îdianame ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê hate qebûlkirin û darizandin dest pê kir. Dema Guven wek parlamenter hate hilbijartin jî darizandin sekinî.

Guven derneket dadgehê  

Darizandin, bi rakirina parêzbendiya Guvenê dom kir û îro dadgehê biryara xwe da. Guven di çarçoveya çalakiya girtiyan a bi daxwaza “ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” a boykotkirina dadgehan, derneket danişînê. Parêzerê Guvenê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû. Dozger îdianameya xwe ya berê dubare kir. Dozger îeda kir ku Guvenê gotiye “Wan kurd kuştine, îşkence li wan kirine, dane koçberkirin, ev gelek zehmetî dane kurdan da ku kurd xwe ji bîr bikin. Ev ne qeyûm e, ev xesp e. Yên ku ev saleke li qadên ku xweserî hatine îlankirin zilmê li gelê me dikin, yên ku xaniyên welatiyên me bi ser serê wan xera kirine, yên ku di jêrzemînan de mirovan wek zindî şewitandine li kun ne…” Dozger xwest ku Guven ji “propagandaya rêxistinê”, “Gel bi dijminatiyê sorkirin”, “Gel, dewlet, meclis û daraza tirk bi aşkereyî biçûk xistinê” were cezakirin.

Çelebî: Mafê azadiya ramanê bikar anîye

Parêzerê Guvenê Serdar Çelebî anî ziman ku îdianame ne li gorî Dadgeha Cezayên Giştî, li gorî Dadgeha Cezayê Giran hatiye amadekirin û xwest wergera axaftina Guvenê were lêkolînkirin. Çelebî da zanîn ku axaftina muwekîla wî kiriye, di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye. Çelebî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî mijarê dane pêşkeşî dadgehê kir, beraeta muwekîla xwe xwest.

Dadgehê 5 meh ceza birî

Dadgeh bi îdiaya “Gel, dewlet, meclis û daraza tirk bi aşkereyî biçûkxistinê”  5 meh cezayê hefsê li Guvenê birî û ji bo îdiaya “Gel bi dijminatiyê sorkirinê” jî biryar bereatê da.