spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd bersiv dan kesên ku wan fêm nakin

Diyare ku wek hişmendiya mêrê desthilatdar, an jî li gorî teolojiya olî; ‘jin ji parsiyê mêr hatiye afirandin’ tev digerin. Dema jin bê mêr gavekî jî bavêje qir û hawar û pirsa ‘ku de…?’ dike.

Ber bi dawiya sala 2023’yan û despêka sala 2024‘a ve heta roja îro mijara rojeva Tirkiye û bakurê Kurdistanê ya sereke kurd û partiya ku pala xwe dide gelê kurd yanî DEM Partiyê ye.

Hilbijartina gulanê ya 2023’yan a serokkomariya Tirkiyeyê û parlementoya wan de kurd û dostên wan, çepgirên sosyalîst di bin banê Partiya Keskên Çep de ketin hilbijartinê. Li ser vê dema buhorî gelek guftugoh, şîroveyên erenî û neyînî çêbûn, pêwîst nake ku mirov dubare bike. Piştî encamên vê hilbijartinê Partiya Keskên Çep hem di nav xwe de hem di nav gel de gelek cîvîn û nixandin, rexne, rexnedayîn pêş xist. Encamê van civîn û nirxandinan û pirsgirêkên ku dadgehên tirkan dixwestin doza girtina HDP’ê, herwiha ji boy derfetên polîtîka kirinê dest neçe nû xwe sazkirin û çûne kongrekî awerte. Di vê Kongrê da navê partiya xwe guherîn, rêvebirî û hevserokên xwe yê nû hilbijartin, pêywêrê nav xwe û programên xwe da guherîn çêkirin û bi navê HEDEP partiya ku wek Partiya Keskên Çep diyar kiribûn, nû kirin.

Dewleta tirk vê serkeftinê û vê nûjeniyê bi awayekî tengezarî û bêzarî bi rêya dozgerî û saziyên dozê partiyên siyasî dişopînin, navê partiyê ne pejirandin û xwest ku navekî din diyar bikin. Di encamê de rêvebiriya partiyê navê partiyê kurt kir û wek DEM Partiyê aşkere kir.

Her tişt li gorî qanûn û destûrê pêk hatibû, lê derûniya mirovê spî, polîtîkvan û rojnemeger, her wiha çemkê-feresatê çepgirên lîberal, çepên-nasyonalîst, heta îslamîst, faşîst û wekî din, bêyî ku vê navê wetaya wê fêmkin, gorî zimanê tirkî wek ‘çaya çêbûyî, an jî çaya tehma xwe girtiye’ dest bi şîroveyan kirin. Hîn kesan bi zimanekî tinaz gotîn ‘min vî navê qet ne eciband’ an jî ‘ev nav qet neket serêmin’. Ev pozbilindî, derûniyekî narsîst ku dixwaze her kes, her gotin li gorî zimanê wê be an jî divê tirkî be. Eger tirkî nebe dua nayê qebûlkirin.

Diyare wek hişmendiya mêrê desthilatdar, an jî li gorî teolojiya olî jin ji parsiyê mêr hatiye afirandin tev digerin. Dema jin bê mêr gavekî jî bavêje qir û hawar û pirsa ‘ku de…?’ dike. Niha ev tirkê pozbilind, narsîst, derûniya nexweşiya mirovê spî nikarin xwe rizgar bikin, wek ku kurd ji parsiyên wan çêbûyê  ew çawa çi pênase dikin dixwazin kurd jî wek wan pênase bikin. Bes e ewqas pozbilindî, xwe kirine dewsa Xwedayê neteweya kurd.  Lê kurd bi her tiştên xwe ji tirkan cudatir in. Divê êdî tirk dev ji pêsîra me berdin.

Di encamê de her çi gotin, qîr û hawar kirin jî ev hemû di gewriya wan de ma û DEM Partî û hilbijêrên xwe li gorî navê xwe, wetaya navê xwe ketin nav tekoşînê. Bi vê tekoşînê hilbijartinên 31’ê adara 2024’an ên xwecehî werçexekî dîrokî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê derxistin holê. Desthilatdariya 22 salan ya eniya faşîst û nijadperest a li seran serê Tirkiye û bakurê Kurdistanê têk bir û pozê mirovê spî bi erdê ve rakişand.

Li gorî vê encamê di roja yekemîn de torên sanal, rojnama û Tv’an de gotina “me hilbijêrên kurd, hilbijêrên Partiya DEM’ê fêm nekir, çawa dibe, bê Tv, bê rojnameyên giştî, her wiha hinde zextên li ser serê wan, çawa agahî dan mîlyonan, bi yek dengî helwest nîşandan. Her wiha, çawa metropolên cuda deng dan, Kurdistanê cuda deng dan û desthilatdarî cezakirin” li ser vê gotin û şîrovê gelek gotin hatin gotin, lê piskolojiya mirovê spî hîndê narsîst e ku zehmetî nade ku wate an jî mena navê DEM bizane, îcar ew ê li çawa fikir û ramanê gelê kurd fêm bike?

Tevî hemû dek, fêrbazî û diziyan jî encamên hilbijartinê  bi taybet jî li bajarên bakurê Kurdistanê DEM serket, bi taybet jî li Wan û hemû navçeyên wê. Desthilatdariya faşîst kemîn û xefk a ku danîbû ber hibijêrên DEM û kurdan. Bajarên Qers, Bedlîs û Şirnex bi rêyên ber hilbijêrên barhilgir dest da ser, lê Wanê bi rêya qanûnên xwe bendê xefkê şikand, xwestin şaradarî desteser bikin. Encam da hêza gelê kurd ê çanda berxwedêr wek pêlekî xwe da der. Ev pêla berxwedêr hêz da hemû civaka Tirkiyeyê û  bû goka tekoşînê, encamê vê da rejîma faşîst neçarma gav paş ve bavêjê, bendê xefkê bikşîne.

Ev fêmnekirina kurdan û têkoşîna wan bendê xefkê êdî xistiye sutiyê Tayîp Erdogan û hevalbendê wê. Wek werçerxana dîrokî; kê kurda fêmnekiribe, kê ji bo çareseriyê nêzî kurdan nebe, encam sernîşîviye!

Niha pirs ev e; fêmkirina kurdan hîn de zehmet nîne. Bes gelo hûnê derûniya serdest, mirovê spî berdin an bernedin an jî hûnê nexweşiya şovenîzma netewperestî berdin an bernedin?

Ji bo fêmkirina serkeftinê li encamên Êlihê binêrin ku çawa aqilê mêrê pozbilind li hember jinên kurd ên têkoşer têk diçin. Çawa bi hezaran kurd têkoşîna jinên dîtin û li kolanan dirûşma Jin Jiyan Azadî bang kirin. Em dikarin bibêjin ku di vê hilbijartinê de kurd şeqamekî li suretê ên ku naxwazin kurdan fêm bikin, dan.